Apo Osman Sebrī; Lehengekī Welatź min bū (Di 109 Saliya Rojbūna wī de)
Dīrok: ĒįĆĖäķä 06 ķäĒķŃ 2014
Mijar: Nūēe



Konê Rež

Mirov ji ber xwe ve nabin leheng û her roj leheng çê nabin. Dibe ku di nav miletekî de nifžek derbas bibe û Xwedê lehengekî di nav lingê dayikekê de ji wî nifžî re derbas neke, ew nifiž stewir bimîne; û dibe ku di nifžê miletekî de gelek dayik lehengan bînin.
Gel jî mirovên ne leheng nake leheng. Heger teraziya dîrokê gel be, teraziya gel jî ji zêr e; gel bi wê teraziya xwe ya zêrîn lehengên xwe dibijêre û navê wan di bîr û baweriya xwe de tomar dike û bi demê re xebat û bizava wan lehengan jê re dibe dîrok.


Ne gereke ez navên lehengên gelê kurd bibêjim, ewên ku navên wan di hižê her Kurdekî dilsoz û xemxur de hatiye tomar kirin; ewên ku di zindanan de, di bin žert û mercên dijwar de li ber xwe dane..
Lê wek nimûne, bi helkeftina derbasbûna 109 salan di ser rojbûna Apo Osman Sebrî re, ez wî wek lehengekî ji lehengên gelê kurd dibînim û vê panoramayê wek wefadarî ji giyanê wî re pêžkêž dikim.
Osman Sebrî, yê ku li dor parastina zimanê kurdî wiha gotiye: "Parastin û gežkirina xwendin û nivîsandina kurdî li ser milê her Kurdekî dilsoz û welatparêz e, bi taybetî xwendayên me, çûnkî ziman roleke giring di jiyana her netewekî de dimîne. Zimanê me jî gelekî li paž de ye û gereke em bi zimanê xwe mijûl bibin, hingê em qenciyê li xwe dikin..."
Osman Sebrî (Kovara Pêženg, hejmar 5/1984)


*          *          *

Di roja 05.01.2014an de, 109 sal di ser rojbûa Apo Osman Sebrî re derbas dibe. Ev mirovê ku di tevayî Kurdistanê de wek, têkožerekî, torevanekî û rewženbîrekî kurd hatiye nas kirin.
Osman Sebrî di nav tevgera rizgarîxwaz a gelê kurd li Sûryayê û tevayî Kurdistanê de navekî sereke û belû ye. Vî lehengî bi tev žiyanên xwe bervedêrî di ber mafê gelê Kurdistanê de kiriye. Ji destpêka xortaniya xwe û ta bi rojên xwe yên dawî re, ango di 88 bûharên xwe de, bi vîneke ku nayê tewandin, li ber xwe daye û ranewestiya ye.

