
Dojeha Lêvên penaberiyê
Dîrok: ÇáËáÇËÇÁ 20 íäÇíÑ 2015 Mijar: Nûçe
 Ronî ELÎ
Berî ku destên xwe ji dilê min daweþînî Û di riyeke Aþopî de þerpeze bibî Piþta xwe bide vê Dara Ku ji ahînên min þewitî
Da di sawirên xewe de Weke þêwekarekî zîrek hewlbidim Dîmena Mijgulên te yên ku bi ser çavên min de dernexûn bûne Di dilê xwe de piçespînim Çimkî Li paþ Darê Nîgarên ji leylanan Piþta Miþtenûr Deþta Cûmê Û hembêza Qamiþlokê Di giyanê min de Weke Paçikê devê miriyan Hêviyên penaber dirêsin
Berî ku Dîkê Sibehê Di awatên min de Guloka xwîmê vereþîne Pêþwaziya dilê min Li ber deriyê dojeha lêvên xwe Bi siwarên Payîzê re Bike heval Ji ber ku Nema Îdî xunçeyên Biharan Ji sînga min re Dibine sîbera tenahiyê Piþtî ku Lêvên te Agirê wêranê Bi koça min re Kire rêhevalê penaberoyeke Bê nav Bê sînor Û bê dawî
1212015 ------------------ Teyrokên Ziwa
Ronî ELÎ
Bihêle li ser neynûkên te Rondikên xwe Daweþînim Û ziwa bikim Çimkî welatê ku giriyê min hembêz dikir Tu kes hêrsa dilê wî Venamrîne Û hêstirên wî Ziwa nake
Bihêle carekê Di Çavên te de Tîna welatê xwe Hembêz kim Çimkî Ji roja roj de Tu kesî Serma dil Ji kaniya omîdên min dernexist Û hembêza min germ nekir
Bihêle li ser sînga te de Nexeþeya penaberiyê vereþînim Da riya vegera Wehwehokên Biharê Li Guliyên te Biþopînim Çimkî Di kolanên beyaniyê de Rê û rêçik Di hev re derbas dibin Û min wenda dikin
Bihêle carekê Kêlîka ramûsanan Dirêj bibe Ta teyrokên xwîna min Di serê tiliyan de bicivin Çimkî Li welatê min Ramûsan ji dengê teyrokan Dûr dibezin Û Teyrok jî Lêvan dernexûn dikin 612015
|
|