Ber bi pirojeya kurdistanî isteratîcîk de.. Xelek 24.. Ramana netewî kurdistanî kevin
Dîrok: ÇáÃËäíä 26 íäÇíÑ 2015
Mijar: Nûçe



Dr. Ehmed Xelîl
Werger: Heyder Omer

Ez diramim, ez Kurd im:
Nîşanên nebûna pirojeya rizgarî isteratîcîk di dîroka me ya nû de gelek in, pirojeyeke wusa tune ye, ku me ji pergala bazdanê, ya ji 25 sedsalan de didome, derxîne, û me li hember bobelatên, ku bi ser me  de hatine û tên jî ( ya dawî heya îro bobelata Şingalê bû) biparêze, û em pê  mirovanî û welatê xwe  vegerînin. Armanca van lêkolînên ber destên me ew e, ku em di avakirina pirojeyeke welê de hevpar bin. Ev lêkolîna me jî dikeve çarçewa lêgerîna ramana netewî kurdistanî de.

Ageha netewî û ramana netewî rûdanên hişyariya netewî komel in, lê ji hev cuda ne; ageha netewî pêzanîna jixweberê ye, ku mirov kesê miletekî ye, û gava dibêje: (Ez Kurd im), bi awayê jixweber pêzanîna nasnameya xwe diderbirîne. Ew bi vê pêzanîna jixweber, di demên tengasiyan de, dibe mêldarê miletê xwe, û xwe li hember helwestên payebilind, serbilind dibîne, û li hember helwestên dagerî jî bi kêmasiyê hestewar e. Heye ev ageha netewî bibe sedema helwestên lezok û bê pîvan.
Lê ramana netewî  pêzanîna hişmendî ye, ku mirov kesê miletekî ye. Ev pêzanîna hişmend pêzanîna jixweber dike erka hişiyar û xwedî doz û berdewam. Rast e ku ev awayê pêzanînê (ramana netewî) li ser bingeha ageha netewî tê damezirandin, lê bi piranî pûnijî ye, pûnijiya ku bingeha wê operasiyonên hişmandî ne, wek bibîranîn,têrwanîn, hûrnêrîn, biryardan û wergirtina encaman ji destpêkan, û bidestxistina biryara gelemper (zagon) ji hûrgiliyan, û naskirina  nediyaran bi alîkariya zanyariyên bidestxistî(1).
Gava Rene Decares gotiye: „Ez diramim, dêmek ez he me” ewî pêzanîna hebûna xwe ji layê ramanî de, ne tenê ji layê agehî de, diderbirand. Ew bi alîkariya operasiyonên bingehîn ên pûnijiyê gîhaye wê yekê, ku bi rastî, ne bi leylanî, he ye. Weha jî Kurdê xwediyê ramana netewî asta hişyariya jixweber, û pergalên lezok û bê pîvan derbas dike, û bestina xwe ya kurdistanî li ser bingehên hişmendî rehkûr dadimezirîne, wê hîngê dikare gotina „Ez Kurd im“ bi pêşve bibe, û hilde asta „Ez diramim, dêmek ez Kurd im“.
Rûdanên ramana me ya netewî kevin:
Qunaxa, ku ramana netewî tê de pêk tê, ew qunaxa ye ku bestina li gel milet bi pêş bestina li gel êlê an ol an çîna civakî dikeve, di vê qunaxê de hewcedariya damezirandina (dewletê – milet) rû dide. Hebûna dewletan di dîroka me ya kevin de nîşana wê yekê ye, ku pêşiyên me, nemaze entilcênsiya polîtîkê û rewşenbîran, hinek karînên ramana netewî, li gor heyamên çerxên, ku tê de jiya bûn, bi dest xistibûn. Nimûneyên vê yekê gelek in, emê li jêr çêla hinekan bikin.
*Pêşewayê Med, Deyako (sala 675-674 b.z mirî) hevgirtina êlî ava kir, û ji dêvla bestina li gel (dewleta êlê) ya li gel (dewleta milet) peyda kir, û şahnişîna Med damezirand, û ferman da ji bo ku paytexta Egbatana (Amedan / Hemedan) û seraya şahnişînê werin avakirin, û artêşa dewletê damezirand, leşker hîn kirin, û paşê jî li hember şahnişîna Aşûr ra bû, ji bo rizgarkirina welatê Med ji destên wan, bi xwe ceng bi rêve birin(2). Ev tevdîra Deyako ne tenê ji ber ageha wî bû, ku ew kesekî Medî ye, belê bi ser de jî ji ber pêzanîna hişmend bû, ku bestina li gel Med çi wate he ye, û çi erkên netewî û niştimanî ji ber wî awayê bestinê peyda dibin. Ev yeka dide xuyakirin, ku Deyako xwedî ramana netewî bû.
