VEXWENDIN: Kongireya 4ê ya Hevgirtina Rewþenbîran li dar dikeve
Dîrok: ÇáÎãíÓ 26 ÏíÓãÈÑ 2013
Mijar: Nûçe



Di kêlîkên dijwar ên þkandin û rûxandina dîwarên tirsê de, di kêlîkên ku dîroka bindestan li Qamiþloyê bi xwîneke pîroz dihate nivîsandin de û piþtî serdemên binpêkirin û çewisandinê, piþtî hewldanên ji holêrakirina nasname û taybetmendiya mirovê Kurd, kurdên 12ê Avdara 2004ê serî li hemberî zor û stema dagîrker û nijadperetan hildidan, di wê serîhildanê de, wateyên hebûnê dihatin guhertin û giyanê kurd bi sirûdên azadiyê dihate rapêçan. Di heman kêlîkan de, li derveyî welêt, dengvedan û rengvedana serîhildana Qamiþloyê bi gelek awayan û bi þêwazên cihêreng ên çalakiyan rûdidan.


Damezirandina Hevgirtina Rewþenbîran jî, di Nîsana 2004ê de, serencama berxwedan û xwîna mezin a þehîdên Qamiþloyê bû. Li bajarê Sandvikena Swêdê, bi alîkariya welatparêzên kurd, bi mebesta avakirina saziyeke rewþenbîrî, komek rewþenbîr civiyan û biryara çalakkirina rola rewþenbîran û geþkirina cîhana çand û ziman û huner û ragihandina kurdên Rojava, dan.
Hevgirtina Rewþenbîran, hetanî kongireya xwe ya sêyemîn jî, bi awayekî çalak tevdigeriya, birêvebirina malpera rojava.net, Kovara Urkêþ, li gelek welatên ewrupayê li darxistina simîner û çalakiyan; hin ji xebatên wê bûn. Lê serê çend salan in, li pêþberî astengên aborî, civakî, îdarî û takekesî jî, Hevgirtin naçar mabû ku bêdeng bibe û xebata xwe ya di çarçeweya karên hevbeþ ên rewþenbîrane de rawestîne.

Em, hin damezrêner, hin endamên komîteyan, xwe wek berpirsên rawestana Hevgirtinê dibînin û em ji nû ve hewl didin ku, Hevgirtinê, bi lidarxistina kongireya wê ya çaremîn (25-26. 01. 2014) çalak û ektîv bikin da ku erkên xwe yên dîrokî, di van qonxên hestyar û çarenûsane de, pêk bîne.

Banga me ji bo hemî rewþenbîran ku, bi çalakî beþdarî kongireya çaremîn bibin, piþtgiriya kongireyê bikin, destên xwe têxin destên me de, da em bi hev re, kongireyeke serkeftî biafirînin.

Her wisa banga me bo hemî hêz û sazî û rêxistinan jî ku piþtgiriya kar û barê kongireya me bikin û di hemî waran de alîkariya me bikin.

Bi mebesta ku Kongireya Çaremîn xwedî li vê qonaxa dîrokî derkeve, bi mebesta em dest bi karekî bikin; karekî ku hêjayî xwîna mezin a welatê me be, ku hêjayî giyanê þehîdên þoreþa Rojavayê Kurdistanê be, em rewþenbîrên kurdên Rojava (nivîskar, helbestvan, þêwekar, rojnameger, þanoger û sînemager) bi dilgermî vedixwînin Kongireya Çaremîn a Hevgirtina Rewþenbîrên Rojavayê Kurdistanê..

Komîteya amadekar a kongireya 4ê ya Hevgirtina Rewþenbîrên Rojavayê Kurdistanê (H.R.R.K)


24. 12. 2013

TÊBÎNÎ: Ev vexwendin ji boyî endamên Hevgirtinê û ji boyî hemî rewþenbîrên li derveyî Hevgirtinê ye.
ji boyî rê, cih û mayînê, tika ye li ser e-peyama jêrîn me agahdar bike:








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3493