Li Sûriyê!.... Çar Salên Xwînî !
Dîrok: ÇáÃËäíä 06 ÃÈÑíá 2015
Mijar: Nûçe



Rozad Elî *

Çar sal derbas bûn û gelê Sûryê li pêþ çavên civaka navnetewî di xwîna xwe de digevize. Þerê navxweyî ter û hiþk daye ber xwe diþewtîne û welêt serûber wêran dike.
Li gora amarên dezgehên navdewletî, di van çar salan de dora 300 hezar mirovên Sûrî hatine kuþtin. Jê derdora 225 hezaran kesên sîvîl û çekdarên rikberê ne, û dora 75 hezarî jî leþkerên dewletê û milîsên pê ve girêdayî ne. Amar didin xuyakirin jî ku bêtirî milyonek kes birîndar bûne, û rêjeyek bilind ji wan ketine rewþa kêmendamtiyê û pêdviyên taybet jê re gerek in.

Amar dibêjin jî, ku dora yanzde milyon welatiyên Sûrî ji cih û warên xwe hilbûne û bûne penaber; jê dora pênc milyon û þeþ sed hezarî li hundirê welêt belav bûne û bêtirî çar milyonan jî li paþ sînoran bûne penaber. Piraniya wan penaberan xanî û arzûyên wan wêran bûne, karûbar kavil bûne û bi kelûpelên dezgehên hawarçûnê dijîn.
Serhejmar dibêjin jî, ku nêzîk du milyon zarokên Sûrî bê xwendin û li derveyî dibistanan mane, û bi sed hezaran xwendekarên hemî astan , ji xwendinê dûr ketine.
Di warê xizmetguzariyê de jî, piraniya welatiyan ji gelek pêdviyên xizmetguzariyê bê par mane, mîna kehrebe, av, xwarin, xizmetguzariyên din û jiyaneke pir dijwar derbas dikin. Ji bilî ku dora 450 hezar kesî di bin dorpêçkirineke zor giran de ne, û pêdviyên jiyanê yên bingehîn peyda nabin û bi mirinê re rûbrû ne.
Li roja ku ew çend xwepêþanderên destpêkê li kolana Hemîdiyê li bajarê Þamê meþîn û banga azadî û demoqrasiyê kirin, bê guman wan bi niyazeke pak û dadwerî banga xwe hildan; wan guman ne dikir, ku sazûman li þûna ku bi çavekî hiþmendî û erênî li wan daxwazên rewa binêre, ewê bi siyaset û kiryarên xwe yên çewt û dûrhiþî, Sûryê bajo ser kortaleke ji êgir û barûtê.
Ji destpêkê de sazûmanê xwest, ku ew çalakiyên gelêrî yên aþtiyane bi aliyê çekdariyê de têvede, da behane bikevin destê wê, û ew jî çekan bi þêweya ku dixwaze bi kar wîne. Li wê demê hinek komên rikberê yên sergerm û destine derve jî, ji bo wê pilanê bûn alîkar, û herwiha pilana sazûmanê bi cih hat û Sûryê bi tavahî bû meydana ev þerê qirêj û demdirêj.
Roja îro, piþtî çar salan ji þer, û piþtî ewqas qurbanî, kavilî, penaberî û wêrankirina jiyanê li seranserî Sûryê, roja îro hemî aliyên þer, sazûman, rikber û dewletên li paþ wan jî, dupat dikin ku di ev þerê navxweyî de kesek wê bi ser nekeve; gihîþtine wê baweriyê jî ku çareserî tenê wê di riya hevpeyvîn û lihevkirin û çareseriyên siyasî re be.
Lê zor mixabin, derfetên çareseriyê yên ku berî çar salan hebûn, îro bi hêsanî bi dest nakevin. Eger li wê demê rikber û sazûman bi serê xwe bûn, û kanîn biryarên xwe bi xwe bistandana, roja îro gelek dest ketine nav qeyranê û çareseriyan jî.
Ji bilî ku ev þerê çar salan, birînên pir kûr di civaka Sûrî de vekirine û her rojê kûrtir dibin û dizengirin; wan civak bi gelek tiþtan ji hev perçe kirine û hîn jî berdewam in, nîvê welêt bi xelkê wê ve þerpeze kirine û nîvê din jî kirine dîl û bêçare. Lê tiþtê herî giring û xedar serîhildana nakokiyên bineolî Sunne-Þî`e ye. Her du aliyan, sazûman û rikberê, destê xwe avêtin ew pirsa pir nazik û kirine xizmeta armac û berjewendiyên xwe û gelê Sûryê dajon ser qedereke zor xirab.
Sazûman jî dizane û rikberî jî dizane, ku gelê Sûrî her katê û her rojê buhayeke pir mezin ji xwîn û paþroja xwe dide. Pir gerek û pêwîst e jî, ku hemî aliyên ev þerê navxweyî yê qirêj li xwe vegerin, þer rawestînin û dest bi hevpeyvîn û danûstandinan bikin.
Zor pêwîst e jî, ku hemî derfetên çareseriyên aþtiyane, çiqas biçûk bin jî, bi erênî werin birin, ji pilana De Mêstora û hevdîtinên Mosko de bigire û ra digihê Kongireyeke Cinêvê ye din. Yan jî Sûryê wê ji dest hemiyan here, bibe gola têrora navdewletî û bi dehan nîv dewlet, rub dewlet, dewletên bajar û gundan wê mîna balûkan lê derkevin. Ev jî ne li gor berjewendiyên herêma Rojhilata Navîn û cihana pêþketî ye; û bêguman ne li gor berjewendiya gelê Kurd e jî, çinkî em bixwazin û nexwazin, em Kurd wek gel û doz, xelekeke lawaz in di ev rewþa Sûriyê ya pir aloz de. Û em ji hemiyan bêtir dozdarên aþtî û aramiyê ne.
* Rojnama Newroz – hejmar / 108 / -   Ji weþanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê .





Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=4017