Kurdistan resenwarê xoşewîst
Dîrok: ÇáÓÈÊ 05 ÃßÊæÈÑ 2013
Mijar: Nûçe



Mihemedê Seyid Husên

Kuurdistan cîyê ku cara yekem roka xawer lê hilatiye, cîyê ku şêwejiyana mirovaniya pêşeng jê gav daye pêşerojê, cîyê berf û baranê, cîyê şaneşîna çar demsalan, zivistan sar û germaya havînê, payîzxêra rengan û şengerojên buharê, cîyê ku pêxemberan jê pêvedane şirûsê, jê navnîşan û rojname dane dîrokê, cîyê ku şaristaniya dezgeyên zendegî, ya xwelîreng û tarîperwer jê çav daye ronahiyê,


cîyê ku bîna misk û mawerê jê baweşî gerdûnê bûye, cîyê ku gernejîna xweristê, deng û reng, seyr û dîmen, bîr û boçûnan jê ravedane, cîyê ku li bin hetava heyvê bi civanê dildaran sûnd xwariye, cîyê ku gulistêrk bi ser de rijiyane, cîyê ku aştiyê pistepist di guhên felaketan de kiriye, fermana keştiya Nûh ji hemecûriya zindîwaran, ji hemî texlîtên rewanan, cotê nêrza û mêzayan li bextê Cûdî civandiye.

    Kurdistan cîyê ku perwane û hemecûreya balendeyan, perî û firişteyan li peravên bihuşta wê, jiyan û mirin berdêlî bi hev guhertine, lê sed mixabe ku îro li heman cîyî pîroz û bêrîn, şênewarên resen li kurdistanê mîna reben, bêgane û biyaniyan bûne niştewarên serbêşan, dêwên xure û genîfinasên çavbirçî li gel hevpeymaneya sêkuçikî, welat li şêneyan kirine Giwantanamoya mezin, xak tevlî xwîna miletê kurd giraw û gorî dagîr kirine, nehiştine ku cîyekî ûzer, aram, tenah û seqangîrî, di rêkxistinraweya cîhanî ya nûjen de, bo xwe azad û hêmen bigire.

    Kurdistan cîyê ku ji dîroka berbat û hevgariyan ve, welat bi ser serê akincî de kafuyekûn û wêrane, cîyê ku keçkaniya wê li pêşdemê riswa bûye, cîyê ku xwediyê resen tê de biyanî tomar bûye, bi saxtî tê de zindan û binax bûye, di himêza heman cîyê evra û xoşewîst de rûmet hatiye dêrizkirin, welat bi qad û asîmanê xwe ve, bi mirov, mal û mewdanên xwe ve, bi çand, ziman û kultûra xwe ve, bi sinc, rewişt û gelepora xwe ve, bi av, çiya û xanedanên xwe ve, li gel hemî rêzikên civakî, li bazara xurt û qelsan erzan têne kirrîn û firotin, filoklor û dîrok hatine bişaftin, sêpila kevnetora bav û kalan ji şûnwaran hatiye rêşkirin.

    Kurdistan cîyê ku min jî dixwezt wêneyê xwe di çavên wê de bibînim, cîyê ku min  peyala zergeşê ji sîng û berê wê vexwariye, cîyê ku min zarotiya xwe lê bişîr vekriye, li ber hilm û bîna wê bi delalî haş bûme, dê û bavê min omîdên xwe lê hejandine, cîyê ku radihêje yadîgarên qehremaniya hestiyên tekoşerên navdar, cîyê ku dergûşa şaristaniyê ji zikê zemîna wê axiviye, ji nêv tertpêlkên vekolînan gencîneya kevneşopê raçavî mêjevan û arkolojiyên cîhanî kiriye, cîyê ku kelcana bizavêran û hêlecana nemiran bi dilovanî pêşwaz kiriye. 

   Kurdistan lehenda şêran himêza tîngerm, cîyê Hor, Lor û Someriyan, cîyê Sopar û Hewriyan, Şahinşahiya mîdya, Waşûkanî paytexta Mîtaniyan, hemî malbendên Mezopotamiya, destaneya Mem û Zînê, sîmboliya Ferhad û Şêrînê, herdû ferzendeyên sozevînê,  evînyariya melayê Cezîrî, tundbawerî û dadperwerdeya Herîrî, netewperweriya Xanî, hêza helbesta Cegerxwîn û awazên sirûda Namî, jê re xweş dîdevan û pelgetirîn çavkanîne, cîyê ku gulîzar lê bi kavişkî hatine quraftin, cîyê ku li sipîdeya hemî rojên gerdûnî qurix û gelawêj û herdû sitêrên rêya vegerê, şopa kadizan, komika sêwiyan rêberî û pêwaniya rêdûr û sergerdanan kiriye, û dola kurdewariyê destegul bo xwe weke navnîşan di kevala paraztî de pelge kiriye.

    Kurdistana ku ji destpêka toşê ve, min destaneya wê di çar pişkan de xwendiye, min baş hewl daye ku perestgaha Laleş jibîr nekim, nala Zeradeştê pêxember ji navkutka dilê xwerista dîlber, ji beyarên xaka pîtdan û comerd, ji reng, deng  û dîmenên xîn û xawer, zimanê tuxmê xwe biafirînim, evraya navê kurdistanê di sincên firiştiyane de biparêzim, Kurdistan li ser lêvên min stiraneke xemgîn meyaye, bûye hêsireke tewş li ser mijgulên çeşmeyan soza civanê evînê daye, kulîlkeke sorgulî dêm û henas li ser keziyên kurmancî berdaye, li ber herikîna cobarên te, li nêv dehl û zeviyan li êmîşên çêjer bûme mêvanekî xoşewîst, bûme xaleke xawer li jora tîpên navê te çirax daye, û hêj li benda hewara te mame gaziyeke deng-girtî.

    Lê herwe kurdistana xoşewîst, çakbîniya navê te kirime dîlê evînê, kirime yar û yawirê heyvê, nemaze ku ji pêkîna gerdûnê ve tîrêja rokê gerdenkiriye, lewra bi hemî zaravan min nefret daye bextê xwe yê likumî, li dermanê jana bêdengiyê geriya me, li poşmaniya xwe bûme pale, min êşa lêmikurhatinê bê îşkence kişandiye, li serê werîs di nava aloziyên girêk-kwîr de lekijî me, li dîrokê ji kûr û dûr pelendar bûme, min li ser eniya xwe çiraxa evsaneyan daniye, warê bihuştiyane li ser milê ewrên hêwa daniye.
    Li ser zend û bendên xwe dîroka perçebûnê û birakujiyê daxdaye, lewra zor sipas bo yezdanê yekpare dibêjim, ku hewlên me pûç, bêhode û bê encam neçûne, naxwe ku nifşên nûhatî, lawên qûnaxê yên kêşenas û dûrbîn, pêşzan û hemdemîkar, dê çakbîniyên yekgirtinê, li şûnwarê reşbîniya perçebonê ji nû ve bibişkivînin, wê giyanê xwetenparêzî û helwestên helperistiyane, kilasîk û piralî, hemî cîyewaziyên nakokîbar û cudaxwaz yên xirş û bêber ji holê rakin, nemaze ku armanca gewre li gel pêşbîniyên pêşerojê, û xwezyarên kêşeya netewî ya evra di kuridstaneke azad û serbixwe de cîbecî bikin.

…komara Çîk -4-10-2013
Gorican2@hotmail.com







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3420