Rûpelekî winda.. Diyarî: ji bo xebatgêra birûmet, xanima hêja Fatma þernexî
Dîrok: ÇáÃÑÈÚÇÁ 05 ãÇÑÓ 2014
Mijar: Nûçe



Keça Kurd

Ji pencera canpakiya xebatgêrî dilovana welat û gel
Fatma þernexî
ezê çivîkên bîranînên xwe bifirênim,
di kevanê keskesora wan biharên  miþtehêvî re,
derbas bikim.
Li zozanê dilgermiya wê qunaxa serfirazî biçêrênim
Kulîlikên vê nivîsê ji derîzanên Qamiþlokê bicivênim
li biskên rojê


roja ku ji newalên xebatê ve,
di ser milên xebatgêran re
li me dhilat, bialênim
di nav hestên xwe de biguvêþim
pengerîsê li ber tevna þengejinan
pê reng bikim
di mêzera birûmetî dîrokê de bihîvêzim,
Canê pîrozî Xuhika xwe Fatma þernexî
Hevalbenda li rêbwara rûmetkarî
Pê þa bikim
ji dîroka jinên azadîxwaz
rûpelekî winda ye,
ji nifþê nû re divêvirim:

Herwekî çawe jin di civaka kurdî de û di hemî aliyên jiyanê de mil bi milê mêran re ji bo berdewamiya jiyanê, serbest û bê pirsgirêk xebitiye, di xebata ramyarî de jî careke dî nemerdî nekiriye, xebata jinê di rex ya mêrî re rojane bû ye.
Dema ku tevgera kurdî li baþûrê piçûk hebûna xwe di nav gelê xwe de aþkera kir û rêxistin damezrandin, jinê jî  bê rawestan mil bi milê mêran re barê ser milê xwe bi serfirazî hildigirt. Di gelek baran de karê ku jin pê radi bû mêr nedikarî pê rabe û eger jinê ew kar nekiriba karê mêran jî radiwesta. Herûher keç, dayik û jinan rê li ber xebata mêran xweþdikirin û mûma di þevên tarî de ji xwe û ji wan re pêdixistin.… Di mal de endamên bazdayî diveþartin û bi pariyê xweþ ew xwedî dikirin. Xeleka pêgihandin bû li navbera gund û bajaran, name û belavokên partiyê di bin cilên xwe de girêdidan, an jî di bin zimanê xwe de diveþartin û ji cihekî bo yekî dî diguheztin.
Gelek caran li ber dergehê bendîgehan di nav bablîsoka dijûn û qirêja ji devê polîsan dirja, xwe diþêland û xwe digihande ber tora hesinî ya girtîgehê.
Jina xebatgêr di nav boriyên hestiyan de nameyên partî digihande destê girtiyan. 
   Xebata me ya wê serdemê di nav jinan de, tenê hiþyarkirin bû, xwenaskirin, weke milletek, xwedî welat... Me malin ji xwe re heldibijartin û em derbasî malê dibûn û tenê me hestê welatperwerî di xwîna wan de diçand; me bi wan dida nasî ku em Kurdin, welatê me Kurdistan e, xebata me jî ji bo rizgarkirin gelê Kurd ji bindestiyê ye, da bigehe mafên xwe û jiyaneke rast weke mirovan bijî.
Bi rastî di wê qûnaxê de, bihtiriya gelê kurd  nexwendevan bû, tiþtek ji dîroka gelê xwe nedizanî,  nemaze jin bicarekê ageh li siyasetê nebû. Vêce ew keç an jî ew jina ku dimaleke nexwendevan de, li ber çirayeke ji duhnê roþenbîrî î ziwa, mezin dibûn, karîna wan nebû ku ew gêsinê xwe di nav erda zanîn û bîrûbaweriyan de kûr bikin..Lê bi rastî em çend kesên ku li xwendina zimanê kurdî serbest bû bûn û  helbestên Cegerxwîn dixwendin, gelek pêzanîn ji wan helbestan  wergirti bûn; weke, þûreþên kurdî, zilm û zora dardestên Kurdistanê li ser gelê kurd. Û bi hoya ku tim endamên bazdayî li van malên welatperwer hebûn  û civat herdemî li ser ramyariyê bû, li ser Kurd û Kurdistanê bû, jinê jî guhdarî civatên mêran dikir, xwe tevlî ra û takbîran dikir; hino-hino riya xwe rehnî kir û bi pêþ ve diçû, xebateke ji dil û can dikir. Jin amadebû canê xwe di vê riyê de bide.
   Li bajarê Qamiþlo gelek jinên canfida û xebatgêr hebûn  ku pêþengiya jinan dikirin. Ji wan jinan: Fatima þernexî, Fedîla þûzî, Siltana Neyo, Sînem(kebaniya Hecî Emerê Zero), Sitiya þûzî, Gulsin, Wezîra pilîko, Bedîeya Meletahir.. Bêgoman jinên xebatker  ne ev tenê bûn, lê evên  ha ji ên jîr û xwedî helwesteke cangorî bûn, tevgera wan bêrawestan bû; di berayîka karwanê tevgera kurdî de, þengesiwarên jêhatî ên bê mînak bûn.
   Fatma þernexî navekî birûmet û stêreke geþ bû li asmanê Qamilþo, weke hemî wan hevalbendên xwe cangoriya rêça azadîxwaz bû. Fatim xebatgêreke di ser pesnê re bû, dilê wê fereh bû, weke asmanê xebata gelê Kurd. Xebata wê serdemê ji dil bû, þîraniya wê hêþte ji hingivê þana welatparêzî bû, nexweþiya þelîpanê di kuwarên mêþa hingivî de belav nebû bû. Karkerên civakê bê ezêtî û bê berjewendiya kesayetî dixebitîn.
   Ez dikarim bêjim ku ji her çar parçên Kurdistanê di bergeþa Fatma þernexî de ji nanê germî tenûra wê a dilovanî xwarine. Fatim herdemê di xizmeta mêvanên bazdayê yên partiyê de, amade bû, di kuncikên dilê xwe ê fereh de, di nav kanîkên çavên xwe de ew diveþartin.

 7. 2. 2014








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3558