Roja Helbesta Kurdî li derve 2013, li dar dikeve
Dîrok: ÇáËáÇËÇÁ 01 ÃßÊæÈÑ 2013
Mijar: Nûçe



Ji sala 1993 an ve, her sal, di roja koçkirina seydayê Cegerxwînê nemir de, li rojavayê Kurdistanê, roja helbesta kurdî tê pîroz kirin û li dar xistin. Herwiha li derveyî welêt, li Elmanyayê jî tê pîroz kirin û helbest tên xwendin.
Di roja li dar xistina Roja Helbesta Kurdî li derve ya sala borî 2012an de ku li bajarê Essenê-Elmanya li dar ketibû, komek ji helbestavanên Rojava û hin ji perçeyên din ê Kurdistanê beþdarî rojê bibûn û helbest xwendibûn. Bi çalakiyê re du pêþengeh hatibûne li dar xistin.


Du þêwekarên jin ên navdar Cîhan Brahîm û Jengîman Omer bi tabloyên xwe dîwarên keleha çalakiyê xemilandibûn. Her wiha nivîskarê kurd Jan Dost ji aliyê komîta birêvebir ve hatibû xelat kirin.
Emê di nêzîktirîn wext de dest bi name û vexwendinan bikin, emê hewl bidin ku ne tenê helbestvanan amade bikin, daku helbestan bixwînin, belê emê hewl bidin ku cemawerekî baþ amade bikin daku li helbestvanan guhdarî bikin. Em ji her kesî hêvî dikin ku li vê roja dîrokî amade bibin û li helbesta xwe ya kurdî guhdarî bikin.
Her wiha emê di nêzîktirîn wext de hemû agahdariyan, cih, kat, roj û navîþana roja helbestê biweþînin. Herwiha, emê hewl bidin ku ji bo rengînkirina wê rojê hin hunermendên þêwekar amade bikin daku dîwarên holê bi tabloyên xwe bixemilînin, jixwe wê ew roj bê muzîk û strana kurdî jî derbas nebe.
Em wek Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî û Komela Nûbuhar bang li dezgehên ragihandinê dikin ku li vê roja helbestiyane amade bibin û deng û hêza helbestê ragihînin.
Li dawî, em bi kêfxweþî mizgîniya li dar xistina Roja Helbesta Kurdî li Elmanya di meha cotmehê de radigînin, û dibêjin li bende agahiyên nû bin.
Zimanê me, hebûna me ye.
01.10.2013
rojahelbeste@gmail.com
Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî

 

 





Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3418