2rtiya navdewlet scdar e
Drok: 10 2014
Mijar: Ne



Qado êrîn  
 
Pitî kêr giha hestî, zikêên demuqratî û mafê mirovan serî hildan.
Hemû welatên li der û dora Sûriyê, ne tenê Israîl, dixwazin Sûriyê lawaz be, eger ne wiha ba, wê xwedî li ê û azarên gelê Sûrî derketina.
Sê sal in, welatên der û dor, Europa û Emerîka jî li bende bûn ku hemû terrorist, ji hemû welatan li Sûrî kom bibin. Daxwaza Tirkiye jî ew bû ku gerîlayên pkk ji bakur û Qendîlê dakevin û biçin li Rojavayê Kurdistanê(R.K) bi cih bibin, belkû wê wextê êrî bê kirin. Me berê wiha gotibû, û waye wiha li ser xakê diqewime.


ermek mezin e Dai du welatan dagîr bike, erme ewqase sivîlan bikuje, û di dûv re Emerîka û Europa li dij derkevin.(pitî tirrê, kezî kurê), (pitî baranê, ser ga cil kir).
Pitî çar salan ji kutina rojane bi bermîlên rêjîmê yên teqîner, ek têde nîne ku Emerîka û Europa naxwazin rêjîma Bear birûxînin.
Ta rêjîma Bear neyê rûxandin, wê terror neyê tune kirin. Du sedemên tije dadmend hene ku rêjîm bê rûxandin, alîkariya rêjîmê bi Dai re, û kutina sivîlan bi bermîlên mirinê û çekên kîmawî.
Hin caran ek bi mirov re peyda dibe ku Emerîka û Europa ne li dijî terorê ne, ew ek ne ji xwe ve hatiye. Eger mirov li serkeftinên Daiê temae bike, û çilo rojane li pê çavên Emerîka û Europa bi pê ve diçe. Nimûne; ketin û pêveçûna Dai di ser Kobanî de, eka mirov mezintir dike.
Mafê mirovan û demuqratî jî bihane ne ji bo rûspîkirin û bêtir parastina berjewendiyên welatan.  Dai li dijî demuqratî û mafê mirovan e, çimkî kî ne pêre be serî tê jêkirin, û mafên mirovan bi hovane tê binpê kirin.
Eger Emerîka û Europa rast dixwazin rêjîma Bear birûxînin, ewê di 24 katjimêran de dawiyê lê bînin, lê hîn Israîl lempeya kest vênexistiye.
Wiha diyar e ku wê aramî qet neyê Rojhilata Navîn, jixwe ne di berjewendiya welatên mezin deye, taku hemû pirsgirêkên herêmê yên dîrokî neyên çareser kirin, wek mînak pirsgirêka gelê kurd û hemû pêkhatiyên din.
Li gor berjewendiyên dagîrkeran û peymanên dîrokî herêm perçe-werçe bûye, û taku her kes negihê mafê xwe wê herêm tije er û kutin be. Wiha diyar e ku rêjîmên herêmê jî sûdê ji rewa heyî digrin, û kilîta çareseriyan ne di destê wan de ye, bêtir di destê welatên mezin deye, û ew jî sûdê ji wan pirsgirêkan digrin.
Ya ku mirov matmayî dihêle ew e ku, kurd ji nav hemû pêkhatiyên Rojhilata Navîn erê Dai dikin, kurd bi tenê li ser xakê er dikin û Hevpeymaniya Navdewletî li asmanan er dike. Çimkî kurd bê dewlet in.
Sedbare, taku gelên herêmê bê biryar bin, desthilata xwe azad nebijêrin, wê herêm tije Dai be.
06/10/2014
http://www.qadoserin.com/






Cih ev ne j hatiye: Welat me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo v ney navnan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3835