Mihemedê Seyid Husên
Her sibeh hest dibim ku þarê Qamiþlo di nêv seqa û mercên taristanê de, li ber gurra baroveyên kîndar kêlekê ji keçkaniya xwe wenda dikî, reqreqa cezmeyên zînatkaran li kolanên wê, li gel kurtepista felaket û berbatên kesanedî, zergernejîna guranxaneyê bi kîna tundutûjiyê bêhna wê çikandine, bi kerafiya jehra maran temenê wê yê rewal belqitandine, çeyisîna þevnemê ji ser kulîlkê wê daweþandine, û sitêrka ku me her êvar çavdêriya hilatina wê dikir nema xuya dibî.
Qamiþlo takrîhana ku di tehtê de þîn hatiye, bi xunava çemê ceqceq temenê xwe avdaye, bi daseke evsaneyî paleya zexeliyê ji ziman û zemîna xwe kiriye, lê mixabin hêj aþê çavnebarên noker dest û lingên wê bi saxî dihêrin, yarîgeh, gulîzar û gasînên wê girevtar û mangirtî mane, xaka çandinî û avdêranê lê kirine tiraf, hîç ne mîna heyamên berê karxezal ji serê kaniyê avê vedixun, bajar bi þênewarên xwe giþtî ve bûye qurbana ejdehakê bedkar, lê hema qada wê ya pîtdan her baranê dixwazî, tenha ji bo ku berbang þevnemê li nêrgizê bibarînin.
Komara Çîk ..12-3-2014
gorican2@hotmail.com