Kok Evneke tky
Drok: 15 2014
Mijar: Ne




Ronî ELÎ

Hey ajina kokê evînê
Nameyên Nêrgizan
Di kevanê dilê min de
Çilmisîn û diçilmisin

Û hîn jî
Te danitoka ahînên min
Bi cî nehit
Da li ser lêvên hêviyan
Xunava Omîdan bireînî

Hey ajina xemla sawiran
Dilopên Barana xewnên min
Di Evsaneyên evîna te de
Ziwa bûn
Û hîn jî
Buxça dilê te
Pêwaziya tiktika hastên lerizî
Nekir
Û nejî derî lê vekir

Hey ajina dengvedana Jiyanê
Lavlavên Pepûlekan
Agriê Serkutkirina baskên vejînê
Di kokê te de venemirand
Û hîn jî
Li ber deriyê Çavên te
Hestên ewitî
Di kovanên evînê de
Bîranînan werbêj dikin

10122014







Cih ev ne j hatiye: Welat me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo v ney navnan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3912