«ZIMANÊ KURDÎ DI NAVBERA HÊVÎ Û ARÎŞEYAN» DE ... xelek (4)
Dîrok: ÇáÌãÚÉ 06 íæäíæ 2014
Mijar: Ziman



Deham Ebdulfettah

1-Şêwezarê Kurmanciya Bakûr (Bakurr) :
Ev şêwezar pirraniya nexşeya Kurdistanê digire  . Ji Kurdistana Iraqêî li parêzgeha Duhokêî herêma Şêxanî Şingal û Zîbar bikar tê . Ji Kurdistana Iranê , li başûrê rojavayê deryaçeya Ormiya û di nav hin nişteciyên Tehran û Xurasanê de jî bikar tê . Li hemû herêm û deverên Kurdistana Bakûr (ji bilî herêmên Zaza) û di nav Kurdên nişteciyên Anadolî Istanbolî Izmîr û hin deverên dîtir jî , bikar tê .


Li hemû herêm û navçeyên rojavayê Kurdistanê (Sûryayê) û di nav Kurdên nişteciyên Heleb û Şamê de jî tê xebitandinê Kurdên ku li hin komarên Sovyêtistana berêî wek (Ermîniyaî Gorgiya û Kazaxistanê) niştecî bûne, ew jî bi vî şêwezarî dipeyivinê
Bi kurtebirrî , rêjeya Kurdên ku vî şêwezarê Kurmanciya bakûr bikar tînin nêzî (2û3) ji jimara hemû Kurdan e . Ev jî jimareke mezin û balkêş e .
Şêwezarikên piçûk , yên ku bi Kurmanciya Bakûr ve girêdayî û peyrewên wê ne ev in :
" Bayezîdî , Hekarî , Botanî , Şemdînanî , Behdînanî , Koçerî , Xerpûtî , Efrînî , Cizîrî (beriya Mêrdînê) . Ev şêwezarikên piçûk gelekî nêzî hev in , tenê hindek têveliyên fonîtîkî û hin şêwazên derbirrînê di navbera wan de tên bihîstin . Lê bi giştî , yek şêwezar in , di bin sîwana Kurmanciya Bakûr de tên xebitandin û bi navê vî şêwezarî jî tên nasînê

2-Şêwezarê Kurmanciya Navîn :
Ev şêwezar carinan navên "Kurmanciya Xwarû(Xwarê) , Soranî û Kurmanciya Başûr" lê dibûn .
Bêguman , ev her sê navlêkirin jî  , ne cîgirtî ne  .
Ji ber ku  "Soranî"navê herêma "Soran"e û navê şêwezarkekî ji Kurmanciya navîn e . Navê Kurmanciya Xwarê û ya Başûr jî , ji hêla ciyugrafî ne dursit e , çiku herêmên Luristan û Kirmanşahî ew ên başûr in , Ji ber vê yekê jî , navlêkirina rast û durist ew e , wekî ku lê bûye "Kurmanciya Navîn".
Di bin sîwana vî şêwezarê sereke de ev her çar şêwezarkên piçûk jî bikar tên "Soranîî Germiyanî , Mukriyanî , Erdelanî". Her yek ji van şêwezarkan jî li herêmine destnîşankirî tê xebitandin :
-Soranî : Li parêzgeha Hewlêr û herêmên wê û li parêzgeha Silêmanî û navçeyên wê jî bikar tê .
-Germiyanî : Li parêzgeha Kerkûkê , li Kefrê û hawîrdora wê bikar tê .
-Mukriyanî : Navenda vî şêwezarî "Mehabad"e . Ji bilî wê jî , li Şino , Nexede , Şahîndiz , Seqiz , Bokan , Bane , Serdeşt û li hin deverin dîtir jî bikar tê .
-Erdelanî : Li Sine , Bîcar , Herêmên hozên Ciwanrû û hin herêmên hawîrdor tê xebitandinê  . 

