Xiþm û bêtare hîro
Dîrok: ÇáÓÈÊ 27 íæäíæ 2015
Mijar: Nûçe



EHMED QASIM

Bi xewnêra, dikenim ez
Bi hêvîra serxweþim ez
Di cengêda bi hêzim ez
Mixabin þêr bê rêberin
...............Çi xiþm û bêtare hîro



Di cengêda pehlewanim
Gurçik ji pola ne hêsanim
Bawermendim bi rêzanim
Canfîdayê kurdistanim
................Lê xiþm û bêtare hîro
Xiþm û bêtar li nav meye
Li dinyayê wusa heye?
Þêr û piling li nav þerbin
Rovî li ser serê waye
................Loma ev bêtare hîro
Li Kobanî tiþtek nema
Qîr û hawar li þûn xwe ma
Kavil bû em çûne sema
Wêran bû neçûye xema
.................Boye ev bêtara hîro?
Filêketa vê kuþtinê
Kî tawanê bi xwer tînê?
Bêtarîya komkujînê
Kî vê heyfê wê hilînê?
.................Qey ev ne bêtare hîro?
Kom kujîna li kobanî
Nakevê nav bazirganî
Kengî Almaz dibê çanxil?
Hey bê qîret rûmet kanî?
................ xiþm û hem bêtare hîro
Kela berxwedanê ewe
Mêrga þehîdan tim ewe
Gula li nav baxçan ewe
Lê ê bê rûmet tim tuyî
..................xwînê dikî îpê hîro
Ev pîlan û hêlebazî
Ku tu dikî bi berazî
Ji bo kêye ceng u kuþtin
Ger tu b,welat qet ne razî?
..................Rastîya xiþmêye hîro
Ev lêhengin xwe dan kuþtin
Deryak hêsir þûn xwe hîþtin
Kezeb neman tev biriþtin
Bi xwînê ax tev tê þiþtin
...................Zanî çi bêtare hîro?
Bazirganê xwînê milet
Bese idî ev mixenet
Pîlana ku te daye dû
Aþkere kir li te sûfet
..................Tawanê vê bêtarê hîro
Hezar þehîd bi rêdane
Kobanî kefenê wane
Erd û ezman bi halane
Þîn û girî û giryane
..................Kî xwedî bêtarê hîro?


27/6/2015






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4091