Kezeba Dilê min
Dîrok: ÇáÃÑÈÚÇÁ 11 ÏíÓãÈÑ 2013
Mijar: Nûçe



 

Dilþad Mella

Li ser hespê hesin
Daxînin vê darbestê
Li ser hespê hesin
Daxînin kezeba dilê min
Bila bibînim
Riwê mêrxasê xwe
Da ji min re bixwîne
Helbesta xwe ya dawî
Ji min re bêje kî bû
Lehenga çîroka evîna wî ya dawî...


Gelo çawa
Gelo çawa
Gulleyên xwe
berdidan canê te yî nazik bê destûr
Gelo çawa Karîbûn
Li çavên te binerin
Gelo çawa karîbûn
Buharê bikujin
Gulan biçilmisînin
Gelo çawa
Gelo çawa...

Hoooo tembûrvanê mino
De ka dîsa min bigrîne
Bi zîzbûna tembûra xwe
Bi nalîna dengê xwe
Bi strana
" Gava ez mirim gelî gundiyan "!
Lê, te ez biþaftim
Bi barkirina xwe
Bi dûrbûna xwe
Bi nebûna xwe








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3479