Goman
Dîrok: ÇáÓÈÊ 17 ÃÛÓØÓ 2013
Mijar: Nûçe



Dr. Mehmûd Ebas

  Zelalkirne rewþenbiriyê û zanabûne mîjokî, ji pirsên bi  gomanî  dest  pêkiriya, ewe riye evakirne þehrezayê ya bi semiyan,  û fereh û bê sinor û bê dawî. warê nezelaliya rewþenê û wê de, bi gomanê, mîjokê kûr li derdora  mirovanê peyde bûne û piyde dibin, û þaxê pêjinê, bi pirsê gomanî, ferhbûne, û li ber ti sinore wê nesekinin, ji bonî daxaziyê beyaniya sedmên hebûn û þeherzebûne mirovatiyê piydebûne ji destpêke dîrokêve bi kûrbûn.


Ev mîjok çarçeyê giftûgoya ferhkirine, û ferehdikin, û pirsê giring li ser sedma hebûne jiynê dana xweyakirin û her tim pêþkêþdikin.
 Goman, wek pirske bê dawî û bi gelek bersiv, destpêke  mijûlbûne mirovanê, û avakirne rewþenbîrê bû. Di destpêke  zanabûnê de, deme ku  mirov ji zarokatê  derdikevê yan ji  deme ku ew ji çarçeve hovîtiyê cidebûya, li ser vî warî pirsê wî zêdebûne, û kûrbûne,  wek pirsê  zanebûne mirovatî, calakiyê ji bo jiyanke xweþtir, û pêra gelek sedmê avakirine þehrestaniyê û rexnandinê wê  hatine xwiyakirin.
  Pirs di warkî de ne rawistihaye,  piþtî demekê ji mijulbune  mirova mîjokî, dedighê zanistiyê hatine avakirin û pêþketin, di wê demê de felesûfê herî  xûrt,  ji gomanê zanebûne xwe dest pêkiriya,  li cem wa wek pirseke her tim bê bersiv  cihê xwe girtiya. Her wehe piraniya ola – bi teybet olê xwedayê ( Azmanî )- binghe bîr û beherê xwe avakiriya li ser pirsên bi gomanêve girêdayî, û xwestine habûn û nabûne xwedê ji vi werî derxin,  çarçavk  hiþk û bilind li dora gomanê  avakirin, pirs kirne warê  ( kofrêde ) bi kesayatiya ku hemû bersvê xwe xistine destê wî de û nave wî kirne  ( xwedê) û wilo oleperstiyê xwe ji mîjokê gomanê bê bersiv  parastin, eu ji heya demeke ne dirêj,  dise goman li dore wê fereh hatiya hûnandin, xwedê mijarê bê dawî hatine pêþkêþkirin,  piraniya we bi xelekê Sofitiyê ve hatine girêdan.
Goman wek pireske bi mîjokî, bi pêþketne  mirovan re û bi demêre ferhedibê; û her tim cihê xwe digrê li cem her kesên ku bi azadî li jiyanê dimayizênin, û amadebûne wan di bê wek mayizandike  bê car, di ber barê  her tiþîde di rabê,  bê  ku bighê taliya pirsan, û eu jî bi pêþketine mûjokê ve girêdayîya, û bi tayibet  nav bere her dost û mirovekî de, goman ne hatiye avêtin, li ber her daxazikê  pirsê  lerizî û bê bingeheke bi behwerî derketiye . di warne de daxwiyakirna wê  dibê sedma  jiyanke xirab û nexweþ.
  Rewþenbîr û feylesûf û rêbarê olderistiyê gihane Armance xwe, di warê ku  pirsê xwe xistine bin tirsa gomaniyê de,  her beþekî ji wan, bi rêke cide, û wek pirske bê azadiye mîjokî  birine li ser  þaxê  jiyanê  bi tavahî, bê cilo li ser jiyana mirovan  sekinîne, wilo ji kûr li ser  ( xerîza ) di navbere mirovan û dewara de karkirine, û her wehe li ser hemû carcevê di  jiyanên de sûrûþtê de ( tabiaa )   pêjinine, de bersivên  pirsên gomanin xwe bidin, û xwe bi bîr û behwerî bikin.
 Li ser sedmê hebûna jiyanê, bi gomanî wek kesê ne olî,   fereh  giftugo  û xebatka  mijokî  hatiye kirin,    gotinên we ji warên oleperisteyê cide dibin, xwedê nabinin berpirsiyarê  jiyanê  û hebûne wê.  di dirokê de nehatiye xuyakirin ku kes û tiþt nayêne guhertin di ware xemkinê û kêfxweþê de û tirse ji mirnê û pêde. hilwest û mijok û jiyan bi tevahî têne pêþketin yan guhartin, wergerandin her tim derdikevin, daxwazi û meyzandin, demne bi pêþve û demne bi  paþve têne beyanîkirin, Ev bi gotna navberî de, di ware  (ilmî) de, lê mijokvanên   (nefsî) nikarin heya vê rojê bighin warekî ku mirov bixê seknandine daxwaziyê de. Nikarin bixwiyanî bidin, bê mirovek her tim kêfxweþe yan jî bihêrza. Di vî warî de pêþketin û ferhbûne  helwesta sikoloci  bi arikariya gomanê tê xwiyakirin.
