Çiyayê Þengalê ji Navê Pîr Alî Hatiye Girtin (Ji mamoste Prîskê Mihoyî re pêþkêþ dikim)
Dîrok: ÇáÓÈÊ 06 ÓÈÊãÈÑ 2014
Mijar: Nûçe




Konê Reþ 
 
Çiyayê Þengalê
Mezra geliyê Pîra
Warê bav û bapîra
Bi me xweþ nayê
Dengê Mele û Kizîra..
 
Sebaretî navê Þengalê, bi min weþ e ku van baweriyên xwe ji mamoste Prîskê Mihoyî re pêþkêþ dikim. Di baweriya min de, navê Þengalê ji du peyvan pêk tê; Þeng bi wateye spehî an xweþik û peyva Al ku ji navê Pîr Alî hatiye.



Di heyamê berê de, qelaçê Dasika an Çiyayê Çêlka, an herêma Hevêrka an çiyayê Bagokê ku xiristyan jêre dibêjin çiyayê Tor Abdîn cih û warê Êzidiyan bû.. û ew Çiyaya ber bi baþûr ve dirêj dibû nav deþta Dasika an Beriya Xelef Axa ta ku digihîþt girê Qeresiyê û çiyayê Þengalê. Rojhelatî vê herêmê jî çiyayê Qereçoxê Mosîsana an Çiyayê Qereçoxê Mîran bû anku ew jî cih û warê Êzidiyan bû.. û tev akinciyên wê Êzidiyên eþîra Çêlka, Dasika û Mosîsana bûn. Hingî Pîr Alî serkêþiya wan dikir.
 
Lê xuya ye piþtî ku misilmantî hatiye herêmê, gelek zor li Pîr Alî hatiye kirin, wî xwe ber bi Çiyayê Þengalê ve berdaye û lê akincî bûye û bi demê re navê Çiya ji xweþbûnê bi navê wî ve hatiye girêdan û bûye Þeng Alî anku çiyayê Alî.. Dûrbûna di avbera çiyayê Bagokê û Çîiyayê Þengalê de dor 80 K. M heye û çiyayê Mosîsana di navbera wan de ye, anku dor 40 K. M baþûrê Qelaçê Dasika an Bagokê dikeve..
   Roja îro, devera di navbera Qelaçê Dasika û çiyayê Mosîsana de devera Aliyan ne û niha mala Meree Axa lê akincî ne. Di baweriya min de navê Aliyan ji ber navê Pîr Alî maye.. Di eynî herema Aliyan de, gornên Êzidiyên mala Heyder in hene, xelkên deverê dibêjin gorên Êzidiya ne… Û her wiha niha navê gelek gundan di wê deverê de bi gotina ALÎ destpê dikin wek: Alî Bedran, Alî Qosê (Aleqosê), Alî Reþa (Alareþa), Alî Qemþê (Ala Qemþê).. Hem jî hêja ye em bêjin ku di destpêka çerxê 20 an de, ji van êlên derdora Nisêbînê re wek Temika, Bûbilana, Mêrsîna, Koçekan gotina Pînar Alî dihat gotin. Wek ku diyar e Pînar Alî navê eþîra Xelef Axa bû, xwediyê beriya Sinceqê, ewa ku Çiyayê Bagokê û Çiyayê Þengalê bi heve girêdide.
Wek ku min got baweriye.. Baweriya min e.
 
Konê Reþ, Qamiþlo, 06.09.2014






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3802