Di 5 Saliya Koçkirina Rezoyê Osê de
Dîrok: ÇáÃÑÈÚÇÁ 04 ãÇÑÓ 2015
Mijar: Nûçe



Konê Reþ

   Rezo! Stûnek bingehîn bû ji rewþenbîriya Kurdî re li Rojava.. Bi saya wî rojnamegeriya Kurdî derbasî qunaxek nû bû. Dema ku wî û hevalê xwe Zagrosê Haco di sala 1983 an de kovara Stêr bi rengekî nûjentir ji kovarên mayî wek Gulistan û Gelawêj çap û belav kirin..
   Rezo hezkerekî folklorê Kurdî bû..   Ew mîna þêxê rewþenbîrên Kurdan bû li Qamiþlo û di nav tevayî nivîskarên Binxetê de wek þêxê rewþenbîrên Kurdan dihat naskirin. Civîna rewþenbîrî ku ew ne di nav de ba, ew civîn seqet û ne cihê baweriyê dihat dîtin..

   Her dem þagirtên wî hebûn, ew fêrî zimanê kurdî dikirin û gelek caran di buroya xwe de jî ew fêr dikirin.. Wek ku li berhemên dost û hevalên xwe guhdar û miqatebû, wiha li berhemên xwe ne miqatebû.  Ew mîna sembolekê bû ji zimanê kurdî re.
 Erê, Qamiþlo evîndarekî zimanê Kurdî winda kir, belê bi saya keda wî û ew korsên ku wî ji þagirtan re vedikirin, roja îro bi hebûna wan þagirtan, ez bawerim wê dîmenên rewþenbîriya Kurdî li Binxetê xweþ û geþ bimîne.
   Bela koçkirina wî ji rewþenbîrên Kurdan re mîna likumandina hespê be. Hêviyên me bi xortên me yên nûhatî mezin e, hêviyên me bi evîndarên zimanê me mezin e û em xweþ bawerin ku, ew xwe ji þop û rêbaza rehmetiyê Rezo nedin alî. Û wiha ez bawerim wê dîmenên rewþenbîriya kurdî a resen bê parastin û geþ bimîne.
Konê Reþ
 Qamiþlo, 04/03/2015






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3989