Daxuyaniyek ji Nivîsgeha birêz Selah Bedredîn
Dîrok: ÇáÎãíÓ 01 ãÇÑÓ 2007
Mijar: Nûçe



Bira û dostên hêja!
Di dema dawî de, malpereke ilktironî dîsa û bê sedem êrîþî me kir û xeber û dijûn di derheqê me de dan! Bi taybetî, ji ber ku xwediyê malperê bi temen û asta xwe, ne ji dûr û ne ji nêzîk ve ne têkildarê pirsên di holê de ye


çi yên girêdayî dîrok û pêþveçûn û bûyerên ku dehê salan ser wan de buhûriye û hindek kesên ku hê zindî ne di wan de beþdarî kirine, û di pirtûk û lêkolînan de, ji aliyê yên ku bi wan re pêwendîdar bûn çi bi xirabî anjî baþî, hatine ravekirin û nirxandin.Her weha, ew herdem dikarin ji aliyê xwediyên wan ve bêne guftûgikirin, bi mebesta zelalkirina rastiyan û sûdewergirtina ji ibret û waneyên wan.Dîsa, ew milkê tevgera netewî demoqrat ya kurdî û têkoþerîn wê ne.
Em baþ dibînin bidin xuyakirin ku têkiliya me bi dijûn û çewtiyên hatine belavkirin re nîn e , û ji servezêdekirin û rûreþkirina mirovan, kî dibin bila bibin, here dûr in.Her weha, em tekez dikin ku çi kesê rastiyan sexte bike û destdirêjî mafên kesan bike, dê stûbariya xwe hilgire.Di heman demê de, em diyar dikin ku em rêzê li hemû nêrînên avaker ku dibine alîkar di xurtkirina tevger û xebata me de, digirin.Her rexneyeke ku bi armanca jinûveavakirin û serrastkirina tevgerê tê kirin, bi singek fireh hembêz dikin.
Her weha, bi nêzîkbûna salvegera rabûna kurdî ya Avdara 2004an, em diyar dikin ku em dê beþdariya xwe ya erênî derbarê doz û kêþeyên tevgera Kurdî yên siyasî û çandî û hizrî, berdewam bikin, û xwe ji bicihanîna erkên xwe yên niþtimanî di riya tevgera opozisyona demoqrat de, nemaze di warê çesipandina mafên milletê me di bername û acendeyên wê de, nadine paþ.Tevî ku em bi tekezî dizanin ku-ji ber ezmûna me ya dirêj û nirxandina dirust ji xwezaya rêjîma ewlekarî ya despotîk û serdest li dirêjahiya 40 salan, ku ew dê bêdeng nemîne li hemberî lidij û guherînxwaz û opozisyongerên xwe li hundir û derve, nexasime tevgera kurdî.
Li gor vê yekê, ne ecêb e ko rêjîm hewil bide jehra dubendî û parçebûn û nakokiyan di nav refên gelê me de belav bike, û di riya hindek peyivgehên Kurdî yên taybet de, vê armanca xwe bibe serî.
Em ji hemî bira û dostên xwe re tekez dikin ko dijminê me yê serekî di vê qonaxê de rêjîma ewlekarî ya serdest ya Sûriyê ye.Her weha, çiqasî galegal zêde bibe jî, em ji riya xwe dernakevin.
Di gel rêz û silavan de.

Nivîsgeha birêz Selah Bedredîn
 Di 28/2/2007an de.
 

 






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=360