Oda Gunehkariyê.. (Kurteçîrok)
Dîrok: ÇáÓÈÊ 19 ÃÈÑíá 2014
Mijar: Nûçe



Merwan Berekat

Sê dîwrên odê bêdeng bûn, yek jî, ji wêneyê zordarekî nijadperest dinalî, û ji nalîna wî banê wê odê tîk bibû…???
Di koşeyeke konikgirtî de maseke kenarşikestî hawar dikir, û li ser masê pênûseke rengreş û zimantazî li benda nivîsandina hin çîrokên derewîn bû.
Li pişt masê kursiyeke bêbext û gunehkar çep û rast dizêvirî.


Ji giraniya laşê bênîhadê, ku li ser kuriyê rûniştibû, zîrkezîrka kursiyê vedenga zikreşiyê dida û wêneya bi dîwêr ve devqîç dikir.
Deriyê odê ne kilîtkirî bû, lê navnîşana li ser wî qafek û du hestî bûn..???
Ji nişkê ve, agir bi lênûskê ket, dûmaneke reş ji wê derket, û wêneya bi dîwêr ve, zêde reş kir…!!!!??
Pênûsê pirs kir: Çi çê bû? Çi heye??
Lênûsê berisiv da û got: Berî katjimêrekê te navê nokerekî li rûpelekî min nûsand, û te biryara zindankirina azadîxwezekî da, ez bi agirê xeydê dişewitim.
Pilindirekî digel konikê xwe, ji qozîka odê ya li pişt masê xwe avêt nav êgir, lênûsê pirs kir: Tu çima xwe davêjî nav êgir??
Got:  Belkî terafa wî bilind bibe û wêneya bi dîwêr ve bişewitîne.







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3637