Ber bi pirojeya kurdistanî isteratîcîk de «Xelek 19» Pirojeyên talankirinê û pergala kurdî
Dîrok: ÇáÓÈÊ 27 ÓÈÊãÈÑ 2014
Mijar: Nûçe



Dr. Ehmed Xelîl 
Werger: Heyder Omer
Heyder52@hotmail.de
 
Dêmek Kurd, bi welatekî perçekirî û dagîrkirî, û bê dewleta xweser derbas sedsala bîst û yekê bûn, ev yeka jî, bê guman, pergaleke matkêş e, û berhema sê hêmanên sereke ne: Hêmanê xweyîtî, hêmanê herêmî û hêmanê navdewletî. Me berê hêmanê xweyîtî rava kiribû, û rola wî di lawazkirina hişyariya netewî û nebûna dewleta kurdî de diyar kiribû. Di van rûpelên jêrîn de jî emê hêmanê herêmî vekolin, gelo çawa di berhemkirina pergala kurdî ya susret de hevpar bû?

Ҫandên talankirinê li rojavayê Asiyayê:
Piraniya dîroka mirovaniyê nakokiya ji bo erdnîgariyê ye, ev jî, bê guman rastiyek e. Cîgehê ciyopolîtîkî yê Kurdistanê ji bo Kurdan xişm û bobelat bû; Kurdistan ketiye navbera çar deryayan: Deryayên Qezwîn, û Reş û kendava Somerî (Farisî / Erebî) û deryaya Spî, her weha ketiye navbera çar deverên giring jî: Aryana ji hêla rojhilat de, Anadol û rojhilatê deryaya Spî ji hêla rojava de, Qefqasiya ji hêla bakur de, û Mezopotamya ji hêla başûr de. Evî cîgehê isteratîcîk Kurdistan ji dewletên rojavayê Asiyayê kiribû nêçîreke nirxbiha, nemaze ji bo ewên ku hizra talankirinê û împeretorî ew bi rê ve dibirin.
Divê sê lingê (êkologiyan û çadan û polîtîkan) ji bîran nebe, ji ber ku ew ji bo ravakirina dîroka mirovaniyê, bi gelemperî, û pergala kurdî  bi taybetî gelek giring e, ji bextreşiya Kurdan bû, ku ewana li rojavayê Asiyayê bi sê pirojeyên talankirinê re, ku  berhema çandên êkologiyên xizan bûn, rû bi rû bûn,  û wan pirojeyan jî polîtîkayên dagîrikirinê, yên ku li ser Kurdan metirsiya giran bûn pêk anîn, û  piraniya wan polîtîkan hîn jî tên xebitandin. Her sê pirojeyên talankirinê jî ev in:
Pirojeya Farisî: Ji sedsala (8 b. z) de Faris li başûrê çiyayên Zagros cînarên pêşiyên me bûn. Dîrokzan William Durant dibêje: “….û ev herêm hema hema bi tevayî biyabanî û çiya ne, çemên xwe kêm in, sermaya xwe giran e, û germa xwe jî ziwa û bi şewat e, ji ber vê yekê jî xêr û bêrên xwe têra nişteciyan nake, vê lomê xwe pal didin ser tiştên, ku ji derveyî welatê wan, di riya bazirganiyê û talanê re tên”(1). Her weha dîrokzan Harvî Porter jî dibêje: “Derdora nîvê welêt biyababî bû, bi kêrî tiştekî natê, yê mayî jî, ji bilî delavên deryayê, di nav çiyan de, xakên biçûk di bûn, teng û germ bûn, hinek jê bi kêrî zeviyê tê…”(2).
Xizaniya welatê Farisan çanda talankirinê û dagîrkirina li ba wan peyda kir, Kurd jî qurbaniyên pêşîn bûn, ji ber ku piraniya navendên şaristaniyê û sermiyanê li Mezopotamya û Sûriyê û Misirê û rojavayê Anadolê bûn, da Faris bigihênin wan welatan, divê pêşî Kurdistanê dagîr bikin, bi rastî jî qeralê Farisî Koreşê duwem, sala (550 b. z) ev yeka bi cih kir.