Ew jî li ser vê rêbazê gelek caran ji rex dagîrkerên Kurdistanê ve hatiye girtin û sirgûn kirin û tevaya jiyana xwe di mižextî û zîvariyan de derbas kiriye.
Ew di roja 05.01.1905ê de li Kurdistana Bakur, gundê Narincê, qeza Kextê ji wîlayeta Adîyeman (Semsûr) çê bûye; bavê wî wek axayê hoza Mirdêsan dihat nas kirin.
Di 11e-saliya wî de, bavê wî koça dawîn kiriye, di peyre jî dayika wî. Vêca mamê wî Žûkrî bi kar û barê hoza Mirdêsan ve rabûye, û biraziyê xwe Osman bi delaliyeke mezin xwedî kiriye. Di wan salan de, Osman Sebrî xwendina seretayî li ber destê mamoste Îsmaîl Efendî bi dawî aniye, pê re pê re jî hez pirtûkên dîrokî û helbestan kiriye; belê dûrî dibistanê bûye û li kêleka mamê xwe Žûkrî bi kar û barê hozê ve rabûye.
Osman Sebrî ji žoreža Žêx Seîdê Pîran re wek dîdevanekî bû; di vê žorežê de dû apên wî bi tewana beždarbûnê li Amedê (Diyrbekirê) hatine bi dar vekirin. Ew jî bi gunehê žorežê dû caran hatiye girtin û zindan kirin...
Di sala 1930î de, pižtî ku binxetî Sûriyayê bûye û bûye endamek ji endamên Komela Xoybûn, wî ji hêla Berazan ve (Kobanî) beždarî di Žoreža Agrî de kiriye, lê mixabin hevalên wî xwe ji pižt dane alî û bi paž de vegeriyane.
Pižtî herifandina Žoreža Araratê, berê xwe daye Kurdistana Bažûr, da ku navbera Barzaniyan û Berzenciyan xwež bike. Lê mixabin li wir jî tev hewildanên wî beravêtî derketine.
Osman Sebrî di navbera sala 1926an ta sala 1972an, ango di navbera 46 salan de, 18 caran hatiye girtin û zindan kirin. Ew girtin di navbera rojan ,mehan û salan de bû. Yekemîn car di sala 1926ê de li Amedê hatiye girtin û ceza xwe di zindana Denzlî de derbas kiriye, ta bihara 1928ê. Di payîza 1928ê de, careke din di gel 26 axayên Kurdan bi gunehê ku karê xwe û žorežekê dikin hatiye girtin û pižtî 7 heyvan ji zindana Meletya hatiye berdan. Li Iraqê jî du caran hatiye girtin, carekê ji zindana Mûsilê reviya ye, cara din karbidestên ingilîzî ew spartine hikûmeta firensî, ya ku Sûrya dagîr kiribû. Wan jî ew - wek tevayî endamên Komela Xoybûn - li Žamê xistine bin rûnižtina zorê de..
Di sala 1935ê de, du carî li Libnanê hatiye girtin û di eynî salê de ew sirgûnî girava Medegežker li Efrîqiya kirine û salekê lê maye.
Li Sûryayê 12 caran hatiye girtin, cara pažîn sal û nîvekê di zindana Kelehê de li Žamê razaye. Pižtî ku vê carê ji zindanê hatiye der, di sala 1972an de êdî ji nû ve li mala xwe a li Žamê rûnžtiye, xwe dûrî karê siyasetê kiriye û dest bi fêrbûna zimanê Kurdî kiriye.
Bi wežandina kovara Hawarê re di gulana 1932ê de, ew pižtî Qedrî Can duyemîn kes bû, ku ew kovar bi berhemên xwe xemiland, û ji wê hingê ve berê xwe da warê nivîsandina bi zimanê kurdî û li kêleka Bedirxaniyan Mîr Celadet û Dr. Kamîran Bedirxan re sekinî, beždarî di tev kovar û rojnameyên wan de kir, wek Ronahî, Stêr û Roja Nû. Hêjayî gotinê ye, ku - li gor ku Mîr Celadet Bedirxan gotiye - Osman Sebrî yekemîn kes bû, ku ziman û nivîsandinên wî ji yên tev nivîskarên wê hingê tekûztir, rastir û xwežtir bûn.
Di sala 1938an de, yanek li Žamê bi navê Yana Selahedîn a Rewženbîrî û Werzižî damezirand.
Di sala 1942an de Yana Kurdistan  li Žamê vekir.
Di sala 1949an de, Yana Henano , Di sala 1954an de, Yana Cezîrê
Osman Sebrî di van kulûp û yanan de, xort û keçên Kurdên Žamê fêrî xwendina zimanê kurdî dikirin.

Di 14.06.1957an de, wî di gel çend ronakbîrên kurd, mîna Dr. Nûreddîn Zaza, Režîd Hemo, Hemîdê Derwêž û hinên din, yekemîn partiya kurdî li Sûryayê damezirand û serokatiya wê partiyê kir.
Di 16e-saliya wî de, apê wî Žûkrî ew zewicandiye; ji wê jinê kurek bi navê (Welato) jê re çê bûye (Welato di sala 1970î de li welat hatiye kužtin). Di sala 1944ê de, li Žamê careke din jineke çerkesî ji xwe re aniye; ji wê jinê sê kur (Hoženg, Hožîn û Heval) û du keç (Hingûr û Hêvî) çêbûne. Belê Kewê, ya ku her dem pê re bû, keça birayê wî ye.
Osman Sebrî bi navê APO di nav gelê kurd de hatiye nas kirin; Rewžen Xanim Bedirxan ev naznav lê kiriye, ji ber ku wê bi çavekî mezin li Apo Osman Sebrî mêze dikir û rêzgirtineke zor jê re digirt.
Osman Sebrî di roja 11.10.1993ê de li Žamê, di mala xwe de, koça dawîn kir. Di roja bi du de, termê wî guhestin gundê Berkevirê, navça Derbasiyê, û ew di goristana žehîdan de vežartin.
Ji Pirtûkên Osman Sebrî yên çapkirî:

1 - Elifbêya Kurdî 1954/ Žam:
Ji 54 rûpelan pêk tê, bi hin helbest û nivîsên wî xemilandiye. Li ser qaba wê a pêžî wiha hatiye nivîsandin; Pêžkêž ji bo karker û cotkarên Kurd ku dixwazin hînî xwendina û nivîsandina zimanê xwe bibin. Li ser qaba dawî wiha hatiye bivîsandin; Çapkirina vê elifbêya cara duyemîn, Partîya demokrata kurdê Suriye Pêk aniye. Xuya ye ku du caran hatiye çap kirin.

