Adarê! Dêmê Qamiþlo
Dîrok: ÇáÃÑÈÚÇÁ 12 ãÇÑÓ 2014
Mijar: Nûçe





Diyarî ji helbestvanê Kurd Taha Xelîl (Bavê Helebçe) re

Konê Reþ

Adarê!
Dêmê Qamiþlo
Di pencereyan re
Xuya dike
Di nav lihevketina pêlan de
Bi ser me de
Dibare


Di çîrokên bahoz û xemgîniya demê de
Þil dibe,
Bêrîkirin jê di fûre.. Û
Çepel û megrûdî jî
Hewil didin ku
Canê xwe ji
Netebitîbûnê aram bikin û
Xwe ji þewatê bi parêzin..!
Adarê!
Di sibehên te de
Dêmê Qamiþlo
Di kolan û sikakan de
Digirî,
Rondik wek xunava buharî
Tê xwarê û
Dengê nalînê di qirika xelkê de
Li hev vedigere..
Erê adarê
Dêmê Qamiþlo
Di sikak û kolanan de
Di girî..







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3570