Þengal Welat e û Welat Þengal e
Dîrok: ÇáÎãíÓ 14 ÃÛÓØÓ 2014
Mijar: Nûçe



 

Konê Reþ
 
Welato!
Xelkê cîhanê sosretmayê man
dema ku naskirin;
ZEREDEÞT pêxemberkî te bû,
SLAHEDÎNÊ EYÛBÎ mirovekî te bû,
Dicle û Firat dû çemên te ne û
Agirî û Cûdî dû çiyayên te ne.
ji wê hingê ve Welato
tu di derîyekî mezin re
derbasî dîroka
welatên cîhanê bûyî…


Welato!
ziman nayêne dizîn,
kes nikare zimanê welatîyên te bidize,
ku welatîyên te li zimanê xwe guhdarbin
lê ku di ser guhên xwe re avêtin û
bi  zimanê biyanîyan axifîn,
wê hingî Welato ;
ne welatîyên te xwedî þaristanîne,
ne ji zimanê wan zimanekî bingihîne… 

   Welato!
Ji wan re bibêje ku
hebûna gelan
di yekîtiya zimanê wan deye…
Welato!
Ji wan re bibêje :
ew kesên dudilî
ku bi tenê di roja xwe de
diponijin û
li ser malê dinyayê
dinûzin
ku wek wan kesan
wê di nav pêlên demê de
zû winda bibin
dem rehmê li wan nake
lê ew kesên ku
mal, can û tev hebûna xwe
 diyarî te kirine û dikin
ji wan re bibêje :
Hûn mûm û findên min in,
çendî dem bi pêþde here,
wê navê we bi tîpên zêrîn
di dîroka gelê Kurd de
bê nivîsandin…
Erê Þengal welat e û welat Þengal e.

Konê Reþ, Qamiþlo, 11.08.2014







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3780