*Pêşewayê Med Harpak li gel qeralê farisî Koreşê duwen awanbazî girêda, pê re jî farisan sala (550 b. z) şahnişîna Med dagîr kirin, û Ezdehakê ku dawîtir qeralê Med bû, hat dîlkirin. Gava ew di zîndanê de bû, Harpak çû ba wî û tinazî pê kirin, wê hingê Ezdehak zanî, ku Harpak li gel Koreşê duwem awanbazî kiriye, û li wî nerî û gotê: “Dêmek tu di nav mirovaniyê de ne tenê kêmtirîn kes e, belê bi ser de jî tu serserîtirîn mirov e. Eger ev yeka bi rastî tevdîra te be, divê tu bûba qeral …lê pergala, ku nûka peyda bûye, ew e ku Medên bê guneh, ku serdar bûn, nûka bûne kole, û Farisên ku koleyên Med bûn, nûka bûne serdarê wan”(3).
Ev gotina Ezdehak ramana netewî diderbirîne, ewî dizanîbû, ku miletê dewleta xwe ji dest dide, lêvegera xwe jî ji dest dide, biryar û rûmeta xwe jî ji dest dide, û di nav destên xelkê de dibe lîstok. Ewî dizanî jî gava Med ketin bin destlata Farisan, ketin pergala koletiyê jî, vê lomê nerîna wî li ser Harpak û kesên weke wî yên entilcênsiya niştimanî, ku destan ji dewleta netewî/niştimanî dikşînin ne tenê erzan û xwehez in, belê bi ser de jî serseriyên nezan in.
*Dîrokzanê me yê mezin mîr Şerefxanê Bedlîsî sala (1596 z) pirtûka xwe Şerefname bi dawî anî, wê hîngê Kurd bindest bûn, û Kurdistan jî hem dagîrkirî bû, û hem jî di nav her du dewletên Sefewî û Osmanî de parvekirî bû. Wergirtina biryara nivisandina dîroka hukumdar û mîrên Kurd, û civandina zanyariyên durist ji nav jêderên erebî, farisî û osmanî didine xuyakirin, ku mîr Şerefxan, li gor pêvanên nîrên Kurdistanê wê hîngê, xwedî ramana netewî ya pêşketî bû, ewî rola dîrokê di çalakirina hesta netewî û di bihêzkirina parastina nasnameya netewî, û hesta hevbestina li gel milet de,  nas kiribû.
Tiştê balkêş ew e, ku mîr Şerefxan yekser dest bi nûçeyên hukumdar û mîrên Kurd nekir, belê pêşî pêşgotineke, ku tê de şaxên hanê diyar kirin, nivisand: Her çar şaxên miletê Kurd (Kurmanc, Lur, Gelhur û Goran), û sînorên Kurdistanê û nirxên sinçî yên kurdî, û hinek kesayetiyên leheng (Rustemê Zal, û Behram opîn) û hinek zanayên Kurd yên navdar, û bi azar û dilşewatî li ba nexwaşiya perçebûnê di nav miletê Kurd de,  û lihevnekirina wan di bin sîbera rêvebirekî Kurd de, rawestiya, û rola êkologiya kurdistanî çiyayî di pêkhatina vê numandeyê de numa kir.
Pelandin û lêkolîna van babetan didine xuyakirin, ku mîr Şerefxan xwedî ramana netewî rehkûr û asofireh bû, û hewl dida, ku vê ramanê, di riya pênasîna welat û dîrok û nirx û aloziyên  Kurd re, li nav miletê xwe belav bike.
*Helbestvanê me yê mezin Ehmedê Xanî li bakurê Kurdistanê di navbera salên (1651 – 1707 z) de jiya bû, Kurdistan wê hîngê hem dagîrkirî bû, û hem jî di nav her du dewletên Farisî û Osmanî de parvekirî bû, û her du dewletan, li gor hevpeymana Seraya Şîrîn sala (1639 z) sînorên, ku li ser lihev nedikirin, çespandin. Ev yeka hem berevacî berjewendiyên miletê Kurd bû, û hem jî, ji bo dagîrkirina Kurdistanê,  pareke hevkariya wan her du dewletan bû.
Bûyereke, ku metirsiya wê bi vê giraniyê be, dê ji rewşenbîrekî mezin wek Ehmedê Xanî ve ne veşartî be, û nivisandina  destana Mem û Zînê ne tenê ji bo wê yekê bû, ku çîroka evînekê dinivisîne, belê bi ser de jî, li asta netewî/niştimanî, mebestine wî ye din hebûn. Vê lomê jî wî gotiye:
Herfa, ku me gotî, neqş hûr e.
Lê mqesed û maneya wê kûr e(5).
