«ZIMANÊ KURDÎ DI NAVBERA HÊVÎ Û ARÎÞEYAN» DE ... xelek (3)
Dîrok: ÇáÌãÚÉ 30 ãÇíæ 2014
Mijar: Nûçe



Deham Ebdulfettah

Ç- Di rûpelên çûyî , bendên "a , b , c"de me têkilî û girêdana çend zimanên dêrîn "Somerî  , Evistayî û Pehlewî"bi zimanê Kurdî re , di ber çavan re derbas kir û me hinekî bandora wan zimanan jî , li zimanê Kurdî berçav kirê Lê di wan rûpelan tevan de jî , me negot , ka rewþa zimanê Kurdî çi bû û çawa bû ?! Gelo zimanekî yekbûyî bû , yan jî (wek nuha) pir þêwezar bû ?!


Em tiþtekî derbarî zimanê Kurdî yê wan serdeman nizanin , çi belge jî , bo bersivdaneke dîrokî , li nik me nîne . Dewleta Mad (Mîdiya) jî tiþtekî nivîskî li pey xwe nehiþtiye  . . .!
 Vêca , eger em bibêjin , ew miletên ku bi gelek navan , wek "Gotî (kotî) , Kasî (Kaþî) , Kardoxî ,Hûrî , Mîtanî û Mîdî"di nav çiyayên Zagros (ji baþûrê rojhilat ta bakûrê rojava) dijiyan , ew yan hin ji wan , pêþiyên Kurdan bin , jixwe wê zimanê Kurdî , bi hemû þêwezarên xwe ve , jibermayê zimanên wan pêþiyan be , ev þêwezarên zimanê Kurdî (bi vê pirbûnê) jî , wê li wê gorê bi þêweyekî asayî cihên xwe di zimên de girtibinê  .
Lê eger em bibêjin , zimanê dewleta Mîdî zimanekî yekbûyî bû (ev jî tekez nebûye) ûzimanê Kurdî jî jibermayekî wî ye , hingê zimanê Kurdî jî , wê yekbûyî be , lê bi demêre û di bin hel û mercên jiyana wan serdeman de , ew ê bûbe hevqas þêwezarên têvel !
Di vê pêvajoyê de pirsek raberî me tê :
Eger em bibêjin , Kurd di reseniya hebûna xwe de yek regez û yek netewe bûn , zimanê wan jî , gerek zimanekî yekbûyî be . Vêca ev zimanê yekbûyî , çawa li ser hevçend þêwezar hatiye parvekirin ?! Pirraniya dîroknas û lêkolerên zimanên kevin dibînin , ku þêwezarên zimanan (hemû zimanan) bi egera peydabûna hin hel û mercên siyasî , civakî û ciyugrafî , bi dirêjahiya demê re , pêk tên û hêdî- hêdî ji reseniya koka xwe dûr dikevin û ji hev jî (çi pirr , çi hindik) dûr û nêz dibin .
1- Hin caran di çarçewa herêma zimanekî yekbûyî de hêzine civakî li ser bingeheke derebegî (m ,rnê ,n ,) , yan olî , yan rêolî (mezhebî) yan jî hoz û êlî peyda dibinê Bi sedema wan têveliyên di nav wan hêzan de , têkiliyên wan bi hev re kêm dibin û bi demê re ji hev dûr dikevinê Zimanê her hêzekê ji wan jî , li gora wê rewþa tê de û dibin bandora hin zimanên dîtir ên têkildar de , þêwazekî bilêvkirineke taybet werdigre û bi demê re dûrî reseniya koka xwe dikeve û dibe þêwezarekî wî zimanê resen  .
2- Ji roja roj de Kurdistan qada þerr û cengê ye , qada serhildan û tepeserkirinê ye . Di pêvajoya van rûdan û bûyeran de gelek caran Kurd , di bin darê zorê de , ji herêm û navçeyên xwe , ji welatê xwe hatine koçkirin û dûrxistin . Li wan welatên koçberiyê û bi dirêjahiya demê re zimanê wan koçberên penaberkirî , wirde- wirde (hêdî – hêdî) tê guherîn û dibe þêwezarekî cuda , wek nimûne : ( Þah Ebbasê Sefewî yê mezin (1571-1626)ê zayînê çend êl û hozên Kurdî , wek : "Zaferanlo ,Kîwanlo û Emanlo)[1]
Ji herêma Azerbêcana Rojava koçberî Xurasanê kirinê Digel ku zimanê wan penaberan Kurmanciya bakûr bû jî , lê bi dirêjahiya demê re hindekî dûrî wî þêwezarê Kurmancî ketibû .
Çunkî di bin bandora zimanê Farisî û Tirkimanî de gelek gotinên Kurdî hatibûn jibîrkirin û li þûna wan gotinin ji wan zimanên serdest û hawîrdor bikar dihatin (min bixwe ev guherîn di þêwezarê wan de pelandiye) . Di bin van mercên destnîþankirî de þêwezarekî nû li þêwezarên Kurmanciya jorîn zêde bibû  .
3- Ji hêla ciyugrafî ve jî , pirraniya qada Kurdistanê zincîrên çiyayên bilind û þaxvedanên lat û zinaran in , gelî û newalên kûr inê Rêwîtî û rêbiwariya di nav wan asteng û asêgehan de zor çetin e . Ji ber van pirsgirêkên ciyugrafî girêdan û têkiliyên di navbera niþteciyên wan deveran , nemaze niþteciyên pêþ û paþ zincîrên ciyan de , pirr kêm bûn , yan jî dihatin birrîn . Li wê gorê , têkiliyên ziman û þêwezaran jî , ji kokên wan dihatin birrîn . Bi vê yekê jî , þêwezarinî nû li zimanê me zêde dibûn .

