Agirê Sînema Amûdê
Dîrok: ÇáÃÑÈÚÇÁ 13 äæİãÈÑ 2013
Mijar: Nûçe



   Samî Ehmed Namî

 Mela Ehmedê Namî di pêşgotina pirtûka Agirê Sînema Amûdê de Dibêje:
 PÊŞBERIYA ÇÎROKÊ
 Dema min dît ko çîroka Agirê Sînema amûdê yek ji serpêhatiyên mezin ên di welatê me de çêbûn tê hijmartin, min nexwest ew jî winda; bê ser û şop here.
   Her wekî ko bi hezaran çîrok û serpêhatî di welatê me de çêbûn û nehatin nivîsandin. Mamoste û pêzanên welatê me guh nedane tiştekî ji wan, çi mezin û çi biçûk.


   Mamoste û zanayên welatê xelkê tiştê li welatê wan dibû biçûk û mezin bê kêmayî di rûpelên mêjû de didane ber çavên zana û xwendevanên xwe û zana û xwendevanê biyanî, bi camêrî û serbilindî, nedihiştin tiştek di ser wan re bibûre û nenivîsandî bimîne. ......... 
Birayan! Du tişt bûn ko ez bivê nevê kirim ji bo nivîsandina vê reşbelekê:
   1- Tiştên ko me di serê pêşberiyê de gotî: Ditirsim ev serpêhatî jî weke yên demên bûrî winda bibe.
   2- Roja dawî piştî şewata sînemê ko çûme Amûdê, li wê, li ber deriyê belediyê xortekî xwenda û dilbirîn pêrgî min bû û rojbaşî da min. Çavên wî ji hêstir û fermîskan weke du pileyan sor bûbûn. Ji min re got:
   "Seyda ma qey wijdan e ev serpêhatiya mezin weke serpêhatiyên demên bûrî bê nivîsandin di ser me re bibûre, ma ne şerm û fihêt e?". 
   Tenê ez hinekî sekinîm û di bersiva xwe de min got: Da ez binêr im ezbenî.
   Dema vegeriyam malê li Qamişlo, wê şevê ez li gotina wî xortî fikirîm û min xwe bi xwe berpirsiyar kir û got:
   Eger ez daxwaza vî xortî pêk neyînim bê guman ez gunehkar im, çiqas li gorî min barekî giran e jî. Dawî min xwe bivê nevê kir û xwest ko çend rûpelan bi vê serpêhatiyê reş bikim. Ger çi wê li cem nezan û dijminan bê nirx be, ji ber ko dilqirêj, bextreş, çikûs û şîrheram ji cihanê kêm nabin.
  Birayan Ev tişt bûn ko ez bivê nevê kirim ji bo nivîsandina vê reşbelekê.....
   Paşê min got: Gereke li gor zanîn û dîtina xwe çend rûpelan pê reş bikim û wê reşbeleka biçûk  bi navê "Agirê Sînema Amûdê" pêşkêşî xwîşk û birayên xwe yên xwendevan û xoşewîst û xîretşinas bikim.
   Hêvîdar im ji wan ko bi çavên biratî  û dilpakî lê binêrin, ne bi çavên meznahî û neyariyê. Û ji kerema xwe kêmahîyên wê jî bi xameya dilovaniyê dirist bikin. Çiko ez ne ji wan nivîsevanên xuyayî me, xwediyê xameya namîdar im.
   Xwîşk û birayan! Tiştê ko di çîrokê de hatiye gotin pirê wan min bi çavên xwe dîtine û yên din ji rastgoyan ên bawerpê bihîstine. Çiko çar rojan li pey hev diçûme Amûdê û êvarî dihatim mal li Qamişlo.
   Min pêşberiya çîrokê hinekî dirêj kir hêvî dikim hûn li min negrin, çiko xameya min hinek serî ji min sitandiye, bê gem û hevsar xwe daye pêş.
   Paşiyê yên mayî serê we ji me re sax be û dem û çaxên we bi xwşî û şadî û bextiyarî bin.
   Bi azadî û kamîranî bijîn xwîşk û birayan.
    Namî







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3455