Çar partî dê bibin yek
Dîrok: ÇáÓÈÊ 12 ÃÈÑíá 2014
Mijar: Nûçe



Idrîs Hiso

Nûçeyek xweþe li ser guh ku hêzin kurdî dest bidin hev û bibin yek , û cê pêþwaziya miletê kurde li her derê . guhan bihîzt , aya wê çav encamên baþ liser zemînê bibînin?!
Di rewþa ku Rojavayê Kurdistanê têde derbas dibe , miletê kurd pêwîstî yekitiyê ye dibe ku ji vê yekitya ku niha li Hewlêrê dibe mestir be , pêwîtsî bi yek helwesta kurdan heye li seranserî Kurdistan bi taybet hêzên kurdisatanî , lê heger ev pêngav wê bibe pêngava pêþî di rêka dirêj de , em dibêjin pîroz be .


Hejmara partiyên kurd li Rojavayê kurdistanê li mejî nakunce yekcar, nemaze dema ku em nasbikin ti cudabûn di sîstem û armancên wan de nîne , û hemû partî ji yek kokê ne ew jî partya dayike ku di 1957 hat damezirandin.
Mîra kurd Rewþen Bedirxan dibêje :" yekîtiya kurdan bide min ezê kurdistanek serbixwe bidim te"
Ev her çar partî gelek dem û wext derbaskirin û gelek alozî jî daqurtandin heta ku gihan hev li hola Seed Ebdela li Hewlêra paytext, aya heger ev kongir biserket û partiya nû hate afirandin wê çi li rojava bê guhertin ?
Ev pirs tên holê :
-aya wê çi bi Encumana Niþtmanî Kurd Sûrya(ENKS) bê , wê ev partî çi role bilîze , û wê rêjeya nûnertiya  wê di ENKS de çibe , wê çi bandorê li Encumana Gelê Rojava bike?
-aya wê baskê Leþgerî li ser zemînê li Rojava ava bike an na ?
-aya wê bibe nimûne ji hin partiyên din re ku ewjî bibin yek (mîna baskên pêþverû)?
Û hin pirsên din ku girêdayî tikilya kurdan bi Hêzên Opozisyonê girêdayî ne
Li Rojavayê kurdistanê layinekî siyasî û bi beþdarbûn hin hêzin din , dinav wande hin ji pêkhatiyên heremê jî hene (Ereb, Kirstyan) hikûmetek demkî ragihandye , beþekî mezin ji kurdan ne beþdarin , gelo bi vê yekitê wê hêzên kurdî çikaribin bikin li ser zemînê?
Di bawerya min de gelê kurd her wisa pêkhatiyên Herêma kurdî li Sûryê pêwîstî berek niþtimanî firehin em Karin bêjin pêwîstya me bi Bera Kurdistanî heye , ku karibe di nava xwede hemû hêzên kurdî û hêzên herêmê hembêz bike , wê demê emê karibin bi serkeftî vê qonaxa cengê derbaskin , paþî ku em mafên xwe bidest bixin , êdî ne girînge bê wê kî hikûmetê avabike an wê kî serok be , çimkî wê çaxê miletê rojava dizane dengê xwe bide kê bo bêkhatina hikûmetan.
Berdereþ 3-4-2014z  







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3620