3-Şêwezarê Kurmanciya Başûr :
Berî vê navlêkirinê , ev şêwezar bi navê şêwezarê "Lurî"yan jî "Lorî"dihat nasîn . Lê ji ber ku gelek şêwezar (ji bilî yê Lurî) li başûrê Kurdistanê hene navê "şêwezarê Kurmanciya Başûr"lê bûye . Ji hêleke dî jî , navê "Kurmancî"di vê navlêkirinê de  her sê parçeyên welêt (başûrî navîn û bakûr) bi hev ve girêdide . Ev jî mebesteke siyasî û netewî ye, bi vê navlêkirinê pêk tê .
Ev şêwezarê Kurdî li ser rûberekî berfirehî ji başûr ve , ji peravê kendava Erebî-Farisî ta riya (rêya) navbera "Qesirşîrîn"û "Kirmanşahê"(ji hêla bakûr) tê xebitandinê . Anku , di nav hemû êl û hozên Luristanê de bikar tê  .
Bo vê sedemê jî , hin lêkoler navê "şêwezarê Luristanî"jî lê dikirinê li herêma Luristanê "Lur"dibin dû beş :
1-"Lurên Mezin", li başûrê Luristanê niştecî dibin . Ev beş di serdemên kevin de , ji hin herêmên bakûrê Kurdistanê li vê herêmê hêwirîne û lê niştecî bûne .
2-" Lurên kiçik", ku ji mêj ve li bakûrê Luristanê bicî bûnê Ji vî beşî re "Lurên Resen"tê gotinê Şêwezarê Kurmanciya Başûr li ser van şêwezarikên piçûk par vedibe :
-  Şêwezarikê "Lekî)
-  Şêwezarikê "Kelhorî"
-  Şêwezarikê "Bextiyarî"
-  Şêwezarikê "Mamîsanî"
-  Şêwezarikê "Kohgilî"

4-Şêwezarê Goranî :
Digel ku em nikarin sînorê şêwezarên zimanê Kurdî , bi hûrbînî destnîşan bikin jî , em ê hewl bidin ku em nêzîkayê li wê têgehê bikin û li ser şopa hindek lêkolerên zimên bibêjin :
-Şêwezarê Goranî di navbera herêma Kurmanciya Başûr û ya Kurmanciya Navîn de tê xebitandin . Anku , ji riya (rêya) navbera "Qesrîşîrîn"û "Kirmanşah"ta çiyayên Hewramanî li bakûr û ji çavkanîkên çemê "Sîrewan"(ji rojava) ta Kirmanşah (li rojhilat) .
Ev şêwezarê sereke di nav êl û hozên vê herêma destnîşankirî de bikar tê . Di bin navê vî şêwezarî de çend şêwezarikên piçûk jî li hin deverên derveyî van sînoran bikar tên. wek :
-Şêwezarikê Goraniya Resen .
-Şêwezarikê Hewramanî
-Şêwezarikê Bacilanî
-Şêwezarikê Zazayî

Gelek kesên ku bi hinekan ji van şêwezarikên piçûk dixebitîn dûrî wê qada şêwezarê Goranî ketine yan jî hatine dûrxistinî wekî hin "Kakayî"û "Zengene"li dora "Kefrê-Kerkûkê", ji Goraniyên Resen in , çend gundên "Şebek"rojhilatî "Mûsilê"şêwezarê "Bacilanî"bikar tînin û jixwe şêwezarê Zazayî , li herêma , "Dêrsimê"û hawîrdora wê bikar tê .
Beranberî vê rewşa zimanê Kurdî ya xirab , ku bi vê perîşaniyê li ser hevqas şêwezar hatiye parvekirin , gelo çi ji bîrewer û rewşenbîrên Kurd tê xwestin ku bikin ?!