Pirojeya Erebî: Piraniya welatê Ereban biyaban bû, û êlên wan ji bo berhema  hindik her tim pev diçûn, û di sedsal (7 z) de pêximber Mihemmed diyar bû, û Ereb di bin sîbera îslamê de dan ser hev, û pê re jî talankirina welatan, bin navê xwebata ji bo xweda (cîhad) de, bû pêdiviyeke ayînî. Di vê riyê de careke din Kurd neçareyî dana baca cîgehê Kurdistanê bûn. Piştî ku Ereban Mezopotamya li hêla başûr ji dest Farisan girtin, diva bû pêşî Kurdistanê dagîr dikin, da bigihênin navenda împeretoriyê û dest bidin ser, û piştî ku li hêla bakur Sûriya ji dest Romanan girtin, diva bû bakurê Kurdistanê dagîr bikin, da bigihênin Ermînya û Qefqasê.
Pirojeya Tirkî: Di sedsala (11 z) de, cara sisiyê bû ku Kurd neçar bûn ku baca cîgehê Kurdistanê bidin koçerên Tirkmanan (Silcûqan), ewên ku ji biyabanên Asiyaya navîn de hatine. Êkologiya xizan ewana ber bi dagîrkirina welatên xwedî berhem û sermiyan de têvedan, vê lomê ber bi rojava de çûn û Îran talan kirin, û da riy xwe ber bi Mezopotamya de dûz bikin, diva bû Kurdistanê, ji hêla rojhilat û başûr de dagîr bikin, û ji bo ku bigihênin rojayayê Anadolê û Sûriyê, diva bû Kurdistanê ji her du hêlên bakur û rojava de dagîr bikin.
Encamên pirojeyên talankirina Kurdistanê:
Rastî ew e, ku encamên talakirina Kurd û Kurdistanê xişm û bêtarine mezim bûn, miletê Kurd, heya îro jî bihayên giran dide; rojhilatê Kurdistanê hîn jî di bin dagîrkirina Farisan de ye, û bakur jî di bin dagîrkirina Tirkan de ye, û başûr di bin dagîrkirina Îraqa erebkirî de ye, û her wah rojava jî di bin dagîrkirina Sûriye ya erebkirî de ye, û heya îro jî ev her çar dewlet li hember avakirina dewleta kurdî radibin, û ji bo vê armancê tevdîrên xwe tevlihev dikin.
Êdî ka em hinekê bi hûrbînî xişm û bêtarên van talanan binerin. Piştî kû Farisan lêvegera me ya polîtîkî (Şahnişîna Med) gêr kirin, dest dan ser sermiyan û karînên me yên rêvebirinê û leşkerî, û lêvegera me ya ayînî jî (ola Yezdan) riswa kirin, û Zeredeştî ya fariskirî xistin şûna wê, û navdengiya qeralê me yê Medî yê dawî Azdehak, ê ku li hember wan rabû, riswa kirin, û dan xuyakirin, ku ew nexweş bû ye, û  xortan dikuje, û bi mejiyên wan nexweşiya xwe derman dike. Ji wê rojê de, û li gor tembiya (şêwra) qeralê wan Qembîz kurê Koreş, Faris li hember heyîna dewleta kurdî ya xweser radibin(3), û dibêjin, ku Kurd jî Faris in, û zimanê kurdî zaravayeke farisî ye, û her tim nehêştin civaka kurdî  ji her warên aborî, civakî, û çandî ve  ber bi pêş ve biçe. Ma gelo, di rewşeke welê de, dê çawa hişyariya netewî kurdî ber bi pêş ve biçe, û dê çawa dewleteke kurdî ye xweser ava bibe?
Di serdemên xîlafeta îslamê de rewşa Kurdan kirêtir bû, ji bilî ziyanên aborî û polîtîkî, pirên wan, hem ji ber tiresê û hem jî ji ber zorê û dana bacê, neçareyî wergirtina ola îslamê bûn, pê re jî Kurdên misilman bûn neyarên Kurdên ne misilman, û ewana bê ol dan naskirin. Bi ser de jî hinek Kurdên misilman bûn misilmanên sinne û hinek jî bûn misilmanên şî-e, û hin caran Kurdên misilman belayên mezin anîn serên Kurdên ne misilman. Pê re jî Eyzîdî û Elewiyên Kurd belyanê mezin (talan, kuştin, dizîn) ji dest Kurdên misilman dîtin.
