Kurdistan ber bi serxebûnê ve diçe.
Dîrok: ÇáÃËäíä 03 äæİãÈÑ 2014
Mijar: Nûçe



M.Emîm Sadûn

Berî niha û ji demeke dirêj ve, Herêma kurdistanê beryara xwe a siyasî û dîplomasî bi dest xwe ve anî bû, û ewlahî û asayîşa kurdistanê jî bi rêya hêzên pêşmerge û zêrevaniyê diparastin, lê belê beryara aborî û darayî a Herêma kurdistanê ne di destên kurdan de bû. Îro dema petrola kurdistanê bi destên kurdan tê firoştin û dahatên wê vedigerin ji gelê Kurdistanê re. ma nexwe li vir beryara aborî û  darayî a kurdan kete di destên kurdan de.


Bi pêkanîna her sê hêmanên raborî yên avakirina dewletê û ketina wan di destên kurdan de. Kurdistan bi gaveke bingirtî ber bi serxwebûna xwe ve diçe. Lê rûdanên vê dawiyê li Îraqê rûdayîn, û ketin û serdestkirina çekdarên Da`îşê û hin hêzên çekdarên Sine ji çend parêzgehên Sineşîn re, û hilweşandin û vekişandina sopayê Îraqê ji wan deveran û gelek deverên dîtir jî, û derbasbûn û vegirtina hêzên pêşmerge navçeyên kurdî yên ji derveyî sînorê Herêma kurdstanê, rewşek nû peyda kir û Îraq derbasî qûnaxeke dî bû, ji alîkî ve şerê Şî`e û Sine ji qûnaxa berê derket û şerek vekirî û dijwar di navbera wan de destpê kir, ji aliyê dî ve û ji ber siyasetên Malikî yên bêparkirin û paşguhavêtinê, û rêgirtin û ne çareserkirina pirsgirêkên di nav Bexda û Hewlêrê de, û  Ji bo ku mafê gelê kurd û deverên kurdî ji gefên Da`îşê û siyasetên Malikî yên çewit werin parastin, serokatiya Herêmê û Hikometa wê hêzên pêşmerge derbasî deverên kurdî yên ji derveyî sînorên kurdistanê kirin û li wir cih girtin, û destên xwe danîn li ser piraniya wan deveran. niha Kurdistan û ew dever ji wan gef û metirsiyan tên parastin. Bi vê gava serketî û wan guhertinên li seranserî Îraqê derketîn, Herêma Kurdistanê derbasî qûnaxeke dî bû û pêpelokeke dîtir ber bi serxwebûna xwe ve avêt.piştî wan guhertin û pêşketinên balkêş, gelek deng û daxwaz ji hêzên Herêmî û nêvdewletî ve hatin ragihandin, ku hin ji wan bi eşkere piştevaniya dewleta kurdî dikin û hin dîtir bêdeng û veşartî li dûv wê daxwazê ne, û ev yeke di danûstandin û peyîwendiyên wan de tê xuyakirin. Di baweriya me de piştî van guhertinan, çi li ser astê Herêmî be yan nêvdewletî be, û bi taybetî helwêsta hêzên nêvdewletî yên zilhêz û kartêker di siyaseta cîhanî de.Herêma Kurdistanê îro bûye jimarek cihgirtî û kartêker di hevkêşa herêmî û nêvdewletî de, nexasim piştî firoştina petrolê û vegerandina deverên kurdî, bi vê yekê serkeftineke mezin û dîrokî bi dest xwe ve anî, û Kurdistan li ser hemû astan û ji tevî aliyan ve derbasî qûnaxeke dîtir û nûtir bû, ku ji her qûnaxên borî naziktir û hestyartir re, û kurdstanê niha ji hemû çaxan bêhtir pêwîstî bi piştevanî û piştgiriya gelê kurd li her çar parçên kurdistanê heye û herweha pêre jî giringî bi yekrêzî û serastkirina navmala kurdî, ku bibin hewkarên alîkar û rêxweşker li pêşiya wan gavên serketî û kêrhatî yên hêdî hêdî ber bi serxwebûna  kurdistanê ve diçin.






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3868