Nerxên dil
Dîrok: ÇáÎãíÓ 08 íäÇíÑ 2015
Mijar: Nûçe




R.dil birîn

ezê hestên xwe ji ilhamekê bistînim
di nav xewn û xeyalan de bigerînim
bi rengên þêrîn neqþên zêrîn
di buhareke rengînde bixmlînim



di weynekêþa çevande bineqþînim
di nav dilê dil soz û dil paka biçînim
derman bidim ji dilê dil birîn binîvsînim
ji dil û can di helbestekêde wergerînim 
bi tîpên derya dibistana evînê
tîp bi tîp di ristikekêde bihûnim
bi evîndarîya dilê mem û zînê
ji bilbilre buhareke bi gul bînim
bi soz û peymana derwêþ û edûlan
bi melaîketên xaka pîroz rojê bînim 
ji hemî ol zar û ziman û rengê jînê
bi nav û nîþan reng û ziman bixemlînim
ji nav dilê evîndarên jîn û vejînê
bi zimanê dayika pîroz binerxînim
07.01.2015






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3935