    Wê cilo ba, ku di warkî mîjokî de.  bi serê xwe, bi tene xwe,  jiyan mirovatiyê  hatibe danîn?  Her tim kes kifxweþbe, yan her tim  lerizî û xeyidî û kelexî ( qeherî ) bana, yan jî þahînî û xemgînî ji bira wî necûbe? Pirsa yak amin,  wê zanestiya mirovatiyê pêþketibe?
  Pirs bi giþtî gomanekê didê xwiyakirin, ka mirov têde cawa di meþê û helwestên xwe diþopênê, û dipêjinê ku jiyanke xweþî û zordest, û lerezbûn, qeher, û xemginî…li cem mirove her tim çima di gohertinê deya? mêjî kardikê û wilo ji xwe  rehet dikê, bê çilo di  pêjinê wilo ji di kevê gomanan  û xeman de. mirovê bi jiyane hêdike qayêl dibin hemberî ê ku dixwazin jiyanê tevlêhevbikin  pêþketne  þehrezayê ser rastikin, di navbere wa de goman amada ye,  ji hevdû û ji der dora xwe ne  xweþin, kasê daxwaziye þer û xirabî di wanda hatiya çandin   himberî  kesê  bi aþtî  der dikevin li ser riwê vê zemînê, û sedem ji vê himberiyê re têne avakirin,  jiyan wê bi rêve necê di wek heviyê de. Newekheviya jiyanê mîjokê je hev derdixê, ew bingehe pêþketinêye, bê cidebûnan û newekheviyan þehrezaiytî nayê avakirin, û þehrezabûn bi pêþnakevê.  Hebûna kesê ku pir dipêjinin û pêjne xwe dixine bin bingeha gomanan de, ê ku pir di kelixin, ê dipirsin û li dûv zanistiyê dicin, û ê tembel û her wehe kesên din…, jiyanê didine beynîkirin, pirsa kesayatiyê zelal dikin, lê bersivê nikarin bidin,  û ev hemû bi gomanêve girêdayîye û bi wê  pêþkêþdibê.
 Pirsa ku xwe pêþkêþ dike,  goman bi xwe ciya? û  çi xweþî û naxweþî ji derdikevin?  û  çime li cem hin mirvan  xûrte û li çem hine melûle? Ev pirs  ji nav gelek pirsên din  bingiha dexwaziye pir kesaya.
  Bê çilo felsfê li ser warê gomanê ferehbûna zanistê avakiriya, wilo jî sofitiyê li ser mijoka habûna xwedê li ser avakirya, dijî behweriyên olderestiyên xwedayê, û bahwerî bi habûna piþtî jiyanê aniya, û di navda pêjiniya û kûr xebitiya, û li ser sedmên hebûnê sekiniya û pirsên bi goman danina ber xwe. Di navbere herdû beþê zanebûnê de ( Madî û rûhanî)   jiyan û sedmê hebêne wê, ketiya warê jev cidwe de, û  gelek pirs dimênin ne  xwiya, û ne naskirî, lî ser ku nakokiyê xurt di navberê de hatine  avakirin, wilo ji warin mîjokî ferh kirine, li cem kesr û derdê oldeste ji bone  habûne xwedê ne sekinîne û karkirine ku nepirse we li ser xwedeyê bê goman windabikin, û bi vê xebatê mirov  ji pirsên  bi goman dûr neketine. Lê pirên oleperistan li dûv bîr û behwerinan  mirovatiye xwe jibîrkirine, di bin  kolê dînbûne mêjokî, yan ji ya oldestî, hatine girêdan bi ruhaniya bi pirs û bê goman ve, bahwerî di warê mirnê de maya di bingehe  gomaneke ferh de. Kasê wilo di kevine  jiyaneke  bê xem de, û çi karekî bitirs û zor û  xeter habê xwe di wirde dibînin, ji ber ku jiyan li cem wa neme behaya.
 Di vê ramanê de, goman  di hemû werên xwede û hemû çarçevê li ser pirsan,  tê xwiyakirin bi hemû rengê xweve, wek  mirov di himberî  jiyanê de, yan ji di were  bîr û bahwerê xwede li hebûna piþtî jiyanê, rojê wek hevî di jiyana kesa de çi li cem we didê pêþkêþkirin, bi taybet deme ku temnê xorte gelek guhertin têde çêdibin, herkes dibînê û dihnê xwe didiyê û goman di vê demê de cihê xwe digrê, lê pirsê bi goman û bê behwerî bi kesê li ser wara dimênin  û dikevine warên  giftugoya de, û eve ya ku lebtandinên  xorten ên mîjokî ji her rewþenbîrekî  þehreza têxwestin, ku riya pêwist ji wan re pêþkîþ bikê…. her tim û di her warî de pirsên bi  goman  dimênên ên herî giran, û pêþkêþ.

Ev rûpelin ji pêþgotine Ramana min ya bi nave ( Goman )  hatiya nivîsandin, di sala 1973 de.
Dr. Mehmûd Ebas
Amerîke







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3377