Yekîtiya Nivîskarên Kurd – Sûriya Bîranîna Sihemîn Ya Koçkirina Seydayê Cegerxwîn lidardixe
Dîrok: ÇáÎãíÓ 23 ÃßÊæÈÑ 2014
Mijar: Nûçe



Piþtî Yekîtiya Nivîskarên Kurd – Sûriya banga serdana gora seydayê Cegerxwîn belav kir, gelek nivîskar,rewþenbîr û hezkerên helbestvanê mezin Cegerxwîn çûne ser gora wî yî pîroz ya li hêla rojavayî Qamiþlo dikeve, bi amadebûna cemawerekî mezin.
Destpêkê,mamosta Dilawerê Zengî,serokê Yekîtiya Nivîskarên Kurd-Sûriya bixêrhatina beþdaran kir û helbestek diyarî giyanê seyda kir,yê wê di bîra gelê me de zindî bimîne.
Û ji helbestê me ev kît hilbijart:

(Qet namirî Cegerxwîn, xwedî þan û dadewer
Tê jîn bibî li zarê, keç û kur û bîrewer
Berê darê hiþk nabe, tim þîn e xwedî bawer
Her pesindarê te bî, ta ko hebî Dilawer­).
Helbestvana hêja Keça Partîzan helbesteke nazik û ciwan ji bandora helbestên nemir xwend.
Helbestvanê Hêja Dilbirîn bedew ku ji jan û xewnên milet renge-reng bûye, ew nêrînên Cegerxwîn ji xwe re wek çavkanî dibîne,çawa gelê me evîndarê sura azadiyê ye!!!
Welatparêzê hêja Ehmed Bavê Mustefa qefdek ji helbestên Seydayê Cegerxwîn bi hestekî tenik xwendin.
Di dawî de Mamosta Mihemed Þêxo cîgirê serokê Yekîtiya Nivîskarên Kurd-Sûriya sipasiya hemû beþdaran kir, piþtî li ser rola nemir Cegerxwîn di jiyana gelê me de axivî,çawa ew bi helbest û nivîsînên xwe mîna fenereke roniyê ye û her tim wê ji nifþan re wek gencîneke tije dur û yaqût sermedî bimîne !!!!
Wiha rola nemir di hiþyarkirina hestê neteweyî belû ye û þûnmayînên wî pirtûkxana Kurdî dewlemend kiriye.


 

 

 

 

 

 

 







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3849