Kurd Ji Hewlêr2 Û Cinêv2 Çi Hêvî Dikin ?
Dîrok: ÇáËáÇËÇÁ 24 ÏíÓãÈÑ 2013
Mijar: Nûçe



Mihemed Ebdê
 
  Bê goman dema ku em werin li ser rêkeftina Hewêr ê ya ku di 11.6.2013an  binerin hemî pirsgirêk di xalên wê de hatibûn çareserkirin , û bû cihê şanaziyê li ba gelê kurd li Rojavayê Kurdistan ê, û bi dilekî germ û bi coşî ev rêkeftin hat pêşwazîkirin û pejrandin ta ku kolanên bajar û bajarokin Rojava bi xewpêşendaneke ber fereh ji hemî sazî û komeleyên civaka sivîl yên jin û mêran û rêxistinên kurdî hatin xemilandin bi al û wêneyan .


Lê diyare ku nervîna gelê me eve ku tim nakokî hebin di nav me de; ji ber ku van nakokiyan bingiheke baş lawaz û xav ji xwe re dîtiye û bûye êşek mîna penceşêrê di nava gelê kurd de dijî . Mixabin carekdin ev nexweşî belavbûye , lê vê carê ev nakokî gurbû û xwe berda nav damaran ta  ku em gihîştin bê hêvî bûnê û bê çarî yê ji saxbûna ji vê nexweşiyê .
Lê gelê kurd xwedî ezmûne û baş fêrî elif-baya siyasetê bûye , û ji serpêhatiyên xwe baş sûd girtine ,  ji ber ku di siyasetê de ne hevaltî û ne dijîtî di berdewam dike , lê perjewendiyên hevpar tenê berdewamdikin . Ji bo vê yekê qet me bawernedikir ku kurd dijîtiyê bi hev re bikin ta bi vê astê nemaze di serdema 21ê de , di serdema ku siyaset bûye ber çav û her xwestek li ser masê tê hişkere kirin û ne di pişt perdeyandan veşartîne ji bo vê yekê pêwistbû ku em ji wilo şiyartirbin .
Û sebaretî kongirê Cinêv2, kongirê Cinêv1 û xalên  wê bala me dikşîne ku yek xal ji wan pêk ne hatîye ji bilî zêdebûna penaberan, pakrewanan , girtiyan û mişextiyê…. !!
 kongirê Cinêv2  yê ku hatiye ragihandin ku wê di 22ê miha bê de li darbikeve , û vê   carê bûye cihê gengeşê li ba piraniya dewletên cîhanê û biserketina helwestên wan  di mazata xwînrijiya gelê Sûriyê de . Lê mixabin em wek gelê kurd bi taybet em nizanin ta îro ku kongir kêşeya gelê kurd wê bê gufûgo kirin yan na . Û Heger pirsgirêka gelê kurd  were li ser masê tê wateya do pirsgirêkin sereke dive ku çareser bibin .
Yekem : Pirsgirêka gelê Sûriya bi giştî .
Dwem : Ya gelê kurd bi taybet .
Ya yakem : Em li ser na rawestin ji ber ku ewê sed ji sedî wê were gengeşekirin û çareserkirin bi çi encamî be ?. 
Lê ya dwem : Dive ku em baş li ser rawestin û hinek bi paşde vegerin û sûdê ji kongirên berî niha bigirin ,  peymanin ku em bê maf kirin ta roja îro ku ji her tiştî bê par hiştin: Ji mafên netewî , niştîmanî û mirovatî .  Mîna Saykis-pîko û Lozan di sala 1916 -1923an de,   dema ku kurd bûne qurbaniya berjewendiyên dewletên dagîrkerên kurdistanê , ji ber ku wan sûde ji nakokî û tinebûna yek helwest û yekdengiya gelê kurd kirin , çimkî  di serdema 20an de hezrê netewî li ba kurdan bi xurtî destpêkir û piraniya kurdan jiyana xwe bi şêweyekî mirovane û aştiyane dişopandin û têkiliyên me bi hêzin xwedî biryar re tinebûn ji bo piştevaniya kêşeya gelê me bikin . Mixabin piraniya gelên bûne xwedî dewlet sûde ji têkiliyên xwe kirin û em baş dizanin ku di dawiya salên 1940î  ta 1950î de piraniya sînoran tekez bûn. 
Wek ku em  tev dizanin, şandên herdû encûmanên kurd  ENKSê û EGRKê  li hewlêr ê pitir ji 7 rojan civînên wan berdewamin di bin çavdêriya serok Mesûd Barzanî û parlemantera kurd Leyla Zana û Osman Baydemir serokê şarederiya Amedê  , û tê gotin  ti encamên nêzîkbûnên ber çav tine ne , ji bilî dergehê Sêmalka !.  Lê pirsgirêka herî mezin ne di civînan de ye, ew  di pêkanîna wan beriyarên ku bên sitandin de ne ,  nemaze ku gelê me bûye xwedî ezmûn û ji van civînan hatiye pêvedan û bê hêvîbûye .
Li vir hin pirs dikevin bala me de û gerekî bersivê ne .
Gelo berjewediyên gelê kurd di Rojava de gerekî çend rojan ne ku bi dawî werin
Rojek , ''''''''Heftiyek , mihek , yan salek ?. 
Gelo ku xwedê bike kurd civînên Hewlêr2  bi encamên serkeftî li hev bikin û xwe amade bikin berî  Cinêv2 ,û Cinêv2 neçe serî û li dar nekeve , wê çi piroje ji bo paşerojê ji bilî Cinêv li ba wan hebe ji bo pirsgirêka gelê kurd ?.
Gelo pirojeya wan rêveberiya demkî ye , yan fidiralî ye , yan ne  yek ji herdwan e ?
Tenê gelê kurd ji we dixwaze wefadarî , qurbanî , yekrêzî , welatparêzî , ji hevhiskirin û domahî yakhelwestî ji ber ku gelê me tiyê vanin û jê re pêwistin , û bi vî şêweyî kêşeya wan wê were çareserkirin û bi  destxistin .
Bibin yek ewe mizgîniya herî mezine û serkeftina gelê kurd e  û yakbûn Cinêva wa ye Hewlêra wa ye û kêf û xweşiya gelê me ye .
Bawerbikin gelê kurd ji we bê hêvî bûye , bibin yek ji bo gelê xwe û baş zanibin ku  hun berpirsiyarin li pêşberî dîrokê û ewê ti carî di we ne bihûre.
Silav ji giyanê pakrewanin kurd û kurdistanê , pakrewanê riya azadiyê yên ku çavdêrî  civînên we ne  ku win mizgîniya yakbûnê bidin wan .
Qamişlo  23-12-2013







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3491