Serhildana Qamiþlo sund û lêvegera kurdiye!!
Dîrok: ÇáÓÈÊ 10 ãÇÑÓ 2007
Mijar: gotar



Dr.Zara Brahîm

Em karin bêjin piþtî serhildana 12Avdarê, pirsa kurdî li Sûrî di qunaxeke nû de derbas dibe, dengvedaneke herêmî û cîhanî xurt stand. Miletê Sûrî jî bi vî tiþtî agahdar bû ku miletekî kurd heye û xwedî erd


dîrok û nasnameye tevlî ku bandora wê îdyolojiya erebî teng, ya ku her kesî di welatê ereban de ereb dibînin, rê nadê mêjiy wan ku me bipejirînin. Kêþeya kurdî bû cihê lêpirsînê û giftûgoyê û êdî ji wan qulên teng derket û xwe da pêþ, ber bi riya çareserkirinê de di paþerojê de diçê. Ev hemû divegerê wê xuîna wan qehreman û gernasên wê serhildanê ye, yên ku em serê xwe li ber wan di tewînin û cihê serbilindayiyê ne û  dive ku nirxandin jî li gor wê comerdiyê
be.
Gelê kurd daxuyakirin ew yekîtiya xwe ya netewî, çi di ferhiyê de û çi di
tengahiyê de be, gavin mezin hatin avêtin bi gelekî li pêþiya bizavê, ya ku
xwe pir dûrî wan bûyerên nû û mezin dîtibû, loma piþtî sêsaliya vê
serhildanê, em vê pirsê ji tevgera xwe dikin ka çi sûde jê girtin!! Ma gelo
xwendineke nû wê hebe li ser rewþa ku hate lidarxistin!!
Ev pirs xwe têne ziman, nemaze ku îro gelek gotin tên kirin li ser lêvegerk
kurdî ku bê damezrandin û gelek partî û hêz xwe dibînin bav û kalê kurdan û zû jibîrkirin bê kî xwediyê serhildanê bû!!
Di baweriya min de, tevgera kurdî bi þêwaza xwe ya niha, ne ligor demê û bûyerên wê ye û pêwîste ku ew êdî carekê tenê li xwe vegerê bi mêranî, çikû ne kêmasiye û eger ew xwe dibîne xwedî û nûnerê vî miletî, gereke pêþî wateya yekîtiya kurdan ji wê serhildana pîroz bigre û li ser wê bingihê xwendineke siyasî nû, danîna plan û birnameyên nih  û hevbeþbûna gotina kurdî di derbarê pirs û doza kurdî di Sûrî de, da êdî kurd pêþî daxwazên xwe nas bikin û ji opozîsiyona erebî û rêjîmê re jî bête xuyanîkirin bi rengekî wek hev û zelal û da ku em ji wê mij û morana daxwaza pirsa kurdî xelas bibin û li hember her kesî hiþkere bin.







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=393