8ê Adarê û Rewşen Xanim Bedirxan wek Sembola Jina Kurd a Têkoşer 1909 – 1992
Dîrok: ÇáÃÍÏ 08 ãÇÑÓ 2015
Mijar: Nûçe



Konê Reş

   Xweyîngino! Ez careke din dibêjim me jinên Kurdên îro, yên ko nifşê miletê me yê ayindê li ber destê xwe bixwedî dikin, me dû wezîfeyên giran hene: hînbûn û hînkirin. Ji lewra ji me re divêt berî pêşîn em bibin şagirit û di pey re mamoste: mamosteyê zarokên xwe.. (Rewşen xanim Bedirxan / Hawar No: 27 / 1941)
   Bi vê helkeftinê (8 Adarê), bi min xweş e ku hinekî ronahiyê berdim dor navê Rewşen xanim Bedirxan, wek jinek kurd ku xebat û bizav di ber rewşenbîriya Kurdî de kiriye û navê wê di huş û bîra kurdan hatiye tomar kirin. Belê berî ku ez derbasî mijara xwe bibin, pêdivîye ku ez bi rengekî panoramî û bi kurtî rewşa jina Kurd di çerxê 20 an de, di ber çavan re derbas kim.



   Di destpêka çerxê 20 an de, navê hin jinên kurd di nav tevger û civata kurdî de hatine diyar kirin, ewên ku li kêleka mêrê kurd sekinîne û pêre beşdarî di bûyerên Kurdisanî de kirine  Çi di warê têkoşîn û berxwedanê de û çi di warê rewşenbîrî û civakî de.
Di sala 1908 an de, piştî mirina Îbrahîm Paşayê Milî, jina wî (Xensa Paşa), şûna wî girtiye û bi kar û barê hoza Milan ve rabûye. Di sala 1920 an de, keç û jinên Bedirxaniyan komelek bi navê jinan li Stenbolê, ji bo mafê xwe yê windayî ava kirine.. Di nîvê çerxê 20 an yê pêşîn de (Hefse Xanim Neqîb), nav û dengekî bilind di Kurdisanê de daye û hatiye naskirin wek pêşewaya Silêmaniyê; hem bi çalakiyên xwe di ber jina kurd de û hem bi bervedêriya xwe di ber mafê gelê kurd de. Mala vê şêrejina kurd li Silêmaniyê wek dibistanekê bû ji jinên kurdan re û çendî car vê jina kurd hawar û gaziya kurdan gîhandiye Ewrûpa û ew bû ya ku komara demokrat li Mehabad pîroz kir..
   Di salên 1927-1930 î de jî navê Yaşar xanim, kebaniya qehremanê kurd Îhsan Nûrî Paşa di nav gel de bi mêranî hatiye belav kirin û bi saya wê gelek jinên hoza Celaliyan beşdarî şerê Romê bûne... Di sala 1946 an de, Mîna Xanim Qazî, kebaniya Pêşewa Qazî Mihemed roleke berz di şiyarbûna jinên Mehabadê de lîstiye, hem jî qencî jêreye ku wê bingehê yekîtiya afretên komara Mehabadê danî ye.
   Li gor xwendin, xepartin û serwextiya min ji civata kurdî re û ji gelek rexan ve, mêze dikim ku jina kurd li gel mêrê kurd rolek berçav lîstiye. Belê ji ber gelek sedeman ve, navê wê di tariyê de maye, hêj ew ronahiya pêdivî nehatiye berdan ser kar û xebatên wê..
   Sebaretî Rewşen xanim Bedirxan, wek rewşenbîrek Kurd a jin; rolek berz di şiyarbûn û tevdana hestê netewî de lîstiye, nemaze di warê rewşenbîrî de. Ew yekemîn jina kurd e ku bi elfabeya Kurdî latînî nivîsandiye û di vî warî de alîkarî bi kurmamê xwe mîr Celadet Bedirxan re kiriye.. Nexasim di derhênan û weşandina herdu kovarên wê de; Hawar û Ronahî.. Hem jî bi navtêdan û dehifdana wê û Mîr Celadet nivîskarên wek Cegerxwîn, Osman Sebrî, Qedrî Can hatine holê. Piştî koçkirina mîr Celadet di roja 15.07.1951ê de, Rewşen Xanim di sala 1955 an de komelak bi navê (Komela Vejandina Çanda Kurdî), li Şamî damezirandiye, di gel Dr. Nûreddîn Zaza, Osman Sebrî, Hemîdê Derwêş.. û ji wê hingê ve, bi rengekî aktîv bi karê rewşenbîrî rabûye.
   Rewşen xanim Bedirxan kî ye? Neviya mîrê Cizîra Botan e, dotmama û kebaniya pispor û zimanzanê bejin bilind mîr Celadet Bedirxan e. Ji Bedirxaniyên pir belav di çar kenarên cîhanê de, ew mabû ku, pêmayê Bedirxaniyan ji, dîroka Cizîra Botan, mîrgeha mîr Bedirxan, serboriya mîr Celadet û Dr. Kamîran li ser refikên pirtûkxaneya hiş û xeyalê xwe de diparast û di mala xwe de bi zimanê kurdî bi keça xwe Sînem xan û kurê xwe Cemşîd re diaxifî.
   Li gor her 83 salên ku di sere derbas bibûn, danûstandin wê bi welatparêzên kurdan re hebû û tev jêre bibûn pend, zanîn, kurdzanîn û zanîndan.. Ta berî ku koça dawî bike, Rewşen Bedirxan a tekane bû di nav Bedirxaniyan de ku navê Bedirxaniyan diparast. Wê jî mîna herdû pismamên xwe Mîr Celadet û Dr. Kamîran Bedirxan ew şop dimeşand..
Konê Reş, Qamişlo, 08.03.2015






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3995