
Selam Hadî – Istanbul : Di
gotûbêjeke taybet de ji bo Toreya Newroz ya nûçeyan anko bersivdana Radyo
Newroz li ser helwesta Artêþa Azad di derbarê pevçûnên ko li Herêmên Kurdan çê
dibin piþtî ko kirdeyên wan tekez dike ko ew ji çêkirina Rêjîmê ne, çima her
tiþt nayê eþkere kirin?.
Lûay Miqdad (Birêvebirê Nivîsgeha Ragihandinê ya Artêþa Sûriyê ya Azad)
Tekez kir ko Artêþa Azad nerazî ye di derbarê destdirêjiyên Girûpên Çekdar mîna
(Neviyên Pêximber û ya ko bi Dewleta Þam û Iraqê tê bi nav kirin, got: Helwesta
me ji wan eþkere ye.,
Lûay berdewam kir û got: Ev Komekê Çekdar gelek
destdirêjî li hemû parêsgehan kirine. Herweha serkirdên Artêþa Azad jî kuþtine
û Depoya çekên Erkanê jî dorpêç kirine. Got em ne bi wan re ne û em kirdeyên
wan napejirînin. Hin ji wan ketine deverên bivênevê weke riyalîte bûye û hem jî
hin ji wan gefan li milet didin ko wê xwe bi pêçekên teqînok di nav milet de
bipeqînin.
Got: Em bawer dikin – berê me digot xizmetên beþikirî ji bo Rêjîmê dikin) îro
roj em tekez dikin ko ew xizmetê kirêdayîn dikin. Yên ko serkirdên Artêþa Azad
bikujin, yên ko tifinga xwe ji beramber têkçûna Rêjîmê bide rûyê Artêþa Azad an
derbasî Herêmeke mîna Dana an Herêmên Çiyayên Ladiqiyê yên rizgarbûyî gelo ew
ji bo kê dikin?
Weke pirsiyar got: Çima derbasî Herêmên Rizgarbûyî dibin? Gelo bikin Mîrniþîn û
Mîrekekî ji xwe deynin fermandar? Ev di encamê de, di bin wê ala xwe ya reþ de desthilatdariyê
dixwazin. Birêvebirê Nivîsgeha Ragihandinê ya Artêþa Sûriyê ya Azad tekez kir ko
ev komekên Çekdar di bin duriþmên Misilmantiyê de miletê Sûriyê natirsînin.
Miletên Sûriyê piraniya xwe Misilman in, û ola xwe nas dikin. Û tu kes nikare ji
evê hêlê de xwe di ser wan re bibîne. Wek çawa Biþar Alased nikare miletê me bi
firokên Mêg û Sîxoy bitirsîne.
Berdewam kir: Cudahiya di navbera wan û rêjîmê de ew bi xweteqandinê gefan li
milet didin û Rêjîm bi Mûþekan gefan li me dide. Lê ne ev û ne ew miletê Sûriyê
ditirsînin.
NEWROZ