Nanî bidin dest nanpêjan
Dîrok: ÇáÃËäíä 23 ÓÈÊãÈÑ 2013
Mijar: Nûçe



  Helebça Sadûn - Dêrik

Di destpêka þoreþa Sûriyê de hin  partiyên siyasî li Rojavayê Kurdistanêji qûnaxa bêre xwe amade kirin ,destpêkirin bi riya firekirina bingeha xwe ya cemawerî û gelêrî, û ber bi karê dezgayetî ve çûn, heta ku berhev û amade bin ji rêveberiya dema bêre û karên hevbeþ dane pêþiya xwe û siyasetên xwe li gorî wê yekê avakirin .


Lê hin aliyên dî hewldan ku rêveberiyekî çêkin û feriz bikin li ser gelê xwe bê þirîkatiya partiyên dî yên bira , tevî ku hevkarî bi hin aliyan re kirin ji rikberiya Sûriyê yên ku dijî kêþa kurdî kar dikin . vê tiþtê hiþte ku gumanin bi mirov re peyda bibin,ku eger ew alî bimînin li ser vê siyaseta xwe ,wê ev derfeta zêrîn  ji dest kurdan derkeve,  ji ber ku ew bi vê ez-ezîtiyê wê bihêlin pirojeyê rojavayê kurdistanê bibe qurbana nêrînên wan yên yekalî , û evê tiþtê hêla ku îro tirs û nearamî di nav civaka kurdî de rû bide û civaka kurdî lihevda û hejand û bû egerê serekî hiþt ku kurd ber bi bazdan û  koçberiyê ve herin .
Di gumana min de divê em kurd sûdmendiyê  ji serpêhatên rêjîmên dîktatorî yên ku niha hin ji wana hatin dadgehkirin û hin dî li ber dergehê dadgehênnavxweyî û navdewletî ne û divê em sûdmendiyê ji ezmûnên dewletên pêþketî jî bigirin ,ew dewletên ku xwe bi beþdarbûn û hevbeþiya hemû aliyan di rêveberiya dewlata xwe de û niha em vê tiþtê berçav dibînin, ku serketî tê bikaranîn li Herêma kurdistanê. ji berdivê her kes bigihê wê baweriyê ku dema kurdên rojava rabûn û bi azadî û hilweþandina rijîmê bankirin, ne ji ber rêjîma dektator ra be û di cihê wê de rêjîmeke dî ya dektatorî bi navek dîtir  were deynan û avakirin .
Di baweriya min de dem hatiye û divê em nanî bidin dest nanpêjan, ji ber kurd hiþyartirin ku bikevin di bin bandora van fiþar û birhan de .







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3407