Vexwe Yarê... (Diyarî bo nemirên Avdarê)
Dîrok: ÇáÃËäíä 12 ãÇÑÓ 2007
Mijar: Helbest



Ronî Elî

Vexwe yarê …

Ji peyalên xwîna Avdarê
pêsîra latên xormalê
Ava Decle û Ferat,
Mofrikên Avesta,
Pendên Konfoþyos û Zeradþt
Ji dîlokên Zbûr û Tewratê
Afsaneyên Incîl û Quranê …


Vexwe yarê …

Ji þkestina dilê min
Û serkeftina Holako
Ji çanda torînên Hecac
Û dengê (Elah û Ekber)
Ji nalîna zarokê mîdî,
Ku li ber deriyê zindanê,
Ji hinavên dayika xwe,
Bi gez û lez
Daket û ket …

Vewe yarê …

Ji dilopên barana reþ
Ku bi qamçiyên sultanan,
Di gobega çavên min de
Sînorên bêçarî û neçariyê
Li hev hûnandin
Ji alavên (1)ê Sibatê,
Ku halan û dîlan
Di gewriya keça min de
Ziwa kirin ...

Vexwe yarê ...

Ji hêstirên dayika nemiran,
Ku di (12 )ê Avdarê de
Tax û kolanên þar û gondên me,
Rakirin ser piyan
Ji kesrerên ku bi girtiyên Avdarê re,
Di þevên reþ û tarî de,
Berxwedan bi nav kirin

Vexwe yarê ...

Vexwe û nepirse
Ev çi talane
Vexwe û nebêje
Ev çi wêrane
Ji ber dixwazim
berî ku bimrim
Tenê
Dev li ken
Te bibînim …







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=403