Em dizanin ku şêwezarê Kurmanciya Navîn (Soranî)  berî  hemû şêwezarên dîtir bûye zimanê xwendin û nivîsînê . Di sala (1919-1920) ê de (3) dibistanên seretayî li bajarê Silêmaniyê vebûne . Di wan dibistanan de xwendin , nivîsîn û perwerdekirin bi zimanê Kurdî (şêwezarê Soranî) dibûn  . ji wê demê ve ta nuha hêj ev şêwezar , weku zimanê perwerdê , li ser asta herêma başûrê Kurdistanê bikar tê . Xwendin û perwerdekirin di hemû beş û astên xwendingeh , peymangeh û zanîngehan de pê dibe . Saziya zanistî "Korî Zanyarî Kurd", sala (1970) yê li Bexdê , bi vî şêwezarî hatiye damezirandin . Paşê ev sazî li Hewlêra paytext , bi navê "Ekadîmiya Kurdî"vedibe . Saziya "Yekîtiya Nivîserên Kurd"jî , li Bexdê sala (1970)yê hatiye damezirandin  . Paşê li Hewlêrê vebû û tayek jê sala (1971)ê li bajarê Duhokê hatiye vekirin . Beriya van saziyan jî , yekîtiya xwendekaran (qutabiyan) û sendîkeya mamosteyên Kurdî hatibûn damezirandin .
Di vê jîngeha ronakbîrî û zanyariya Kurdî de , ku bi şêwezarê Kurmanciya Navîn (Soranî) pêk dihat , ji bîra rewşenbîr û niştimanperwerên Kurd nediçû ku çend şêwezarên dîtir jî hene û pirraniya Kurdan ne bi (Soranî) dipeyivin . Di çarçewa vê bîreweriyê de pirsa serê her pirsê xwe davêt rojevê : Gelo zimanekî yekbûyî bo hemû Kurdan , wê çawa pêk bê ?!
Ev pirs gelek caran di nav nivîskar û rewşenbîran de dihat tevdan û bersiv jî herî ew bû , ku zimanekî yekbûyî li ser asta hemû Kurdan erkekî netewî ye .
Pirraniya rewşenbîrên başûrê Kurdistanê piştgiriya şêwezarê Kurmanciya Navîn (Soranî) dikirin û berê saziyên heyî didan wê piştgiriyê .
Sendîkeya mamosteyên Kurd konfiransê xwe yê yekemîn û duwemîn , salên (1959-1960) li bajarê"Şeqlawa" lidar xistin  .
Mijara herî sereke di wan konfiransan de mijara "Zimanê yekbûyî" bû . Di encamê de biryar hate dayîn , ku şêwezarê Kurmanciya Navîn (Soranî) , ew ê bingeha zimanê Kurd yê yekbûyî be ! Li gora vê encamê biryara xwendin û perwerdekirinê , di hemû beşên xwendingehên fermî de bi Kurmanciya Navîn bi tenê , hate dayîn  .
Di warê kiryarî de ev biryar heta sala (2006) ê pêk dihat  .
Dijberî biryarên konfiransê Şeqlawa hindek deng ji herêma Behdînan (Kurmanciya Bakûr) hatin bihîstin û nepejirandina xwe diyar kirin . Gelek gotar û dozname hatin nivîsîn  . Xwesteka wan jî herî ew bû  ku xwendin û perwerdekirina fermî li herêma wan bi  şêwezarê wan be . Sala (2006)ê biryareke fermî ji wizareta perwerdê (hikûmeta Kurdistanê) hate der . Di wê biryarê de destûra perwerdekirinê bi kurmanciya Bakûr , li Behdînan ta pola (4)ê hate dayîn  .
 Lê nişteciyên herêmê pabendî bi wî sînorê polên perwerdê nekirin û xwendina xwe bi şêwezarê xwe ta zanîngehê berdewam kirin .
Nuha jî , her dû Kurmancî (bakûr û navîn) , weku dû şêwezarên fermî bikar tên .
