Rûpelek ji dîrokê
Dîrok: ÇáÃÑÈÚÇÁ 06 ÃÛÓØÓ 2014
Mijar: Nûçe



Keko Osman

Di serdana dostekî Kurdperwer û rîsipî de li bajarê Batmanê  li Turkyê  ku em penaberin weha got : Apo Osman Sebrî ji min re mukur hat :
Di bin fiþarên dewleta Tirko de , dewleta Ferensayê ku dagirker bû li Sûrî pejirand ku Kunsulê Turkyê yê li bajarê Helebê  Kurdên çalakvan û berçav  bixwazê kunsulxanê û wan bide ber gefan ji alîkî ve û ji alîkî din ve hinan bike destek  ji xwe re .


Bê gûman piþtî gengeþiyek têrkirî , pirtirîn ji Began , Axan û berxwedêrên Kurdan li bajarê Qamiþlo hevdîtina Kunsulê Tirko erê kirin û berê xwe dane Helebê , di heman demê de agahî gihiþtibû Apo Osman Sebrî û Mîr Celadet Bdirxan jî  bo heman mijarê , ku niþteciyê bajarê Þamê bûn . Dema ev herdiwên dawî yên binav kirî lihev nekirin di serdana Kunsulxanê de , nemir Celadet Bedirxan bê çare ma ku bi tena xwe berî ji Þamê bide Helebê dema Apo Osman Sebrî bi tundî pêþniyar rexne kir .
Bi gihiþtina Mîr Celadet Bedirxan re , þandeka serkirdên Kurd ên bajarê Qamiþlo hevdîtina xwe bi dawî anîbûn û birê diketin .
Mîr Celadet Bedirxan bi tena serê xwe hevdîtin kir . Dema kunsulê Tirk  ew  dît wek kesek hemdemî û balkêþe xwest wî binase û piþtrast bibe gelo ev kurde !! Mîr Celadet  weha bersiv da : ( Dema min li Elmanyayê dixwend , rojekê profesorê min ez vexwendî simînarekê kirim û dema çûnê nîþan kir , ezjî bi dilgermî li hêvya bûyerê me .
Roj derbas dibin û bê gûman ji sincên min î rewa ye ku ez li sozên xwe xwedî derkevim û cîbicî bînim , vêca di dema nîþankirî de min teq teq li deryê profesorê xwe da min dît ku ew û hevjîna xwe amade ne , di heman demê de hevjîna profesor li katjimêrê temaþe kir dît ku ez li soza xwe xwedî derketi me û eve li cem wan pir giring e , wê ciwanikê destê xwe bi min vekir û weha got : tu dibêjî qey tu Elmaniyi bi sozên xwe , lê yekser min got ku ez Kurdim û soza min Kurdiye û welatê minjî Kurdistane . Ev bersiva Mîr Celadet Bedirxan bû bo xwe bide nasîn ji kunsulê Turkyê re ) .
Bi vî rengî hevdîtin qediya . Apo Osman Sebrî dema vê bersivdan ji devê M.C.Bedirxan dibhîze dibêje : Eger mi zanîba wê ev bersiva we ba min yek nedkir dido û wê lingê min liser linge teba lê mixabin … Bê gûman ev jî rûpelek ji dîroka Bedirxaniyan yan dewlemend .
Keko3.57@hotmail.com







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3765