Di bin sîbera dewleta xîlafetê de, Kurd pêrgî riswakirina mezin hatin, bi ser pêrî û jinên dîl û du rû de hatin jimartin, û bi şerkariyê û dizînê hatin salixdan(4), pirên Kurdan dest ji navên xwe yên kurdî berdan û navine erebî hilgirtin, zimanê kurdî bi alîkî de hate têvedan, û zimanê erebî, di nav Kurdan de, hilpekî tepela giringiyê, ji ber ku zimanê Qur-anê û bihiştê û dewletê ye, û li dirêjiya (14) sedsalan, nema tu 3% rewşenbîrên Kurd, ku bi kurdî dinivisînin, an jî li ser kelepûra kurdî dinivisînin, dibînî. ji ber vê yekê tiştê normal ew e, ku di navbera Kurdên misilman û yên berî îslamê de qutubireke mezin peyda bibe, û bîriya kurdî ya netewî bikeve ber dava valkirinê, û hişyariya netewî lawaz û perçe bibe, û avakirina dewleta kurdî bibe awayekî xewnan.
Silcûq û merivên wan Osmanî di riya xebata ji bo Xweda (El-Cîhad) de jêhatî bûn, ewana ev cûreyê xebatê ji bo talakirina welatan û dagîrkirina mirovan bi jîrbûnî xebitandin, û siltanê Osmanî nasnavê (Xazî) ango (micahid), bi wateyeya xebatkarê ji bo Xweda, ji xwe re wergirt, pê re jî Tirkên, ku êlên paşvemayî bûn, bûn serdarên împeretoriyê. Ji bilî ziyanên, ku dagîrkirina Tirkî, ji hêlên aborî, civakî û çandî ve gihandine Kurdan, gava Silcûqan Kurdistan talan kirin, hukumet û dewletên kurdî, ku wê hingê hebûn ( hukumeta Rewadî û ya Şedadî û dewleta Dostikî) ji holê rakirin, û di pey re jî Osmaniyan dest dan ser mîrnişînên kurdî, yên ku di dema lawazbûna Silcûqan de ava bûbûn, pê re jî riya birêveçûn xweristî di bin sîbera destlata kurdî niştimanperwerî de, li ber civaka kurdî hat qutkirin, û rêveçûna hişyariya netewî kurdî ji dûzan ket, û astengiyên mezin li hember avakirina dewleta kurdî rabûn.
Bi kurtahî. Pirojeyên talankirinê yên Farisî, Erebî, û Tirkî ziyanên bûjenî (keresteyî /maddî) û hesteyî yên giran gîhandin miletê Kurd, ewan ziyanan tev li kêmaniya xweyîtî bûn, û li dirêjiya 25 sedsalan Kurd gîhandin vê rewş û pergala susret; miletê ku xwedî dîroka kevin û resen e, ji Farisan û Ereban û Tirkan ne kêmtir e, û tevî vê jî heya nûka di welatekî dagîrkirî û perçe de dijî, û nikane xwe bide ser hev û dewleta Kurdistana xweser ava bike.
                                       Û çi dibe bila bibe, divê Kurdistan rizgar bibe.
                                                                                                                           26. 07. 2014 
 
Jêder û cavkanî:
  1. William  Durant: Qisset El-Hedare, 2/409-410.
  2. Havî Porter: Mewsuet Muxteser El-Tarîx El-Qedîm, rû 152-153.
  3. Hirodot:Tarîx Hirodot, rû 247-248.
  4. El-Mesûdî: Murûj Azzeheb, 2/1228-123. Ibn Kesîr; Tefsîr El-Qur-an El-Ezîm, 7/57-58. Yaqût El-Hemewî: Mucem El-Buldan, 3/426-427. 







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3824