Ji bo kela dilê we PAKREWANAN...
Dîrok: ÇáÃËäíä 05 ãÇíæ 2014
Mijar: Nûçe



 

Þahoz Haco

Bajarên bê deng û gundên dil þewat di axîn, nalîn û xewnên xwe de hûn man dil þikestî.
Dilên ku di nav mistek ax de, di Jenin.


Tu caran we hestên xwe û evîna xwe ji biyaniyan re, ne hingavtiye.
Ji ber çi wilo li we hatiye.
Çima wisa hûn ker û lal in.
Çima wisa… ka xewnên we.
Xewn û hestên we yên di nav lat û kevirên hawîrdor de hatine çandin, kanîn.
Ji bîr nekin… wan xewnan bi ji bîr kirinê, ne nixumênin.
Kulan bi ser kulan de ne herikênin.
Ji ber babilîsokên zer merevin.
Bejna xwe metewînin.
Xwe mesipêrin þapan û lehiyan.
Di gewriya dîroka kevnar de xwe ji bo dahatûya xwe amade bikin.
Belê tu caran li hember qamçiyên zordestan, xewnên xwe ne çilmisînin.
Deþt û zinar, li benda we ne.
Armancên ku xwe di zikê hêviyan de veþartî li benda we ne.
Xecxecok û giya, kesk û sor in, li benda roja we ne.
Þewq û þepala serê sibê li hawîrdorê roniya çavên we, xwe pêçane.
Azadî li benda xewnên we ye...
Di nav rakêþanên xewnan de, sirûdên mêraniyê dihatin xwendin.
Dexil, genim û sinbilên azad hîn jî evîndar hembêz dikirin.
Li ber aniya we ya bilind, dijminan serî nizim dikirin serî ditewandin.
Dar, giya, rez û werizên þad, pala xwe hîn di dan axa sor.
Darên zeytûnan hîn çuqliyên wan þîn in.
Dawet, sema û govend hîn tên kirin.
Ji bo xewna we...
Ji bo baweriyên we...
Ji bo kela dilê we PAKREWANAN...
Hîn em bi hêvî ne.
PAKREWANANÊN axa sor we... Li ser xaka pîroz we dikir Newroz.
Bi bilbilan re, bihara renge- reng we diramûsand.
Xewnên kevin bi derdên nû re hîn tên û diçin.
Lê mixabin di xewnê de em bûn penaber...
Di rastiyê de em bûn penaber.
Di bin sitûnê xewnan de çadirên penaberiyê hatin vedan.
Çadirên rizî singên xwe li ser singa xakê kutan.
Lê bere kes þad nebe bi têkçûna xewna PAKREWANAN.
Bawer bikin PAKREWANANÊN delal hîn em li xwenê xwedî ne.
Hîn ez jî xewdî xwen im.
Hîn jî li benda vegera bajarokê xwe me






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3660