Hebûna zimanê Kurdî , di wan serdemên dûr de , çawa bû û çilo bûye hevqas þêwezar ?!  çi belge li ber destê kesî nîne ku bikare bersiveke rast û rewa bide . Nêrînên ku di vî warî de , dikevin ber gumanê jî me berî nuha ew di ber çavan re derbas kirine :
Kurd , bi þêweyekî gelêrî dibêjin : "Silav li sifra hazir e". Zimanê Kurdî yê dêrîn çilo bû , çawa bû , bila ew be ! Tiþtên ku nuha (li ser sifrê) ev in :
-  Zimanekî yekbûyî li ser asta Kurdistanê nîne .
-  Zimanê Kurdî li ser çend þêwezarên sereke par vedibe .
-  Di bin sîwana her þêwezarkî sereke de çend þêwezarikên piçûk bikar tên .
-  Hindek ji wan þêwezaran nêzî hev in , axêverên wan , bi hêsanî ji hev tê digihêjin .
Hindek ji wan jî , gelekî dûrî hev in , digihêjin asta ku axêverên wan ji hev (baþ) tê nagihêjin .
Rojhilatnas û lêkolerên zimanê Kurdî , ne wekî hev wan þêwezarên Kurdî destnîþan dikin , wek nimûne :
*Mawrîzo Garzonî Kurdnasekî Italî ye , (18) salan  li bajarê Amîdiyê rûniþtye ,fêrî Kurdî bûye û pirtûkek di rêzimana Kurdî (Kurmanciya jorîn) de nivîsiye , ferhengek (Kurdî-Italî) ji (5000) gotinan jî , amade kiriye .
Digel ku ev Kurdnas , gelekî xwe bi zimanê Kurdî mijûl kiriye jî , lê hayê wî ji þêwezarên Kurdî , baþ nîne . Garzonî dibêje : "Þêwezarê Amêdîyê ji yê Bedlîsê cuda ye û þêwezarê Colemergê jî , ji yê Behdînan û yê Silêmaniyê cuda ye"[2]
*Kurdnasê Rûsî "Basîl Nikîtîn jî , þêwezarên zimanê Kurdî bi van tevheviyên jêrîn destnîþan dikê :
1-Lurî (lorî) : Li herêma Loristanê (pêþko û piþtko) bikar tê .
2-Kelhorî : Li Kirmanþah û Hewraman bikar tê .
3-Soranî : Li Silêmaniyê , Rawendoz , Þino û Mehabadê bikar tê  .
4-Goran , : Li ''''''''Eqra , Amêdî , Diyarbekir û Bedlîsê Bikar tê[3]
þaþiya B .Nikîtîn berçav e , ku þêwezarê Goranî ne li van herêmên binavkirî tê xebitandin û yê Soranî jî , ne li þino û
Mehabadê bikar tê  .
*Þerefxanê Bedlîsî jî , wekû dîrokzanekî Kurdî di pirtûka xwe ya navdar "Þerefname"de , þêwezarên zimanê Kurdî bi vî þêweyî destnîþan dike : Kurd , li gora þêwezarên xwe , dibin çar beþên sereke : " Kurmanc , Lor , Kelhor û Goran"
*Geþtiyarê Osmanî (Tirkî) , Oliya Çelebî jî , nêrîna xwe derbarî þêwezarên Kurdî , di pirtûka xwe "Siyahetname"de berçav dike :
Zimanê Kurdî li ser (15) þêwezaran dabeþ dibe :
"Zaza , Lolo , Onîkî , Mehmûdî , Þêrwanî , Soranî , Hezroyî , Pisanî , Þingalî , Herîrî , Erdelanî , Xalitî . . . . .HT"[4]
Diyar e ku Oliya Çelebî devoka her êlekê yan hozekê kiriye þêwezarekî zimên ê Ev jî ne durist e .
Pirraniya Kurdnas û lêkolerên ziman û þêwezarên Kurdî , binavkirin û dabeþkirina þêwezarên Kurdî , bi vî þêweyê jêrîn pejirandine :
-  Kurmanciya Bakûr (jorîn)
-  Kurmanciya Baþûr (jêrîn)
-  Lurî (lorî)
-  Goranî
Hinek rewþenbîr û zanyarên Kurd bi wan navlêkirinên þêwezaran qayil nebûne û xwestine wan bi vî þêweyê jêrîn binav bikin :
-  Kurmanciya Bakûr (Bakurr)
-  Kurmanciya Navîn
-  Kurmanciya Baþûr
-  Goranî [5]
Ev navlêkirin ji ya berî xwe pirtir pêjina hizreke netewî û hêviya zimanekî yekbûyî dide . Çiku þêwezarê Kurmancî (weku nav) beþdarî sê þêwezaran dibe (Kurmanciya Bakûr ,Kurmanciya Nvaîn û Kurmanciya Baþûr) . Anku , li þûna (Lurî)î "Kurmanciya Baþûr"tê gotin . 
Derbarî danasîna þêwezarê"Lurî"û yê "Goranî"
 têvelî di navbera lêkolerên ziman û þêwezarên Kurdî de derketiye holê .
Hinek ji wan dibêjin "Lurî"û "Goranî"dû þêwezarên zimanê Farisî ne . Ev nêrîn di bin bandora siyasetvaniya Farisî ya regezperistî de hatiye derê
Hinek jî (digel ku kartêkirina zimanê Farisî li wan her dû þêwezaran xuya ye jî) tekez dikin ku (Lurî) û (Goranî) dû þêwezarên Kurdî yên resen û sereke ne  .
Þerefxanê Bedlîsî jî , berî (400) salanî di pirtûka xwe ya navdar (þerefname) yê de gotiye, ev her dû þêwezar (Lurî) û (Goranî) Kurdî ne . Hêja ye bîranînê ku pirtûk yarsan 

