Bang boyî kongireyê nivîskaran
Dîrok: ÇáÃËäíä 19 ÃÛÓØÓ 2013
Mijar: Nûçe



Qado Þêrîn

Ji roja ku guftûgo li ser kongirê nivîskar û rojnamevanan tê gerandin, û ka bila kînga li dar keve yan na, dîtin û pêþniyara min nehatiye guhertin, her ji roja pêþî ve pêniyara min ew e ku bimîne piþtî rûxandina rêjîmê, ji ber du sedemên bingehîn:
1-daku hemû nivîskar û rojnamevan bikaribin lê amade bibin, û bihane ji kesî re nemînin.
2-hîna rêjîm li Qamiþlo heye, û çi kongirê di bin sîwana rêjîma Beþar a kujer û nerewa de li dar keve, ne rewa ye.


Wê kongir bi çi rûyî li dar keve, û rojane 5-6 hezar kes ji herêma me koçber dibin, jixwe li dar xistina kongir di van rojan de tê wateya aramiya herêmê, û ev qet ne rast û durust e. Her wiha nivîskarên ji herêma koban û Efrînê jî wê nikaribin bi hesanî amade bibin.
Gelek nivîskar jî koçber bûne, li gor agahiyên me li dora 70-80% ji nivîskaran koçber bûne û ne amade ne di van rojan de vegerin Qamiþlo û li kongiran amade bibin, helbet ewê di van kawdanên dijwar de nikaribin amade bibin, êdî heçê dixwaze berî rûxandina rêjîmê kongiran li dar xîne, xêrê ji nivîskaran re naxwaze, her wiha yekîtiya nivîskaran têk dibe û hewla têk birina kongirekî serkeftî li paþerojê dike.
Heçê dixwaze kongir di van rojan de li dar keve, bêþek dizane wê kesek ji wî û çendên mîna wî amade nebin, daku hin berjewendiyên xwe yên kesane pêk bînin û navê xwe li rûpela dîroka qelp binvîsin.
Diyar e ew kesên ku teng difikirin, û tenê li nav û dengê xwe digerin, di bin asteng li ber saz kirina kongir, bila ew kes etmosferekî zelal û xweþik di nav hemû aliyan de ava bikin, daku kongir di rewþek aram de li dar keve û encamên baþ bide, baþtire ku sibe eþkere bibe bê çiqasî qaþo ew nivîskar keysebaz û kurmê darê ne.
Zelal û vekirî dibêjim ku ez li dijî damezirandina þaxik û hevgirtinên bajar û bajarokan bûm, ana û piþtî ew þax û hevgirtin hatin çesipandin, ji wan hêvî û rica dikim ku bibin alîkar ji bo saz kirina kongireyekî yekane serkeftî û nebin asteng.
Ji me hemiyan tê xwestin ku bi erkê xwe yên netewî û dîrokî rabin, û xwe wek berpirsyar di ber yekkirina nivîskaran de nîþan bidin. Ji me hemiyan tê xwestin ku bi berpirsiyarî yek dezgehê ji bo nivîskaran damezirînin daku lanet li me hemiyan neyê barandin. Jixwe li dawî wê eþkere bibe kê xêr dixwest û kê nedixwest û kê ji bo berjewendiyên xwe yên teng û bi gemar dikir.
Li dawî, bila kongireyekî serkeftî ji henû nivîskar û þax û hevgirtinên heyî piþtî rûxandina rêjîmê saz bibe, û soz didim we ku ezê doza tiþtekî li we nekim, bila ez ne di komîtên birêvebir de bim, bila ez ne sernivîserê rojnama ``Pênûsa Nû`` bim(rojnama Hevgirtina Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî {H.N.R.K.S}, bila ez ne di komîta birêvebir a derve de bim, tenê ezê wê wextê xulamtiya we û xizmeta biryarên kongir bikim û dest û çavên we ramûsim.
19/08/2013
Qado Þêrîn
Endamê komîta birêvebir û sernivîserê rojnama ``Pênûsa Nû`` ya {H.N.R.K.S}







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3379