Rondikên Helbestekê
Dîrok: ÇáÓÈÊ 29 äæÝãÈÑ 2014
Mijar: Nûçe




Ronî ELÎ

Rojekê ...
Piþtî ku dilopên xwînê
Bi lehiyên Baranê re
Têkel bibin
Û di buxçeya zimanên Bê "Lîwan" de

Vir û vût
Ziwa bibin
Wê hîngê
Dikanim kosteka zimanê xwe
Vekim
Da bêjim
Te ez xapandim

Rojekê ...
Li bin Sîbera girnijîngên mirinê
Helbesta çavên tê
Di nameyên me de
Wê dîwarê sozan
Bi ser
karwanê bazirganan de
Li ber deriyê Bihiþta "Piþtxûzan"
Hilweþîne
Lê wê rojê
Nema zengilê xewnên me
Êdî dengvedide

Rojekê ...
Piþtî ku tlîzok
Li ber Landika Dergûþan
Xewnên min werbêj kin
Û di destên min de
Tîpên omîdan sêwî bimînin
Dibe ku tu zanibî
Çendî bi navê te
Min karwanên hêviyan bi rê dikirin
Lê wê demê
Dibe ku nizanibim
Ka tu Cîhanî an Jiyanî

23-11-2014







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3896