Na.... Na
Dîrok: ÇáÎãíÓ 20 ÝÈÑÇíÑ 2014
Mijar: Nûçe



Xelîl Kalo

Na ji rêbaza hizir û ramana paþketinê re …eger em hizira xwe bi vî awayî ku em niha  kar û barê jiyanê û bizava siyasî û rewþenbîrî dikin ..bere em baþ zanibin paþeroja me wê ne baþtir be ji pêþeroja me û jiyana me þahid û nîþana wê ramanê ye . Ev cûreyên hizir û ramanê ku bûne bela serê me di seranserî dîrokê de heta roja îro , bê  em hewilbidin xwe ji vê çanda nizim û bê niþa rizgarbikin .


Berevajî heta  roja îro bijartiyên kurd xwe rihet dibînin di nava vê çandê de, ta ku karibin deshilatiya xwe ser  gelê xwe berdewmbikin bê ku hest û hestiyarên wî li ser êþ û azarê gel rawestin bi þêweyekî mukum û berpirsyar  .

Heta roja îro aqilê me  bûye sedema hemû belayên ku têne serê me. Me  heta roja îro nikariye xwe ji kevnê xweyî paþvero rizgarbikin û di hemen demê de em þêweyê hizir û ramana  xwe bi guherin û nûtir bikin ,anku bi gotineke dîtir em hîna weke bav û kalan difikirin di pirsên çarenûsîde û bi teybet di dozên netewîde li ser astên berjewendiyên gelê kurd yên bilind .tim tim astê hizir û ramana me biçûk maye û hatiye girêdan bi piranî bi berjewendiyên kesayetî û partîtî ve.

Pirsa herî mezin ku xwe di serê mirovan de di afirîne .gelo çi cawazî û cudabûna hizir di alîyên rêbaza  dan û sitandinê de di navbera me û bavan de heye .bo rêvebiriya kar barên navxweyî û biteybet di rêvebirina civakê de ser hemo astan .siyasî .çandî û civakî di domana tevgera rizgariya netewî de .mixabin hîna em bi xwe weke wan bi wî terzê kevin û eþîrtiya nûjen difikirin anku bi  wê ezeziya partîtî  .ku heta roja îro me ti sûd û berjewendî jê ne wergirtiye.

Vaye em niha di çerxên 21 an dene ,ku gelê kurd hîna di dawiya lista gelan deye dije ..mixabin ku miletekî wusa û pir hijmar û resen û kevna re ku ji mêjûyê ve  ser xaka xwe dije ,maye bê dewlet û bê siyanet . erê carcaran nîrên babetî dibin sedema paþketina gelan ,lê neyê wê wateyê ku ew nîr bibe sedema mana wî bê nasname û bindest di berdewmiya hezar  salên dawî de   . eger mirov wan sedema nasbike ,wê di serî rêbaza hizir û nifþên ramanê wê xwe bidine pêþ û serekene . li vir gereke em bibêjin ..na.. na.. ji wê çand û hizir û ramanê re .dema ti sûdê me têde nîne ..

20 .2.2014 







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3548