2 – Bahoz û çend nivîsarên din 1956/ Žam:
Ji 68 rûpelan pêk tê, tev helbestin. Ji bil helbesta Bahoz, van her žež helbestên din jî di nav rûpelên xwe de kom dike: Bang (Ji bo keç û lawên cîhan li mihrîcana pêncan), Jan, Ji dest Bextê rež û hevalên žaž, Feleka Bêbext, Wefda Kurdî, Ho Xort.

3 - Derdên Me 1957/ Žam:
Ji 32 rûpelan pêk tê, bi piranî gotarên ramyarî û li dor ziman in, di gel çend helbestan, ew jî evin: pêžgotinek, Kolegîrîya Ramanê, Ziman Di Jîna Miletan De, Diçin Hec (Helbest e), Raman Di Navbera Aferîn Û Vaca Bûnê De, Newroz (Helbest e), Welatparêzî  Di Navbera Duh Û Îro De, Fedekarî, Žêrê Sîrk (Helbest e), Elifbêya Kurdî.

4 – Apo, Gotinên xav napijin bê tav 1981:
Helbestên vê dîwanê rehmetiyê hêja Hemerež Režo ji kovarên Hawar û Ronahiyê daye hev û bi pêžgotina xwe û pêžgotina Dr. Nûreddîn Zaza di sala 1981ê de li Almaniya çapkiriye.

5 - Elifbêya Tekûz 1982/ Žam:

6 - Çar Leheng 1984/ Žam:
Ji 56 rûpelan pêk tê, ew jî kitêbokek bi çûk e, wek Bahoz û Derdên me ye. Naveroka wê, li dor bûyerên ku bi serê çar lehengên Kurd hatiye, bi têr û tesel žirove dike, ew jî evin; Ferzende di žoreža Agirî de, Seydxan ji Serhedê, Remezan li çiyayê Sasûnê û Adil Beg li dor Amedê.
Mamoste Osman Sebrî di pêžgotina bi navê (Çend Gotin) wiha dibêje: (Ev her çar bûyerên ku di dûrvê pirtûkekê dadidim çapê, berî hejde salan min ji kovara ÇIYA wežandibû û têde hatibûn belav kirin. Îro jî dixwazim van bûyerên ku berî çil-pêncî salî hin birayên me ên kurd pê rabûne û li pêž neyaran bi çi mêraniyê žer kirine û bi xurtiya dilên xwe çawa çevê dijmin žikandine û serê gelê xwe bilind kirine, ji nû ve bidim ber çavên xortên Kurd, da bizanin rûmet, mêranî û gelparêzî çawa bûye û me îro çi divê bikin..)

7 - Berseva Hoženg 1977/ Žam: Helbestek dirêj e.

8 - Žerrên Sasûnê 2005/ Žam:
Apo Osman Sebrî ev pirtûka bi navê (Žerrên Sasûnê), ji ser zimanê Abdulrehman Axayê Eliyê Ûnis nivîsandiye û di sala 2005an de, li Žamê hatiye çapkirin. Ji 100 rûpelên orte pêk tê.
9 - Pižtî damezirandina Partî Demoqrat a kurd li Sûriyê (P.D.K.S) (Al-partî), di roja 14/06/1957an de ku Osman Sebrî hîmdarekî sereke bû têde, vê partiyê di sala 1960î de, di bin žêwirdariya wî de rojnameya (Dengê Kurd) bi kurdiya Latînî wežandiye. Sebaretî vê rojnameyê min ji mamoste Hemîd Derwêž pirsî, wî got: Di serê sala 1960 de me Dengê Kurd bi kurdiya latînî diwežand, tê bîra min; Dr. Nûreddîn Zaza gotarekî Maw Tisî Tong, ji Fransî wergerandibû kurdî bi navê (Serberdayetî) têde belav kiribû.. Li gor ku ji min re got, ev rojname (Dengê Kurd), ji rex komîta navendî a P.D.K.S di navbera salên 1960 û 1963 an de derketiye, û ji kesên ku têde dinivîsandin ev bûn; Dr. Nûreddîn Zaza, Osman Sebrî, Režîd Hemo, Cegerxwîn û Hemîdê Derwêž..
Di sala 1979an de, Partiya Demoqratî kurdî li Suriyê (Al-partî), di bin žîretên Osman Sebrî de kovara (Gelawêj) wežandiye. Û navê wê ji (Gelawêj) a Kurdên Îraqê, ewa ku rehmetî Îbrahîm Ehmed û hevalên xwe di salên 1939-1944an de li Kurdistana bažûr diwežandin, girtiye.

Qamižlo, 05.01.2014








Cihź ev nūēe jź hatiye: Welatź me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vź nūēeyź navnīžan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3502