Konê Reþ
Beriya Mêrdînê ji çemê Ceqceq ta bi Çemê Zirganê, di ber
sînorê Sûriyê û Tirkiyê re dirêj dibe. Ango ew cihê ku ev eþîrên kurdan lê
akincî ne; Pînar Alî (Temikî, Koçekî, Bûbilanî û Mêrsinî), Deqorî, Milî
(Milanên Xidir Axa an Milanên Mezin), û Kîkî bi tev berên xwe ve. Belê ji çemê
Zirganê û ber bi rojava ve, dibe deþta Wêranþarê, ew jî cihê rûniþtina du
eþîrên kurda yên mezin e; Xelecan û Milanên Paþê.
Gelek kalemêrn
herêmê yên ku min ew dîtin, li gor ku ji bav û kalên xwe sehkirine, ji min re
gotin: Ji Cizîra Botan ta bi çemê Zirganê jêre dihat gotin Botan û ji çemê
Zirganê û Girê Mîr, rojhilatî Serê Kaniyê, bi dor 20 k m ta bi rojavayî Serê
Kaniyê bi 22 k m, jêre dihat gotin Milan, xelecan û deþta Wêranþarê. Wek ku diyar
e, herêma Wêranþarê, qelaçê Hilêliyê û derdora Ûrfayê ji sedê salan ve, cihê
eþîrên Kurdên Êzidî û misilma ne.
Belê ji ber fermanên fermî ji rex Osmaniyan ve, ji ber
xela û cefayê ve, ji ber þerê êlitiyê ku di navbera kurdên Êzîdî,
kurdên misilman û erebên misilman yên eþîra Gêsan de diqewimîn, gelek ji
Êzîdiyên herêmê tarûmar bûn; hin ji neçarî ji cihê bav û kalên xwe koçber bûn,
ber bi rojhilat ve, xwe li çiyayê Þingalê û Kurdistana baþûr girtin, hin ber bi
rojava ve çûn, xwe li herêma Mêrdînê û çiyayê kurmênc girtin û gelek ji ber
zilm û zorê bûn misilman û yên mayî di beriya Mêrdînê û Wêranþarê de belav
bûn.. Xwe di nav eþêrên Kurdên misilman de parastin û bi taybetî di nav Eþîra
Milan de, bi herdu beran ve, Milanên Xidir Axa û Milanên Paþê, û piraniya wan
roja îro dibêjin em Milî ne… Erê, roja Îro gundên wan di nav gundên Ereb û
Kurdên Misilman de belavin.
Wêne: Ez û Hisoyê Hecî Reþo mezinekî Ezidiyên Beriya
Mêrdîmê.
Qamiþlo, 31.08.2014