Cigerxwîn di pirtûka we de  , yak u bi navê ( Jînenîgariya min[1]) dibêje :
Di destpêka salên ûêstiyan de ( ji sedsala bîstê ) ez li Bexdayê bûm  . Hingê komîtek bo amedekirina zimanekî yekbûyî ji ûêwezarên Kurmancî  , Soranî û Lurrî ( lorî ) hate destnîûankirin  . Ew komît ji sê kesan bû :
1-  Ez ( Cigerxwîn ) ji ber Kurmancî ve
2-  Nûrî Elî Emîn ji ber Soranî ve
3-  Kamil Beûîr ji ber Lurrî ve
Bêjeyên ferhenga wî zimanê yekbûyî jî gerek li gora van mercan  , ji wan her sê şêwezaran bêne bijartin :
Gerek ( sivik bin  , hêsan bin  , nerim û şayik bin  , şîrîn û rewan bin …)  .
Piştî demekê em li encama karê xwe vegeriyan  , me dît ku rêjeya bêjeyên Kurmancî  , ji koma gotinên bijartî nêzî ( 80%) ye  . Nûrî Elî Emîn got : Eger nuha em vê encamê erê bikin jî  , xelkên me yên Silêmaniyê wê napejirînin  . Hingê min destê xwe ji wî karî kişand û min komît siparte Nûrî Elî Emîn … li gora ku ez dizanim  ,ev pêngav  ya pêşîn bû  , ku bi şêweyekî kiryarî di warê damezrandina zimanê yekbûyî de hatiye avêtin  .
Di payiza (2003)ê de şardariya Amedê (Diyarbekirê) konfiransekî Kurdistanî bo zimanê Kurdî lidar xist . Şardariyê gelek zimanzan û zanyar ji her çar parçeyên Kurdistanê û Kurdnişînên derve jî vexwendin bo konfirans .
Di vî konfiransî de rewş û arîşeyên zimanê Kurdî hatin tevdan û bi giranî li ser kêşeya pirbûna şêwezaran û elfabeyên têvel hat rawestan . Dawî , encamnameya wê komxebatê hate xwendin , bêyî ku pirojeya pêngaveke giring û balkêş tê de destnîşan bibe .
Li pey wî konfiransê Amedê çend  konfiransên dîtir jî , bi nav û durişmeyine corecor , li Amed û başûrê Kurdistanê li dar ketin . Di wan konfiransan tevan de rewşa zimanê Kurdî ya heyî û arîşeyên wî , nemaze kêşeya pirbûna şêwezaran û têveliya elfabeyan dihatin tevdan û gotebêjkirin .
Di pêvajoya gengeşa mijara zimanê yekbûyî de gelek caran gotebêj gerim dibû û nakokî derdiket holê . Di bîra min de ye [2] dema ku profêsorekî zanîngehê ji başûr simînara xwe di konfiransê yekem de dixwend , derbarê zimanê yekbûyî got : (Gerek zimanê yekbûyî ji her dû şêwezarên sereke (Kurmancî û Soranî) pêk bê…)  . Ji nişka ve dengên (3-4) endaman ji dawiya holê , bi hev re bilind bûn : (Ji nuha ve (sereke) û (bineke) hene . Beriya nuha Kemalîzman zimanê me qedexe dikir û va nuha jî zimanekî (sereke) zimanê me yê (bineke) qedexe û tune dikir . Vêca , çi cudayî di navbera we û wan de heye ?! Ji îro pê ve em ne Kurd in .( Em Zaza ne !
Erê em Zaza ne !)  . Bêdengiyeke watedar xwe berda holê . Her kes bi hestê xwe yê derûnî mijûl bû  . Ez bixwe jî ketim bin bandora hêza mafdariya wan dengan û min di dilê xwe de got : Ev jî rast e . Bi Xwedê rast e !!
