Çavên min vemirîne
Dîrok: ÇáÃÍÏ 13 íæáíæ 2014
Mijar: Nûçe



 

Mehmûd Badilî


Çûkên li ser riwê te yî berberokî
awirên min yên derbeder
nikil dikin.


Kûzê bêhrîkirinê derizî ye
shewata hêsirên min
bi ser xilmashiya kulîlkên
rêrexan de dilop dike

Destê min ji min ketin
ji hilgirtina firishteyan
û avjeniya di bin baranê de

Ez ne çiya me
berfê li ser dilê xwe kedî bikim
Ez ne bîr im
henaseya avê di kûrbûna xwe de
biçikînim
Ez helbestvanekî tim 
li ber xwe dikevim 
kêlîka ku te li bîr nînim.

Li guherên biyaniyê
xwetenahiya xwe li ser bêhna peyvên te diçêrînim.

Were binêre..
Cotê çavên min
di xwelîdanka bendewariyê de
vemirîne.

10.07.2014








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3743