NAMA PENABEREKÎ
Dîrok: ÇáÌãÚÉ 09 ÃÛÓØÓ 2013
Mijar: Nûçe



Lewend Dalînî

Delala Min……
Dema kû ez li kolanên welatê Biyanîyê bê salox; û bê pêjin mam!…
Bila rihana di pencera xanîyê mey axî de, nebihîze!…... Qena ne çilmise!....Û her sibeh avê Li pelê wê, bi reþîne û wêna bîn bikie!. 
Eger gemîya penaberan di nîvê deryayê de bê gemîvan bimîne, û bibe têkilî pêlên deryayê………Hingî; sor gulên di hewþa malame de, wan pê agahdar neke; ji bona pelên xwe neweþînin!…


Timî, û timî, bila çavên te li pênûsa min bê;
Bila ziwa nemîne!.
Tembûra min……
Têlên wê; bila zingarê megirin, û ne rizin…
Di mirina xopan de!……
Kû canekî bê giyan gihiþtim!
Çavên te ên delalî, bila tu hêsiran nebarînin!…
Dema kû min dahêjine gorê………Hisênê Tewfo, ji Qamiþloka rengîn;
Bila tembûra xwe kok bike, û strana: Derwêþ û Edûlê,  Bavê Fexrîya,
Ji min re bistrinê!.
Her car………Were ser gora min, û bi leystika “Yadê Yabo Xezalê” bi leyize! Weke çaxên zaroketiya min û te ya berê!.
             **********************************************************
“Li nexweþxaneke Bajarekî ji ên Îtaliya, dema laþekî mirî li peravên deryayê Hatibû dîtin, û bi destê Bekçiyên deryayê, û bi armanca naskirina nav û nîþanên wî!…...... Cilik, û kincên wî hatibûn sehkirin….Tu tiþt di wan de nehate dîtin! Ne nas name, ne pere, û nejî pasteport!?…....
Ji bilî vê nameya jorîn, kû ew bi tenha, û xewþik ji av û þewitandinê Xwedîyê wê nama xwe bi rengekî delal paraztibû”.






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3369