Potînzerin em
Dîrok: ÇáÃÍÏ 05 ÃßÊæÈÑ 2014
Mijar: Nûçe




Nizar yosif
 
Potîn zer vane ha
Rengên azadî
Bangên kurdayetî
Ji herêmên sênckirî


Giyanên gewdeyê mirî
Mizgîna rizgariyê
Ji koşeyên tengav
Delîvên lewaz
Ji xêzaniya welatê sêwî
Pijiqandina şirikên xwînê
Temisandina sedsalên bûrîn
Qîrîn û giriyê mereqvanên porspî
Ǜ bûyerên dayîkên dilşikestî
 
Gurên birçî
Ruhên genî
Hilweşandin   
Talankirina sedê gundan
Koçberkirina hezarê malan
Ji teriqandina gundiyên belengaz
Ji çîk û hingavtinê birînin esîran
Serjêkirina dîlên birîndar
Tovê mêranî
Hate der
Ji kalînin zarokan
Bê çareya janên karker û gundiyan
Potînzerin ha
Singrûtên demê hostayên dîrokê
Di malin lewatê
Dilêrin di parêzin
Şîndikin rayên azadî
 
 
Potînzer têne der
Ji ramanên rêberan
Ji çirandina dîroka sexte
Derew û lekeyên wê
Ji lerizandin û bê aramiya deştê
Û kevnariya destanên me
Ji rastiya rûpelên şerefnameyê şêliyan
Ji bizav û efsaneyên serbestiyê
Ji axê venabin leşkerên rojê
 
Ji çênebûna bangên teslîm bûnê
Û zagonên poşmaniyê
Hêrsa hovan dikele
Xwezayî hingavtin
Berxwedanê deşt hejandin
Seyr maye dinya
Matmaye dijmin
Agirê çenga Konabê
Mêranî rawestandina xwdanan
Navê teslîmbûnê di berxwedana
Egîdan de nînin
Bihna poşmaniyê di agirê
Tifenga şervanan de peyda nabê
Leystikên dijmin bi cî nabin
Şagirtiyên şehîdanin
Sozdayên welêtin
Hevalên rojên tengavin
Li hawara bêy zaranin
Leşkerên dîlangerênin
Govendvanên cengên giranin
Berevanên rêya namosê
Potînzerin  em .
 
04.10.14
 






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3830