 ( Ehlî Heqq)î ya ku bi navê "Serencam"a pîroz bi þêwezarê Goranî hatiye nivîsîn . [6]
Li dawiya vê ronîkirinê ez jî dîtina xwe tevlî dîtina wan kesan dikim , ew kesên ku zimanê Kurdî li ser van her çar þêwezarên sereke par vedikin : "Kurmanciya Bakûrî Kurmanciya Navînî Kurmanciya Baþûr û Goranî". Di bin sîwana her þêwezarekî sereke de jî çend þêwezarikên piçûk tên xebitandin .
Dabeþkirina van þêwezaran jî , li ser rûberê nexþeya Kurdistanê , bi kurtebirrî ev e  .
[1]-Mihemed Emîn Zekî : Kurtbirriya Dîroka Kurd û Kurdistanê – Beyrût- (1985)-Rû (12-13)
[2]-Mihemed Emîn Zekî : Kurtbirriya Dîroka Kurd û Kurdistanê – Libnan- (1985)-Rû (318)
[3] - Fûad Heme Xorþîd : Dabeþkirdinî Cografî zarewekanî (zimanî Kurdî)- Bexda (1982)- Rû. (19)- (binpêl-20)
[4] - M.E.Zekî : Kurtebirriya Dîroka Kurd û Kurdistanê- Libnan (1985)- Rû. (318).
[5] - Fûad Heme Xorþîd : Zimanî Kurdî- Dabeþkirdinî cografî zarawekanî – Bexda (1982)- Rû (20).
[6] - Li gora gotina pîr û qelenderên rêola yarsanan (rêbaza Ehlî Heqq).







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3696