Ehmedê Xanî, di destana Mem û Zînê, de, ramanan xwe ya netewî, li her astên polîtîkî û civakî û nirxî û ciwanî, diderbirand. Tevdîra wî, ku yekser di pey pêşgotina ayînî re, nerîna û boçûna xwe li ser doza dewletê û rêvebiriya netewî û pêşveçûna şaristanî aşkere kir, ne bê wate bû. Ewî gotiye:
Qet mumkine ji çerxî lewleb?!.
Tali-i  bibitin ji bo me kewkeb?!.
Bextê me ji bo me bibit yar.
Çarek bibitin ji xewab hişyar.
Rabit ji me jî cihan penahek.
Peyda bibitin ji me padîşahek.
Şûrê hunera me bête danîn.
Qedrê qelema me bête zanîn.
Derdê me bibîntin îlacê.
Îlmê me bibîntin rewacê(6).
……………………………
Ger dê hebûwa me padîşahek.
Laîq bidiya xwedê kulahek.
Teiyîn bibûwa ji bo wî textek.
Zahir vedibû ji bo me bextek.
Hasil bibibûwa ji bo wî tacek.
Elbette dibû me jî rewacek.
Xemxwarî dikir li me yetîman.
Tînane der ji dest leîman.
Xalib nedibû li ser me ev Rom.
Nedibûne xerabeyê di dest Bom.
Emma ji ezel Xwedê wusa kir.
Ev Rom û Ereb li ser me rakir.
Tabeîyyet wan eger çi ar e.
Ev Ar li xelkî namedar e.
Namûs e li hakim û emîran.
Tawan çiye şaîr û feqîran?!(7).
……………………………..
Ger dê hebûwa me îttîfaqek.
Vêkra bikira me înqiyadek.
Tekmîl dikir me dîn û dewlet.
Tehsîl dikir me îlm û hîkmet.
Rom û Ereb û Ecem temamî.
Hemiyan ji me re dikir xulamî(8).
Bi rastî Ehmedê Xanî, bi kûrahî bi rewşa miletê xwe dipûnijî, ewî didît ku Kurdistan dagîrkirî û parvekirî ye, û hukumdar û mîrên Kurd bi daxwaz û berjewendiyên xwe mijûl in, û cemawerê milet ji ber nezanî û xizanî û nakokiyên navxweyî bi azazr in. Ewî rewşa Kurd û ya cînarên Ereb û Faris û Tirk; xwediyên împeretoriyan, didane ber hev, û ji bo bê dewletbûna Kurd, û dagîrbûna wan û nakokiyên wan xwe bi xwe, gelekî şîndar bû, û gelek azar dikêşan ji ber ku miletên mayîn (din) xwedî wêje û destan in, lê Kurd ne wusa ne, pê re jî dagirtina vê valahiyê hilda ser milên xwe, û destana Mem û Zînê afirand:
Da xelk nebêjtin, ku Ekrad.
Bê meirîfet in, bê esl û binyad(9).
Xanî destên xwe danî ser bingeha doza kurdî, ew jî nebûna dewletê ye, nebûna rêvebirê jîrek û wêrek û dilsoz e, ku refên Kurd bide ser hev, û dewleta wan ava bike. Wê hîngê ne tenê mirovê Kurd dê ji koletiyê rizgar bibe, belê bi ser de jî dê Kurd di bin sîbera dewlet û rêvebiriya xwe de, di warên şaristaniyê de, bi pêş miletên derdorê kevin.
Evanên derbas bûne, tenê hinek çirûskên ramana netewî kurdistanî kevn in, lê ka ramana netewî kurdistanî hemdem çawa xuya dibe? Bila ev jî babeta ku wê were be.
  Û çi dibe bila bibe, dive Kurdistan rizgar bibe.
     28. 09. 2014   
Jêder û çavkanî:
(1)   Kemîl El-Hac: El-Mewsûe El-Muyessere fî El-Fîkr El-Felsefî we El-Îctîmaî, rû 33, 34, 155. Cemîl Selîba: El-Mu-icem El-Felsefî, çapa 1971, 1/317.
(2)   Herodotus: Tarîx Herodotus, rû 77. Dyakonov: Mîdya, rû 170, 171. William Durant: Qisset El-Hedare: 2/400. Harvey Porter: Mewsüet muxteser El-Tarîx El-Qedîm, rû 83.
(3)   Herodotus: Jêdera navborî, rû 93.
(4)   El-Emîr Şeref Xan Bedlîsî: Şerefname, rû 39-45.
(5)   Ehmed Xanî: Men û Zîn, rû 89.
(6)   Ehmed Xanî: Jêdera navborî: rû 133.
(7)   Ehmed Xanî: Jêdera navborî: rû 138-140.
(8)   Ehmed Xanî: Jêdera navborî: rû, 143.
(9)   Ehmed Xanî: Jêdera navborî: rû 145.






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3955