Danasīna Pyd
Dīrok: ĒįĢćŚÉ 13 ŻČŃĒķŃ 2015
Mijar: Nūēe



Qado Žêrîn

Partiya Yekîtiya Demuqratîk(Pyd) partiyek çilo û çawa ye?
Pyd tije silogan û duružme ye, lê armanc nîn in an jî nediyarin.
Hin caran tê ragihandin ku Pyd žerê Daiž û Eniya Nusre dike, lê di dûv re hin karên hevbež derdikevin, wek nimûne li Serê Kaniyê. (žervanê cîhanî li dijî terorê).
Pyd xwe partiyek kurdî nabîne, ne ji ber ku di navê wê de peyva kurd tune, lê ji kiryar û rêbaza Kantonan diyar e, ji silogana Ometa Demuqrat diyare, ew tižtekî ji gelê kurd re naxwaze, bêtir dižibe partiyên Qomonîst.



Hin caran serkirdeyên Pyd(Salih Mislim li ser kenala Al-Arabiya) dibêjin ew ji Pkk cudane, lê her kes dizane ku di bin sîwana pkk de ye û biryara xwe ji Qendîlê distîne. Wek nimûne daxwiyanî û helwesta Cemîl Bayiq di derbarê Kobanî de, û bilind kirina ala rež li ser dam û dezgehên Kantonan di salvegera girtina Ocalan de.
Carinan pyd dibêje li dijî rêjîma Bežar e, lê wek nimûne li Qamižlo bi rêjîmê re dijî û bi hev re bajêr birêve dibin. Jixwe senaryoya qažo rizgar kirina Rimêlan hevkariya Pyd bi rêjîmê re ežkere û zelal dike.
Carinan Pyd dibêje ku ew bi žoreža gelêrî ya Sûrî re ye, lê li gelek dever û cihan çalakvanên žoreža Sûrî digre û dikuje, wek komkujiya Til Xezal li Kobanî, malbata Nehsan li Efrînê û malbata Bedro li Qamižlo û komkujiya Amûdê.
Hin caran wan kesan ew ên pižtgiriya Artêža Azad(A.A) dikin digre û dikuje(girtina xort û komkujiya Amûdê wek nimûne), lê di dûv re bi A.A re rêkeftinan imze dike û pêk tîne. Rêkeftina bi Eniya Islamî li Efrînê wek nimûne.(bi yan li dijî žorežê ye ?).
Endam û pižtgirên xwe li dijî Tirkiyeyê sor dike, lê pižtî du rojan tê ragihandin ku serokatiya wê bi Mît û serokê Mîtê Hakan Fîdan re civîn li dar xistine. Civînên Salih Mislim bi Hakan Fidan re wek nimûne.(qažo žervanekî Kurdistanî neteweyî ye).
Carinan endam û pižtgirên xwe li dijî Emerîka empiryalîst sor dike, û hin caran çekan ji Emerîka dixwaze û parsê jê dike ku wê nas bike(qažo li dijî empiryalîst û sermayedariyê ye).
Hin caran bi rêjîm û artêža rêjîmê ya qažo ne urûbî ye re li dijî dijberiya(urûbî) žer dike, û hin caran dibêje em li dijî rêjîmê ne( rola dijbera li ser daxwazan dilîze).
Carinan alîkarî û pižtgiriyê ji herêma Kurdistanê dixwaze, û carinan herêmê dike xayîn û xwefirož û dibêje emê Bažûr perwerde bikin.
Carinan li dijî Îranê derdikeve, û carinan di dawa wê de bang dibe. Rawestandina žerê PJAKê li Îranê(di navbera Sune û Žîhiya endaman de žažo-mažo maye).
Carinan berevaniyê di ber fikra neteweyî de dike, û gelek caran jî žerê wê dike û li dij dewleta kurdî ya neteweyî derdikeve. Gelek nimûne hene(wek jê tê xwestin).
Xwendevanino; bawer bikin an nekin, hûn azad in, Pyd û pkk di sê salên dawî de endam û pižtgirên xwe bi hemû aliyan ve ber bi mirin û kiryarên žaž ve ajotine, bê ku armanc hebe û bê ku zanibin çi dikin, û hemû li ser pižta neteweya kurd û xwîna gelê kurd e. Nimûne gelek in, lê êrîžên li ser Bažûrê Kurdistanê wexta kolana Xindeqan û kužtina bi sedan ji žervanên Ypg di žerê Til Hemîs de, bê ku kesek zanibe çilo û çima hatin kužtin. Nimûneyek din; xwepêžandana wan li Bayeren Munschen a Elmanî li dijî NATO yê bi firokeyên xwe Kobanî rizgar kir
Guhertina helwest û gotar, silogan û duružme, dijmin û dostan ji aliyê Pyd û Pkk ve dikare di 24saetan de bên guhertin, bûye sîstem û rêbaz, daku tim û tim endam û pižtgirên xwe mijûl bike. Ev yek pižtrast dike ku biryara wan ne azad û serbest e, ne aram e, ne ji ba wan e, û rewženbîr û aqilmend di nav wan de tune ne, yan jî ne li cihê biryarê ne daku aramiyê bixin helwest û gotara wan de, bixin silogan û duružmeyên wan de, bixin armanc û dozên wan de, û li dawî bixin dijmin û dostên wan de.
Helwest û gotara Pyd di derbarê siberojê de ne diyar e, her wiha di derbarê pirsa gelê kurd e jî ne zelal e, çimkî carinan wek partiyek ne kurd tevdigere li gel ku xwe di bin sîwana kurdayetiyê de vedižêre, êdî kesek nizane wê sibe çi bê serê wê, wek çilo siberoja pkk li bakurê Kurdistanê nediyare.
Têbînî: ji bo nivîsandina evê gotarê, sûd ji nivîsek rêzdar Jiyan Omer hatiye girtin.
www.qadoserin.com
Hollenda, 11/02/2015






Cihź ev nūēe jź hatiye: Welatź me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vź nūēeyź navnīžan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3973