Ezben! Va Payz Hat!
Drok: 24 2014
Mijar: Ne



Konê Re

  Ezbenî! Va payîz hat, darên wê têne hejandin.. Ew payebûna derewîn ji wan re namîne.. Ezbenî! Va ev bi dûv evê de rêz dibin.
   Ezbenî! Dergehên me ji xewnên nû û hevalên nû re vekirî ne.. Lê qet em riçin, gîha û zexeliya ku di devê deriyê me de, di nav gul û kulîlkên me de în tên, jibîr nakin..
   Ezbenî! Gul û kulîlk, ji kêrên birrînê direvin. Lê ku kêr mîna kêrên gelac û Bekoyan bin, pêwiste em bi wan re bike, ji ber ku tu zerera wan nîne, rojên wan kurt in û dahola wan vala ye..

  Ji ber ku mîna gîhayê di hewa me de ne, tu carî nikarin bibin mîna dara di hewa te de.. Tevî wilo jî, bi wan re bi gurnije û bikene, li wan  guhdarî bike û baweriya wan bîne ku ew rastin.. 
  Bilive pê Ezbenî! Li pa ne zîvire.. Jiyan bê rawestandine û her dem dar ipya ne û ipya dimir in..
  Va payîz bi lez û bez êrî dike, kirasê daran ji wan dike û rastiya wan anî me dide.. Dibe sibe an dusibe baran bibare û tev serpêhatî bibin dengvedan, tevlî xuxua ava çemên ku berê xwe didin deryayê bibin. Hingê tê ji riçin û gîhayê di hewa xwe de bibehite, bê çawa bûye xwelî û di nav lingên te de kom bûye..
  Ezbenî! Razana rastiyê di quncikên tarî de dirêj nake. Lehî û apa ku ji çiya tê xwarê, wê zû bi zû razanê ji xew iyar dike..! Çax û demê xwe bi gelac û Bekoyan re derbas meke, pita xwe bide wan û were em bi hev re bahozekê bi afirînin.. Va yekîtî di asmanê welatê me de iyar dibe..
  Konê Re, Qamilo, 24.10.2014







Cih ev ne j hatiye: Welat me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo v ney navnan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3852