Qeraþ
Dîrok: ÇáÎãíÓ 24 ÃÈÑíá 2014
Mijar: Nûçe



Xelîl kalo

Bila mirov çeleng û baþe be .û ne mirovekî geraþ be, aþê xelkê bi gerêne û bi nanezikê rêncber be, hingî çi dibe bere bibe "Mirin û sed carî mirin"  .  ne pîþe,  lê ew sexlet û ev pend di keleporê gelêrî de wateya mirovekî ne wêrek û qels dide nîþandan û ne karê rojên giran û bi hasbe , bêkêr û bê xîrete di rojên saloxdanê de û ti kar pê nabin , ev rewþdan bi taybet di rewiþt û tîtalên heyama berberê û sîstema eþîretiyê de di hate bi karanîn .


lê heme ti cawazî di saxletên mirovên roja îro û berê de nînin di þert û mercên weke hev û beramber de , mirovê baþ her baþe û xwedî insiyatîfe û xîretêye , comerde û destê danêye .lê hêjaye gotinêye ku karê qeraþiyî ne kirêt û nizme û cihê rêzêye di çarçove xwede  .

Mebesta me ji vê gotina jorîn ew bû , ku mirov di rojên taybet  û giran de merd be , comerd û bê texsîr be . nemaze di nîr û demên  aloz û ne normal de,  weke vê rewþ û pêvajoya ku niha kurd tê de dijîn ya berçav di asoyê de , pêwist bû ku hemû derfetên di destan de û hêzên ser erdê, çi partî ,rewþenbîr, pêkhatiyên civakê yên cûrbecûr û mirovên xwe kurd perwer bibîne û xwe berpirsyar di ber doza netewa kurd de, bê texapaþî û bê rawestan bikar anîbane li gorî þert û mercên naçeyên kurdan ,û bi lep û neynûkan xaka  xwe zemtkiribane û çokên xwe berdabane erdê û ber penaberiyê ve  belav ne bûbane  .ji ber derfetên wusa  her carî bi dest kurdan na kevin, dîse jî bere em zanibin ku rewþ û qûnax  hew berepaþ ve di zivire û wê qûnax ber bipêþve biçe.

Hîna gelek ji hêzên ku xwe dergevan û bergirvanên netwî bi nav dikirin û li ser tevgera gelê kurd têne jimartin , ew hîna derveyî meydana parastina xak û civaka gelê kurdin ,tenê bi gotinan û þorên bê wate , bê xebat û berhemin li ser astê avakirina hêz û peydakirina derfet û destekên berxwedanê , ew berxwedan çi cûre be bere be, lê ew xîretî û camêrî ta roja îro ji wan çênebûye û ber deriyê xelkê qeraþiyî xwe berdewam dikin û li ber dengê çeqçeqonka aþê wan di leyizin , beramberî çend qurûþan, anku weke parseke li ber derîyê xelkê di gerin û zêrevanin bi navên ne rewa  û ne rasteqîne weke alîkarê þoreþa sûrî bê þoreþgerî ,yan ji paldayîne weke tirlên bexdayê li hewlêr û istanbolê û deverên din , jiyana xwe derbasdikin ser xwîn û belengazî û xizaniya kurdên hundir.

24.4.2014







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3650