Nakokiya di nav piştgirên  Kurmanciya Navîn (Soranî) û yên Kurmanciya Bakûr (Behdînî) derbarê zimanê yekbûyî . (Li başûrê Kurdistanê) gihîştibû asteke xirab :
Di (27-2-1978) de dezgeha radiyoya Bexdê , beşê Kurdî komcivînek bo pêşxistina bernameyên weşanên Kurdî , li Bexdê lidar xist . Piştgirên zimanê yekbûyî xwepêşandanek derveyî avahiya civînê lidar xist . Xwesteka wan ji durişm û gotarên ku dihatin gotin ew bû , ku weşanên beşê Kurdî , bila bi şêwezarekî tenê be . (mebest jê ku bi Kurmanciya Navîn) . Lê dezgehê , li ser zimanê wezîrê ragihandinê ew xwestek nepejirand û got : Êzgeyê Kurdî bo hemû Kurdan bernameyên xwe diweşîne , ne bo beşekî tenê…[3]  .
Wê nakokiya di nav piştgirên wan her dû şêwezaran de , (li ser kaxezan) gihiştibû asteke herî bilind . Gelek gotar hatin nivîsîn û di simînaran de hatin xwendin , di govar û rojnameyan de hatin belavkirin[4]  .
Bêguman , zimanê yekbûyî xewna her Kurdekî welatperwer e . Her Kurdekî bîrewer hêviya zimanekî yekbûyî , xakeke yekbûyî û alayeke yekbûyî dadiwerive dilê wî . Lê xewn her dimînin xewn û hêvî jî , di çarçova xwezîniyan de her dimînin hêvî ta ku merc û derfetên pêdivî li ber wan vebin , hingê dibin piroje û li ber destên xwazyaran rûdidin .
Di vê qonaxê de , ne rewşa me ya siyasî û dîmografî û ne rewşa nexşeya şêwezarên zimanê me , her dû rewş jî wî mafî nadin me ku em zêdegaviyan bikin , nakokî û zikreşiyan di nav miletê xwe de biçînin !
Di germa wê nakokiya di nav piştgirên kurmanciya Navîn (Soranî) û yên Kurmanciya Bakûr (Behdînî) de , Dr . Cemal Reşîd Ehmed pirtûkek bi navê "دراسات كردية في بلاد سوبارتو "(lêkolînine Kurdî li welatê Sobarto) nivîsî . Di vê pirtûkê de Dr . Cemal Reşîd sextekariyeke dîrokî yî xirab derdixe holê . Dr Reşîd dibêje : Çi têkiliya dîrokî di navbera Kurmanc û Kurdan de nîne  . Kurmanc ji Kardoxiyan in û Kurd ji Mîdiyan in . Çi girêdan jî di navbera wan her dû gelên kevnar de nine  . Bi vê yekê Kurmanc ne Kurd in . Rû  .(79 ,80 ,83 ,84) . [5]
Selah Sadella di pirtûka xwe de , ya ku bi navê "حول اللغة الكوردية"(Derbarê Zimanê Kurdî) , bersiva wê sextekariya Cemal Reşîd dide û wan ramanên wî yên çewt pûç dike .
Min bixwe ew pirtûk nexwendiye , lê li gora ku Selah Sadella amaje pê kiriye , ez bawer dikim ku ev gotinên ku wisan dûrî rastî û jirbêjiya (mentiqê) dîrokê ne , wê encama berpekiya nakokiya wê qûnaxê bin . Lê ew qûnax bi hemû nakokî , zarperistî û herêmperistiyên xwe ve çû . Nuha jî em di qûnaxeke nû de ne . Jingeha Kurdî divê qûnaxê de , ji her rexî ve geş dibe , sînor li ber ragiyandina Kurdî dirûxin , siyastmedariya Kurdî bi pêjina hestekî Kurdistanî rûdide…!
Di vê qûnaxa hestiyar de ji me tê xwestin ku em li  ziman û şêwezarên xwe , weku mijareke netewî binêrin . Bi vê nêrînê jî , ew şêwezar hemû ji koka  zimanê Kurdî bi resenî şaxvedane . Ev jî tê wê wateyê ku zengîniya ferhenga ziman û wêjeya Kurdî ji hevgirtina wan şêwezaran pêk tê .
