(Çalakiyên KOMÎTA CELADET berdewamin) zimanê me nasnameya me ye
Dîrok: ÇáÓÈÊ 03 ãÇÑÓ 2007
Mijar: Nûçe



Arşek

Di destpêka meha Avdarê de , KOMÎTA CELADET ya hokirina zimanê kurdî , ahengên kutahiya 3 xulan li darxistin.
Li Amûdê ( 2 xul ) ji 23 ê  şagirtan bi dawî bûn  , piştî  westana 40 rojên berdewam di waneyên (dersên) zimanê kurdî de


1-ev zimanê çiqas lawaz bûye jî , ew qasî jî li ba gelê  Kurd pîroze , her weha ahengên şahiya wan şagirtên zimên û mamosteyên wan , bi hevbeşiya Endamên KOMÎTA CELADET  bi şêranî li dar ketin .
2- Li Qamişlo  jî xuleke  ji 10 keçan û 2 lawan bi dawî bû , bi alîkariya  endamekî  ji komîtê Seydayê hêja (Keleş) , û bi amedebûna Endamên KOMÎTA CELADET henteşeke balkêş ahengeke rengîn li dar xistin .
Şagirtên hersî xulan , bawernameyên diyarî ji komîta zimên  bi serkeftin wergirtin.
KOMÎTA CELADET bi endamê xwe ve , pîrozbahiya bawernameyan û zimên li wan şagirtan û gelê Kurd pîroz dike .

3/3/2007 








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=367