Di Cejna arema Sor de dibjim: zid; Kurdn Her Resen in
Drok: 16 2014
Mijar:



  Konê Re

   Êzidî; Kurdên herî kevnar in.. Ola wan ji olên herî kevnar e di dinyayê de, olek çiyayî ye. Ev ol li ser bingehê bûyerên xweristî hatiye ava kirin û kok û rehên xwe ji bîr û baweriyên xelkên herî kevnar wek Hindiyan, Hindoewropiyan û xelkên Mezopotamiya distîne.


  Hem jî gelek bîr û baweriyên aristaniyên kevin wek Someriyan, Babiliyan Aûriyan û Mîdiyan bi xwe ve girtiye û hilaniye.. Erê ola kurdên Êzidî oleke çiyayî ye, oleke uristî ye, oleke aitîxwazane ye.
  Ta roja îro Kurdên Êzidî bi ziman, irf û adetên xwe kurdewariyeke herî resen dimeînin; nimêj, îbadet û duayên wan bi zimanê kurdî ne. Di baweriya min de ta ku ola wan a Êzidiyetiyê hebe, wê zimanê kurdî hebe.. Parastina vê olê, parastina zimanê Kurdî ye.
Ez jî, ji dil û can cejna Çarema Sor li hemû Êzdiyên Cîhanê û Êzîdxanê û Kurdistanê pîroz dikim..
Konê Re, Qamilo, 16.04.2014






Cih ev ne j hatiye: Welat me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo v ney navnan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3629