Cihê dilxweşî û geşbîniyê ye ku em di vê qûnaxê de pirraniya telefiziyonên Kurdî weşanên xwe bi çend şêwezarên Kurdî , nemaze yê (Kurmancî û Soranî) diweşînin . Ev jî wan bend û çeperên ku di navbera şêwezaran de bûne sînor diherifîne û wirde-wirde (hêdî-hêdî) me berû zimanekî yekbûyî ve dibe . Ji rexekî dî ve , zanîngehên Kurdistanê (Li başûr) dergehên xwe li ber xwendekarên Kurd , ji parçeyên dîtir vekirine , hin (borsên) alîkariyê jî didin wan . Ev pêngava netewî ya bêhempa nifşekî zanyar û rewşenbîr perwerde dike , wan ji bo paşeroja komelgeheke Kurdistanî , li gora hêvî û xwazyariyên me .
Arîşeya duwem , ya ku pêşberî zimanekî yekbûyî radiweste arîşeya xebitandina dû elfabeyên têvel e . Em dizanin ku li bakûr û rojavayê Kurdistanê elfabeya Latînî bikar tê , lê li başûr û rojhilat elfabeya Erebî (Aramî) bikar tê . Ev jî bendên bilind di navbera çand û rewşenbîriya Kurdî de ava dike . Çareserkirina vê arîşeyê jî di çarçova jîngeheke Kurdewarî de , bi hesanî , pêk tê .
Dema ku jîngeheke Kurdewarî , xwedan hizir û biryareke serbixwe peyda bibe , hingê rê li ber elfabeyeke yekbûyî hêsan dibe û gelek kêşeyên pê ve girêdayî jî çareser dibin .
Vebir , pirbûna şêwezaran nabe kelem û asêteng , li pêş avakirina komelgeheke Kurdistanî , di bin sîwana berjewendiyên hevbeş , dîrokeke hevbeş û paşerojeke hevbeş de . Gelek dewlet li cîhanê hene , pirziman û pirnetewe ne . Lê digel wisan jî di komelgeha yek dewletê de jiyana xwe berdewam dikin .
Li Hindistanê nêzî (350) zimanan bikar tên .
Ji wan (14) ziman tenê , bi şêweyekî fermî , li rex yê Ingilîzî , bikar tên . Li Ispaniya jî (4) zimanên fermî hene , (Qeştalî , Ketelonî , Galîgoyî û Oskîrayî (zimanê Baskên rojava) . Li Keneda jî zimanê Firansî û yê Ingilîzî , her dû bi fermî tên xebitandin . Li Siwîsra û Belcîka jî , pirtirî zimanekî , bi fermî , tên xebitandin .
Li gora vê pîvanoka navnetewî : " Komelgehên pirziman jî dikarin bibin dewlet", ku li wan dewletên binavkirî tê pîvan , Kurd jî miletekî yeknetewe ye , pirşêwezar e . Hêja ye gotinê , ku Kurd pirşêwezar in , ne pirziman in . Vêca , li gora wê pîvanê , çima Kurd (di jîngeheke xweserî de) nikarin di çarçova komelgeheke Kurdistanî de , bi hev re bijîn ?!

[1] - Cigerxwîn : jînenigariya min – Swêd – Stokholm ( 1995 ) – Rû . (346 )
[2]- Ez jî endamekî vexwendî bûm, li pirraniya wan konfiransên zimên amade û beşdar dibûm.
[3]-صلاح سعدالله : حول اللغة الكردية . بغداد (1985) صــ21
[4]-Bêyî ku em çi gotarê ya çi kesî binav bikin.
[5]- Selah Sadella :- صـ42صلاح سعد الله : حول اللغة الكردية – بغداد – (1985)







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3706