Nivîskarê sitû xwehir
Dîrok: ÇáÃËäíä 03 ãÇÑÓ 2014
Mijar: Nûçe



Xelîl kalo
  
Ji bilî celebek  ji kesên bi rûmet ku xwedî qedirin , giranbuha û berêzin  , ew nivîskarên meyê xwedî ked û biberhemin , resenin di hizir û ramanin xwe de  .ku ew heta roja îro jî li ser bingiha xweyî kurdewarî di xebitin , berhemên wan di riya pirtûkan de li ser çand û nirxên kurdewarî têne dinya kurdewarî .ew nifiþ û celeb ewin yê ku dinya kurdewarî bi wan avaye û dibine jêder û kaniyên rewþenbîriya kurdî ya resen,


di heman demê de ew mirov bergirin û vejînkarê keleporê kurdîniyê ne bi qelem û hizirên xwe . heta ew hebin wê çanda kurdî bi xêr û saxlim be û gelê kurd wê bi wan serfiraz û zindî be .

Celebekî dîtir heye ku  ewin yê pirtir dengên wan bi þev û roj sikakan dadigre bi qerebalixin, bê karin û xwedî berhemên bê niþa û bê tamin. li dora xwe dizîvirin û tozê li dora xwe di rakin, ta ku kesên li dora xwe bi xapînin û rastiya wan neyê dîtin .van kesan rahiþtiya wî navî bê ku hêjayî wî navî bin  . ev nifiþ ku pirên wan di domana buyêrin ku li sûrê hatin qewimandin di destpêka sala 2011 an de piþtî ku tirs hinekî rabû .bê ku zehmetiyê bibînin û bikþînin di heyama  rojên reþ û dijwar de.bi çend gotarên bê wate , dobarekirî û bê armanc. bê erk û karê pirakîkî . xwe kiþandin xan û zeviya nivîskaran û xwe li ber deriya hin partiya roniþtin ta wan bidine pêþ û wan bi hebînin û destekê bidine  wan bi çandeke çilekî .

Eger tu rewþenbîr be,  gereke tu xwediyê berhemên rewþenbîrî be , wekî pirtûk û dîwan û lêkolîn ,  anku afrêndarê çand û xwediyê nûkirina keleporê gelê xwe be û bi ramana xwe serbixwe be. tenê bi çend gotaran mirov nabe rewþenbîrî gelê kurd ku armanc çend qurûþbin . lê mirov di kare bibe þabaþçiyê ber deriyan û nane nanî be , ji bo parîk nanê rizwa  li vir yan jî li wir ,  yan jî ji bo aferimekê ,lê bere ew kes zanibe rewþenbîrî dûrî wiya û jê bêriye û çeteyê .rewþenbîrî ne sitû xwariye û ezbebiya vê siyasetê ye yan jî ya dîtire û kesaye. Tenê rewþenbîrî serxwebûna fikir û raman û helwesta kurdewariye , eger mirov bi xwaze rewþenbîrê gelê xwe be,  bi þeweyekî rasteqîne gereke mirov dengê wî be bi hest û wicdan be . lê heme koletî û sitûxwarî li ber deriyan , þermeke mezine û wî navê rewþenbîrî ser mirovan di hilîne .. û hingî mirov dibe kerê keran ..

3.3.2014  







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3557