Mirov û nasname
Dîrok: ÇáÓÈÊ 03 íäÇíÑ 2015
Mijar: Nûçe



Beyar Robarî

Wek têzanîn nasname biþêwak yekser, kerteke mirov bi xelkê dide nasîn û hin agahiyên bingehîn têde hene, wek nav, paþnav û mêjûya bûyîna mirov û çend tiþtên din. Lê wek em zanin têgîna «nasname» ji wisa kûrtir û feretire.

Nasname wek têgînek felsefî, tê wateya hestyariya mirov û bîr û baweriyên wî, tev têkeliyên xweyên civak, yên kû mirov pê tê stran û dagirtin. Yek ji wan peywendiyan malbbete û taxe, dibistane û gund an bajarê kû ew kesa lê dijî. Di pê wan re, sendîkat tê, partî, welat, saziyên navnetewî wek Yekîtiya Xwendekarên Cîhanê û hin rêxistinin din.


Ji van gotinên jorîn tê xuyakirin, kû nasnameyên mirov zêdetirî yekêne, û her nasnamak ji wan bazingek û her bazinkek ya din temam dike. Lê herkî bazing ji mirov ve nêzîk dibe, w zêdetir pêve tê girêdan. Wek din em kanin bêjin nasname bixwe du cûrene ew jî evin:

Cureya yekemîn:
Yekemîn nasname kû mirov bidest dixe, dema ji dayîka xwe dibe ye. Ew jî ayenda wî ye û duyemîn jî netewîtiya xwe ye.  Û ev nasnameyan netên guhartin bi demê re, ger mirov bixwaze jî. Raste hin mêr hene, dixwazin birêya niþtegeriyan zayenda xwe bigharin yanê bijin bin, lê ew bi sernakevin. Û mirovek çiqas hewil bide nikane ji netewatiya xwe derê û bughara. Hincaran mirov kane hevwelatiya dewletek din qezencke.

Cureya duyemîn: Ev cûreya bi xwe dubeþin:
-Beþê yekemîn:
Xudan (dayîk û bab) didin zarokê xwe, wek ziman, ol û çad.
-Beþê duyemîn:
Vê beþê mirov bi xwe de qezenc dike, û bi zanabûn û ezmûneya mirove girêdayî ye, wek endametiya sazî û partiyan.

Ev nasnameyan tên guhartin, û ew bi rewþ û mercên jiyana her kesekî ve girêdayî ne. Guhartina olan hinekî zehmetî têde hene, jiber kû civak bi çavekî xerab li wan mirovên ola xwe digharnî, dinêre û liba mislimanan wî kesî dikujin!!

Wek din em zanin kû di hundir her nasnameyekê de, nasnameyên biçûk (þaxî) hene. Wek numîne:
Nasnameya niþtimanî:
Nasnama niþtimanî ji çend nasnameyên biçûk pêktê, wek nasnameya herêmî, bajarî an zaravî û kêm netewî.

Nasnameya olî:
Di hundir her olkê de, gelek nasnameyên çûk û cûda hene, wek numîne di ola Felehî de, Ketolîk hene, Prostêstantî, Angilîkî û Artodoksî hene. Her wisa dinav ola Îslamî de, Sunî hene û Þîhî hene û Henefî, Þafhî hene.

Nasnameya zimanî:
Wek têzanîn, di hundir her zimanekî de, zaravên cûda hene. Hûn bala xwe bi zimanê kurdî û erebî din, çend û çend zarav xwe hene.

Nasnameya ramyarî (siyasî):
Her dîsan di hundir her pratiyeka siyasî de, komên cûda hene, em dibînin komek ji wan çepe û yek rast û yan navendî ye.

Nasnameya çandî:
Ev nasnama bi zarav zimên û xwarin û tore, kinc, stran û reqsa xelkê her herêmekê ve girêdayî ye.
Pirsa din kû têkirin çawa guhartin di nasnameyan de tên pêkanîn?  
Jiber kû nasnameyên qezenckirî, bi jîngeha derdora wê ve girêdayî ne, bi demê re hêdî-hêdî tên guhartin û þêwak din dibin. Û hin nasname bi carekê re tên guhartin, wek dema Slovak ji Çîkan qetînî.
Wek din pêwîste, ez ji bêjim kû pir zehmeta miletek an komek mirov li nasnameya kevin vegerin piþtî berdana wê. Wek Kurd û nasnameya xwe ya ola Zaredeþtî. Û em ji dîrokê zanin, pir mirov hene dema nasnameya digharin, paþê dijminatiya wa nasameya xwe berê dikin!!

Ji bilî wê di nava her nasnameyekê de, kesên radîkal hene û bi çavek xerab li nasnameya kesên din dinêrin.

Pirsa din kû tê kirin, ma gelo mirov kane beþek ji nasnameya xwe ji kesek din re berde??

Ez kanim bi rehetî bêjim, belê mirov an dewletek, kane dest ji beþek nasnameya xwe berde, jibo hêlek din. Dema dewletek an mirovek dibe endamê sazî an rêxistinekê, beþek ji nasnameya xwe ji wa saziyê re berdide.

Helbet her nasnamayek tûþî gelek tehlûkeyan hundirîn û dervayî dibe, û Baþûrî Kurdistanê ez kanim wek mînak bidim.
- þerê di navbera Berzanî û Telebanî de, herêm kir du perçe.
- Bi karanîna du zaravan bi þêwak fermî (kurmancî û soranî).
- Têkeliyên Berzanî bi Turkiyê re û yen Telebanî bi Îranê re.

Ger te nasname bi zanebûn vêre daûstand, kane gelek sûdeya xwe hebe, lê belam ger mirov bi çewtî bikaranî kane gelek ziyanê bi mirov gîne.

27 - 11 - 2014








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3926